1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Kirmaşanê pirsgirêka ava paqij û nexweşiya losemî rû da
Li Kirmaşanê pirsgirêka ava paqij û nexweşiya losemî rû da,li,kirmaşanê,pirsgirêka,ava,paqij,û,nexweşiya,losemî,rû,da

Li Kirmaşanê pirsgirêka ava paqij û nexweşiya losemî rû da

Li eyaleta Kirmaşanê ya Rojhilatê Kurdistanê pirsgirêka ava paqij derket. Rayedarên tendirûstiyê hişyariyê didin ku nexweşiyên weke losemî dikarin rû bidin

A+ A-

Îbrahîm Şakîba ê berpirsyarê Navenda Tendirûstiyê ya Kirmaşanê, anî ziman ku li gundên ku di dema nêz de erdhej lê çêbûye, pirsgirêka ava paqij didome. 

Şabîka anî ziman ku li bejahiyê, ava sererdê û ya çeman dibe çavkaniya pirsgirêkan, kurmik û kêzik dibin sedema nexweşiya losemiyê. Her wiha Solas Babacanî jî anî ziman ku ava paqij a gundê Şarpolê Zahab ku erdhejê lê dabû, nemaye. 

12’ê Mijdara 2017’an erdhejeke bi rêjeya 7.3’an ku navenda wê Kirmaşan bû pêk hatibû û di erdhejê de herî kêm 620 kesan jiyana xwe jidest dabû, 8.500 kes jî birîndar bibûn.

Li her ku diçe ziwabûn zêde dibe. Li gorî mixalifan, polîtîkaya hikumetê ya hawirê û nerêtiyên wê pirsgirêkan girantir dike.