1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Mexmûrê ji bo şehîdên YPS’ê turnuva werzîşê hat destpêkirin
Li Mexmûrê ji bo şehîdên YPS’ê turnuva werzîşê hat destpêkirin,li,mexmûrê,ji,bo,şehîdên,yps,ê,turnuva,werzîşê,hat,destpêkirin

Li Mexmûrê ji bo şehîdên YPS’ê turnuva werzîşê hat destpêkirin

A+ A-

ROJNEWS/MEXMÛR

 

Li Wargeha penaberan a Şehîd Rûstem Cûdî (Mexmûr) duh di demjimêr 18:00’an de li sahaya futbolê bi deqeyek rêzgirtinê ji bo tevahî cangoriyên azadiyê turnuvaya wezrîzê destpê kirin. Li ser navê Tevgera  Ciwanên Mexmûrê (TCM) Endamê Meclîsa TCM’ê Bediran Yuruk di derbarê girîngiya werzîşê de axivî. Yuruk di axaftina xwe de da diyar kirin ku:  “Bi taybet ev werzîş ji bo Şehîdên YPS’ê tê lidarxistin. Tenê yek armanca me heye ew jî van Şehîdan jibîrnekin û em xwedî li Şehîdên xwe  derbikevin.”

 

Yuruk di nav axaftinên xwe de bal kêşand ser werzîşên ku di turnuvayê de bêne lîstin û wiha got : “Werzîşa ku ji futbol 12 timan, voleybol 8 tîm, satranç 12 tîm, masa tenîsî jî ji 24 taximan pêk tê. Wê ev werzîş heya 14’ê tebaxê wê bidome.”

 

Yûrûk di axaftina xwe de berxwedaniya xweseriyê nirxand û wiha dirêjahî li axaftina xwe anî; “Berxwedaniya Xweseriyê yê ku fermandarê Mezin Egîdê, li bajaran Şehîd Çiyager û serkeftin di destpêkê berxwedaniyê de diyarkir. Em îro dibin şahîd tirsa dijmin ewqas mezin bûye ku êdî li her derê bi girtin, bi qetilkirin û bi komkojiyan xwe li gelê Kurd ranegirtiye û bitaybet jî ciwanên Kurd.”

 

 

Bedran Yuruk di dewamiya axaftina xwe de êrîşa li hember Zergelê jî nirxand û diyar kir ku; “Bihevkariya Barzanî li Zergelê komkujiyek pêk hat. Em her kesên ku li hember vê komkujiyê bêdeng mayî û bitaybet dewleta Tirk şermezar dikin. Dewleta Tirk û hevkarên xwe bitopbarenê xwe gundên Kurdan bombebaran dike û dixwaze gelê me çav tirsandî bike. Dîroka Kurdistanê bi komkûjî, qirkirina çandî û siyasî tê nasîn.”

 

Herî dawî jî Yuruk got; “Em weke TCM’ê li vê derê turnuvayekê binavê Şehîdên YPS’ê destpê dikin. Tenê yek armanc heye ew jî xwedî derketina li şehîdane.”

 

Piştî axafina Yuruk turnuva bi dirûşmayên ‘Şehîd Namirin’, ‘Bê Serok jiyan Nabe’ û ‘Bijî Serok Apo’ destpê kir.

 

 

 

 

(rn-wd)