1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li New York´ê 8-Ball Community dê malovaniya Festîvala Fîlm û Çandî ya Kurdî bike
Li New York´ê 8-Ball Community dê malovaniya Festîvala Fîlm û Çandî ya Kurdî bike,li,new,york,ê,8,ball,community,dê,malovaniya,festîvala,fîlm,û,çandî,ya,kurdî,bike

Li New York´ê 8-Ball Community dê malovaniya Festîvala Fîlm û Çandî ya Kurdî bike

Ji çêja sînema û muzîka kurdî û ji axaftin û xwarinan bêpar nemînin

A+ A-

 Koma Hevbeş a New York´ê û stasyona radyoyê 8-Ball Community ku ji bo piştgiriya bi Rojava re çalakiyan li dar dixin û Hevkariya Rojava ya Bakurê Amerîkayê (NARA), ji bo ragihandina Festîvala Fîlm û Çanda Kurdî li hev kom bûn. 

 

Çalakiya diyarî nivîskar û aktîvîst Mehmet Aksoy hatiye kirin dê sê rojan bidome. Di vê çalakiyê de bi rêya pêşandanên fîlmên kurdî, axaftin, muzîk û xwarinên kurdî, dê çanda kurd bê nasandin. 

 

Li gor organîzatorên festîvalê, dixwazin bi vê festîvalê balê bikşînin ser nîqaşa ”Modela Rojava dikare çi li ser ramanên siyasî yên DYAyê zêde bike”.

 

Organîzatorên festîvalê, dixwazin bi rêya pêşandanên dibistanê yên ji aliyê yekem dibistana fîlman a herêmê Komuna Filman a Rojava ve hatine hilbijartin, nîqaşên li ser polîtîkayên li herêmê, nîqaşên lêkolînerên femînîst ên li ser ”dikare ji herêmê çi bê hînbûn” û pêşangeh û çalakiyên din ên cuda ve, vê armanca xwe pêk bînin. 

 

Jêderk: http://www.thefader.com/2017/11/07/kurdish-film-cultural-festival

Werger: Amîda Kurd (amidakurd.net)