1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Newroza Amedê banga 'yekîtiya neteweyî'
Li Newroza Amedê banga 'yekîtiya neteweyî',li,newroza,amedê,banga,'yekîtiya,neteweyî'

Li Newroza Amedê banga 'yekîtiya neteweyî'

Bi sedhezaran kes tevlî Newroza Amedê bûn û nûnerên partiyên siyasî yên Kurd banga yekîtiya neteweyî kirin

A+ A-

DDKD: KURD DEV JI AZADIYÊ NAQERIN

Serokê Komeleya Şoreşger û Demokratîk a Kurd (DDKD) Mehmet Veysî Aşkar axivî. Aşkan Newroz li hemû gelê Kurdistanê pîroz kir, diyar kir ku Newroz xwedî girîngiyeke dîrokî ye, ‘’têkoşîna azadiyê ya li dijî Deheq e. Ji wê rojê ve ku Kawayê Hesinkar Dehaq kuştî û heta niha têkoşîna azadiyê ya Kurdan didome’. Aşkan bi berdewamî got, ‘’Ev coşiya li vê qadê wê hêviya me geştir bike. Beriya bi du salan li Kobanê Kurdan li ber xwe dida. Beriya bi du mehan li Kerkûkê û niha jî li Efrînê Kurd li ber xwe didin. Divê hemû dinya zanibe ku Kurd dev ji azadiya xwe naqerin’’.

Aşkar herî dawî banga yekîtiyê kir û got,’’Ez bang li hemû rêxistinên Kurdan dikim: Ji bo azadiya xwe em werin cem hev û bi hev re têbikoşin.’’

HAK-PAR: KURD WÊ SERÊ XWE NETEWÎNIN

Serokê Bajêr ê Amedê yê Partiya Heq û Azadiyan (HAK-PAR) Nevzat Karakeçî jî got hewceyî bi têkoşîna hevpar a Kurdan heye, Kurd li çar parçeyan bi xemgînî Newrozê pêşwazî dikin. Karakeçî got Kurd wê ti caran serê xwe ji zilmê re neteweyînin û got, ‘’Êdî bes e. Em liv ir in û em ê li vir bin. Divê êdî bi giyanê yekîtiya neteweyî em li dijî zordaran rabin ser piyan.’’

ÖSP: DEWLET WÊ TÊK BIÇIN

Alîkarê Serokê Partiya Azadî û Sosyalîzmê (ÖSP) Nusreddin Maçin jî got,’ez bi rihê Efrînê cejna we pîroz dikim’’ û wiha domand, ‘’Li Efrînê Kurdan mewziyek ji dest dan lê ev şer wê bidome. Ez bawer dikim ku dewlet wê bikevin. Em dijminên xwe baş nas dikin. Em ji Helepçe heta bi Efrînê wan nas dikin. Din av 6 mehan de li dilê Kuran birînên kûr vebûn. Duh Hewlêr û îro Efrîn.’’

Maçîn got hewceyî bi yekîtiya neteweyî ya Kurd heye û domand: ‘’Heke em yekîtiya xwe ava nekin, em ê zêdetir komkujiyan, koçberiyê û girtibûnê bibinin. Beriya ku em bang li hêzên navdewletî bikin, em bang li rêxistinên Kurdistanî bikin. Heta ku em nebin yek kes me nas nake’’ û got îro ev yekîtî li meydanê xuya dike.