1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Nîjnî Novgorodê Otonomiya Çanda Kurd ava bû
Li Nîjnî Novgorodê Otonomiya Çanda Kurd ava bû,li,nîjnî,novgorodê,otonomiya,çanda,kurd,ava,bû

Li Nîjnî Novgorodê Otonomiya Çanda Kurd ava bû

Li bajarê Nîjnî Novgorod ê Rûsyayê, Otonomiya Çanda Kurd bi şahiyekê hate ragihandin

A+ A-

Kurdistaniyên li bajarê Nîjnî Novgorod ê Federasyona Rûsyayê dijîn, bi şahiyekê Otonomiya Çanda Kurd ragihandin. Tevî Kurdan nûnerên saziyên gelên cuda jî tevlî şahiyê bûn. Hevseroka Otonomiya Çandî Civakî ya Federal a Kurdên li Rûsyayê Liyana Smoyan û rayedarên Kongreya Êzidiyên li Rûsyayê jî tevlî bûn.

Serokê Otonomiya Çanda Kurd a Nîjnî Novgorod Vlademîr Smoyan bi bîr xist ku ew di cejna Êzî de otonomiya xwe radigihînin û got, "Kurdên ku li bajarên cuda yên Rûsyayê dijîn, xwe b rêya Otonomiyên Kurd bi rêxistin dikin. Ev demek bû ku li bajarê Nîjnî Novgorodê jî karekî me yê bi vî rengî hebû. Otonomiya me vê mehê bi rengekî fermî hate erêkirin û di demeke kin de em ê bi konferansekê sîstema xwe ava bikin. Îro ji bo me girîng e ji ber ku cejna Êzî rast hatiye. Weke ku tê zanîn Cejna Êzî di baweriya Êzidiyatiyê de cejneke gelekî girîng e. Bi vê wesîleyê Cejna Êzî li tevahiya civata Êzidî pîroz dikim."

Piştî axaftina Smyona beşdarên şahiyê jî nêrîna xwe anîn ziman û ragihandina Otonomiya Çanda Kurd pîroz kirin.

 

ANF