1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Sûrê bang kirin: Cejnê bi gelê Sûrê re piroz bikin
Li Sûrê bang kirin: Cejnê bi gelê Sûrê re piroz bikin,li,sûrê,bang,kirin,cejnê,bi,gelê,sûrê,re,piroz,bikin

Li Sûrê bang kirin: Cejnê bi gelê Sûrê re piroz bikin

A+ A-

AMED – Platforma ji Xerakirina Sûrê re Na û Meclîsa Dayikên Aştiyê, bang li hemû aliyên hestiyar kirin û xwestin di rojên 2 û 3’emîn ên cejnê bi gelê Sûrê re cejna xwe pîroz bikin. 

Platforma ji Xerakirina Sûrê re Na, bi boneya li dijî xerakirina taxa Alîpaşa û Lalebêy ên Sûre li avahiya Komela Ekolojiyê ya Amedê civîna çapemeniyê pêk anîn. Li ser navê platformê Hevberdevka Platformê Buşra Cîzrelîogullari daxuyanî xwend. Cîzrelîogullari diyar kir ku ji 23’ê gulanê vir ve bi hemû dijwariyê dixwazin şêniyên taxan malên xwe biterikînin û wiha got: "Li gel hemû gefan jî şêniyên taxan naxwazin malên xwe biterikînin. Tevî ku gelek caran banga dayîna av û ceryanê hatiye kirin jî ev daxwaz pêk nehatiye. Demek dirêj e şêniyên her du taxan bi êrîş, zordestî û koçberkirinê re rû bi rû mane."  

‘AVAHIYÊN SAXLEM JÎ XERA DIKIN’ 

Cîzrelîogullari anî ziman ku bajarê Amedê bi tevahî li dijî xerakirina Sûrê ye û wiha domand: “Çi alîgirên desthilatdariyê û çi jî alîgirên muxalefetê li dijî xerakirinê bi bertek in. Hatiye çavdêrkirin ku lê ev bertek ji ber pêvajoya tunekirin û êrîşan dengek civakî nehatiye derxistin. Li gorî xebata platforma tespît kiriye 1026 avahî hildane bin çarçoveya bajarvaniyê. Ji van avahiyan nîvî zêdetir hewcehî xerakirinê nakin. Lê heta niha 432 avahî hatine xerakirin. Kê ev dane jî nîşanî me didin ku ji sedî 87 ên avahiyan saxlem in û li gel vê yekê jî ji sedî 42 li qadê avahî hatine hilweşandin. Li gel vê yekê jî dixwazin ji sedî 58 cihên ne bi rîsk in jî malên welatiyan bi ser wan de xera bikin.” 
Cîzrelîogullari di berdewamiya daxuyaniyê de da zanîn ku ew ê li dijî xerakirinê Sûrê hin bêtir xebatên berfireh bikin û dê ji niha şûn ve bêtir li cem gelê Sûrê cih bigirin. 

'JI GELÊ SÛRÊ ÇI DIXWAZE?’ 

Meclîsa Dayikên Aştiyê jî têkildarî mijarê li avahiya xwe civîna çapemeniyê li dar xistin. Endama Meclîsê Hanim Atli, anî ziman ku li tu deverê tu kes rastî vê pêkanîn û hilweşandinê nehatiye û wiha got: “Bi salan e ez li wir dijîm. Ez kevirên reş ên li ber dere xwe bi qesran jî naguherînim. Erdogan ji gelê Sûrê çi dixwaze?” Atli anî ziman ku hinceta xerakirinê xendekan didin nîşandan û wiha bi dawî kir: “Li kî dera Alîpaşa û Lalebêy xendek hene? Divê ku hemû Amed piştgiriya Sûrê bike. Em bang li her kesî dikin ku roja 2’emîn û 3’emîn bên Sûrê û bi gelê Sûrê re cejna xwe pîroz bikin.”