1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Li Sûrê xemgîniya cejnê!
Li Sûrê xemgîniya cejnê!,li,sûrê,xemgîniya,cejnê

Li Sûrê xemgîniya cejnê!

Gelê Sûrê cejin di nav xemgîniyê de pêşwazî kir, li navçeyê şekirên cejnê jî nehatin belavkirin. Welatiyên ku li taxên wan hewaya cejnê tune, gotin ku "Waliyê Rewşa Awarte cejin ji mere hişt?" û xemgîniya xwe anîn ziman

A+ A-

Welatiyên li taxên Lalebey û Alîpaşayê yên navçeya Sûrê ya Amedê, di Cejna Remezanê de jî cejin bi xemgînî derbaskirin, di Cejna Qurbanê de jî cejin bi xemgînî pêşwazî kirin. Taxên ku zarok lê dijê ne, her der sergo ye û di nav bêdengiyekê de ye. Welatî malên xwe terknekirin û li dijî rûxandinê li ber xwe didin, bi xemgînî diçin serdana cîranê xwe.

RÛYÊN ZARIKAN JÎ XEMGÎN E

Cejna bêdeng derbas dibe, di rûyên zarokan de jî xemgînî tê dîtin. Zarokên ku qadên wanên jiyanê û lîstikê hatiye dagirkirin, ji ber ku şekir kom nekirine xemgîn in. Zaroka bi navê Elanûr her çendî piçûk be jî dibêje ku "Wê mala me jî hilweşînin" û xemgîniya xwe tîne ziman.

Dayikên li kuçeyan rûniştine, li dijî rûxandinê bi bertek in. Îmîş Mûtlû di saetên serê sibehê de tasa xwe tijê şekir kiriye û li ber derî sekiniye, lê kesê ku li deriyê wê xe tune. Mûtlû diyar kir ku wan Cejna Qurbanê jî bi xemgînî pêşwazî kiriye û got : "Cejin di nav rezaletê de derbas dibe."

WALÎ CEJIN JI WAN RE NEHIŞT

Hacî Ramazan Mûtlû yê ji bazara sewalan vegeriya mala xwe, destnîşan kir ku cejin gelekî xemgînî derbas dibe û wiha axivî: "Waliyê Rewşa Awarte cejin ji mere hişt? Her kes ditirse, tu ferdekê xwedê ji bo cejnê nehat. Li bazara sewalan jî 50 sewal nehatin serjêkirin. Li ti derê coşa cejnê tune."


Bêjeyên Miftehî