1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Xerabreşka yek ji vedîtina herî grîng a salê
Li Xerabreşka yek ji vedîtina herî grîng a salê,li,xerabreşka,yek,ji,vedîtina,herî,grîng,a,salê

Li Xerabreşka yek ji vedîtina herî grîng a salê

Kuloxa li perestgeha kevnare ya Xerabreşka hatiye dîtin, di lîsteya vedîtinên nebînayî yên sala 2017an a Înstîtuya Arkeolojiyê ya Amerîkayê de bû yekem

A+ A-

 

 

Kuloxa li perestgeha kevnare ya Xerabreşka hatiye dîtin, di lîsteya vedîtinên nebînayî yên sala 2017an a Înstîtuya Arkeolojiyê ya Amerîkayê de bû yekem. 

 

Muzeya Rehayê û Înstîtuya Arkeolojiyê ya Alman a Berlînê ji sala 1995an û vir ve bi hevkarî li qada taxa Orencîkê xebatên kolandinê dikin. Di van xebatan de heya niha fîgurên ajelên kûvî, kevirên bilind ên çikandî wekî tîpa ”T”, bermayiyên di teşeya daîre ya çapên wan di navbera 8 û 30 mîtroyî de û yên di teşeya çarçikan de û gelek berhemên cuda hatine dîtin.

 

Xerabreşk bi dîroka xwe ya 12 hezar salî, weke perestgeha herî kevnar a cîhanê tê pejirandin. Di kolandinên îsal ên li Xerabreşka de, arkeolog rast li parçeyên sê kuloxên mirovên gihiştî hatin. Di encama lêkolîn û analîzên van kuloxan de hate dîtin ku pêşî çermên serê van mirovan hatiye gurandin û ji goşt hatiye pakkirin, piştre jî bi kevirên çeqmaqê kulox hatine qewartin.

 

Bermayiyên van kuloxên dawîn ên li Xerabreşkan, ji aliyê Înstîtuya Arkeolojiyê ya Amerîkayê ve weke vedîtina herî balkêş hatine nirxandin. Bermayiyên kuloxên van sê mirovan ku di 29ê pûşperê de hatine dîtin û  niha li Navenda Rîtuela Neolîtîk a Xerabreşka ne, weke serê lîsteyê hatine hilbijartin.

 

Xerabreşk ev 15 meh in ji ber çêkirina banî û avakirina navenda geşkirinê, ji serdanan re hatiye girtin.