1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Li Zanîngeha Rojava şopdarên Mesrî Xan Xesro
Li Zanîngeha Rojava şopdarên Mesrî Xan Xesro,li,zanîngeha,rojava,şopdarên,mesrî,xan,xesro

Li Zanîngeha Rojava şopdarên Mesrî Xan Xesro

Ji giştî 118 xwendekarên ji Zanîngeha Rojava derçûne, 66 xwendekarên jin in û di fakulteyên zanistên perwerdehiyê û wêjeya kurdî yên Zanîngeha Rojava de 2 salan xwendina xwe qedandine. Derçûna yekemîn a xwendekarên Zanîngeha Rojava bûyereke dîrokî li herêmê ye

A+ A-

QAMIŞLO / ŞÎNDA EKREM

Perwerde gava sereke ber bi rêya azadiya fikrî û çandî ya mirovan ve ye û bi taybet ji bo jinan ji ber ku jin mamosteyên yekemîn di malbatê de ne û rola wan di pêşxistina civakê de sereke ye. Jin kevirkoşeya bingehîn a civakê datîne. Tevî vê yek jin di civakên paşverûtî de hatine paşguhkirin û hê jî di gelek civakan de paşguhkirî ne û kêmî mêran tên dîtin.

Tevî sîstema baviksalariyê di dîroka Kurdan de yekemîn jin bi rola xwe di perwerdeyê de rabû û wek mamosteya zimanê kurdî û wêjeya kurdî ji aliyê serokkomarê Mehabadê Qazî Mihemed ve hate erkdarkirin, Mesrî Xan Xesro bû û li dibistana Keleha Serdar a bajarê Bokan perwerdeyên xwe dan. Mesrî Xan Xesro beriya çend mehan piştî ku 86 sal ji temenê xwe derbas kir, koça dawîn kir û navê xwe di dîroka wêjeya kurdî de nivîsand û bi perwerdekirina bi sedan xwendekarên Kurd mîraseke mezin li pey xwe hişt.

Beriya ku sîstema perwerdeyê li rojavayê Kurdistanê dest pê bike, jinan para xwe ji paşguhkirinê wergirt, nemaze sîstema baviksalariyê ku jin pê hatibûn qeydkirin.

Bi destpêkirina şoreşa Rojava re jin beşdarî hemû aliyên şoreşê bûn û cihê xwe di aliyê perwerdeyê de bi awayekî sereke girt û qeydên ku pê hatibûn girêdan şikandin.

Piştî ku Zanîngeha Rojava di 4'ê Tîrmeha 2016'an de hate vekirin, jinan gava yekemîn ber bi perwerdeya zanîngehê ve avêtin, nemaze di perwerdekirina zimanê kurdî de pêşeng bûn. Piştî du salan ji perwerde û xwendinê di Zanîngeha Rojava ya kantona Cizîrê de, xwendekarên jin kedeke mezin di çalakiya perwerdeyê de da û koma yekemîn a zanîngehê ku 66 xwendekarên jin tê de hebûn, ji zanîngehê derçûn.

Ajansa me ANHA'yê  nêrîna hin xwendekarên jin ên ji Zanîngeha Rojava derçûne wergirtin.

‘Jinên perwerdekirî bingeha avakirina civakeke xwedî nirxên exlaqî ne’

Mamoste Lîlav Şiwêş da zanîn ku ji destpêka vekirina Zanîngeha Rojava ve wan wek jin kedeke mezin daye da ku nifşekî afirîner ava bikin û civaka xwe bi nirxên exlaqî bi pêş bixin û wan di perwerdeya xwe de sîstema nirxandinê li şûna ezmûnan daye meşandin.

Lîlav diyar kir ku sîstema perwerdeyê di Zanîngeha Rojava de cudatirî sîstema perwerdeyê ya zanîngehên din e ku rola jinan di perwerdeyê de hatibû paşguhkirin û wan sîstema wekheviyê di hemû beşên perwerdeyê de da meşandin da ku nifşekî pêşeng ava bikin.

'Bêyî naskirina dîroka xwe azadiya me tune ye'

Xwendekara jin ku ji Beşa Dîrokê ya Zanîngeha Rojava derçûye Şahnaz Remezan behsa qonaxa destpêkê ya sîstema perwerdeyê di zanîngehê de kir û wiha got: "Dema ku zanîngeh li herêma me hate vekirin, em gelekî kêfxweş bûn. Nemaze yekemîn zanîngeha gelê rojavayê Kurdistanê ye û di encama şoreşa Rojava de pêk hatiye û beriya wê bi salan mafên jinan û rola wan a sereke di perwerdeyê de hatibû paşguhkirin."

Şahnaz got ev destkeftiyên jinan bi dest xwe ve anîne bi saya şehîdên jin in û di serî de şehîd Peyman. Mamosteya zimanê kurdî û wiha domand: "Bi saya xwîna van şehîdan rêya me ber bi azadiyê ve hate vekirin û me jî bi rêya Zanîngeha Rojava rastiya dîroka xwe nas kir."

'Em ê nifşekî afirîner li gorî rêgeza neteweya demokratîk ava bikin'

Şahnaz Remezan di dawiya axaftina xwe de got piştî ku ew ji Zanîngeha Rojava derçûn dê bi rola xwe di avakirina nifşekî afirîner de rabin û li gorî bingeha neteweya demokratîk û azadiya jinan tev bigerin.

ANHA