1. Hemû Nûçe

  2. Jiyan

  3. Li Şûna Rondikan Xwîn Diherike
Li Şûna Rondikan Xwîn Diherike,li,şûna,rondikan,xwîn,diherike

Li Şûna Rondikan Xwîn Diherike

Bi firotinê xwestin îradeya jinên Êzîdî bişkînin

A+ A-

ʹPêşmerge hûn bi pereyan firotinʹ

QAMIŞlO – Jinên Êzidî yên ku YPJ`ê ew ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin serpêhatiya xwe vegton û gotin ku çawa Hêzên PDK`ê ew di nava pençên çeteyên DAIŞ`ê de hiştin. Jinên Êzîdî li ser bûyerê ev tişt gotin: ʺÇeteyên em revandin ji me re digotin ʹpêşmergeyên PDKʹê hûn bi pere firotin, li şûna em biçin Kerkûkê me berê xwe da Şengalêʹ.ʺ

Çeteyên DAIŞ`ê bi komkujiya li ser jin dayîn meşandin xwestin rûmeta jin reş bikin û vîna wê bişkînin. DAIŞ bi rêbazên herî qirêj jinên Kurd ên Êzidî firotin. Mîna pêvajoya koletiyê jin weke xenîmet (Tiştên di şer de têne destserkirin) bikaranîn û Hêzên PDK`ê berpirsyarê vê yekê ne.

Jinên Êzidî yên ji aliyê YPJ/YPG`ê ve ji destê çeteyên DAIŞ`ê hatin rizgarkirin serpêhatî û zordariya di dema ji aliyê çeteyan ve hatin revandin vegotin.

TIRKO GIRÊ BALÎ

Jina Êzdî ya bi navê Tirko Birê Balî yek ji jinên ku ji aliyê çeteyan ve hate revandin û ji aliyê YPJʹê ve hate rizgarkirin. Tirko serpêhatiya xwe bi van gotinan anî ziman: ʺNavê min Tirko Girê Balî ye

TURKUCIR BELA

ez 27 salî me, ji gundê Gir Şebab ê girêdayî Sûnûnê me. Piştî ku DAIŞ`ê êrîş Şengalê kir em ji malê derketin û dema me dixwest em birevin çeteyên DAIŞ`ê em girtin.

Çeteyên DAIŞ`ê ji me re digotin ʹpêşmerge hûn firotin me, em şûna biçin Kerkûkê me berê xwe da Şengalê.ʹ

Destpêke em ji Sinûnê birin bajarê Til-Afer ê dikeve rojavayê Mûsilê û ji wir jî birin zindana Badûş. Balafiran zindana Badûş bombebaran kir û em dîse vegerandin Til-Afer.

Em sê mehan li Iraqê man piştre em ji Iraqê anîn Reqqayê û ji wir anîn Şedadê. Ji Şedadê jî derbasî Girê Spî û herî dawî Reqqayê kirin.ʺ

Zaroka bi navê Sûham Xidir Xelef têildarî bûyerê wiha axivî:

ʺTemenê min 14 salî ye û ez ji Dugirê me. Pêşmergeyan ji me re gotin:ʹBaznedinʹ. Piştre Pêşmerge em xapandin û terka me kirin. Em jî ji ber DAIŞ`ê reviyan lê belê me nikarîbû em xwe rizgar

Siham Khader Xelef

bikin û ketin destê wan.

Piştî ku DAIŞ em girtin em birin dibistana Dugirê. Mêr û jin ji hevdû veqetandin. Ji me re gotin ku me hemû mêr û jin kuştine. Dema me ji wan pirsî hûn çima wisa li me dikin? Ji me re gotin pêşmerge hûn firotin me.

DAIŞ piştre em birin Iraqê û di zindana Badûş û birin Til Aferê. Ji Til Eferê jî em derbasî Sûriyê kirin. Em birin Reqqa. Ez despêke firotim zilamekî bi navê Ebû Bekir El-Cizrawî û 8 rojan li gel wî mam. Ebû Bekir El-Cezrawî piştre ez firotim çeteyekî bi navê Ebû Mihemed El-Cezrawî û mehekê li gel wî mam. Piştî mehekê wî çeteyî ez firotim çeteyekî bi navê Ebû Fetûm El-Cezrawî. Nêzî mehekê ez li gel Ebû Fetûm El-Cezrawî mam û wî jî ez firotim Ebû Xetab El-Cezrawî. Herî dawiyê piştî mehekê wî çeteyî ez firotim çeteyekî bi navê Ebû Zubêd El-Şamî. Piştî wê ez reviyam.ʺ

Jina ciwan a bi navê Sîham Silêman li ser bûyerê ev tişt anî ziman:

ʺDema ez ketim destê çeteyên DAIŞʹê de ez 16 salî bûm. Ketina me ya destê çeteyan de sûcê pêşmergeyan bû. Pêşmerge ji me re gotin ʹnetirsin, ji malê dernekevinʹ wê DAIŞʹê  tiştekî bi we neke. Lê

SIHAM SLIMAN

dema çete hatin pêşmerge revaiyan û em dinava destê çeteyan de hiştin.

Ez nêzî deh rojan li Mûsilê mam û piştre em derbasî herêma Şedadê ya Sûriyê kirin. Ji Şedadê ez firotim çeteyekî ji Lîbiya û wî çeteyî ez birim Dêrezorê. Piştî mehekê wî çeteyî ez firotim yekî bi navê Abdullah.

Abdullah hat kuştin û piştî wê ez ji çeteyekî bi navê bi navê Ebû Ferec El-Lîbî ku berpirsê biryargeha Lîbya bû re hatim firoşim. Em li Dêrezorê bûn. Ez sal û nîvekê li gel çeteyê bi navê Ebû Ferec mam.

Em ji Dêrezorê çûn Helebê nêzî Bab. Piştî wî Ebû Ferec ez firotim çeteyekî bi navê Ebû Silêman. Ew çete ji Reqqayê bû û ez birim Reqqa. Ez tenê rojekê li gel wî çeteyî mam û ez reviyam.ʺ

Jina êzdî ya bi navê Xezal Selîm Xelo bûyer bi van gotinan vegot:

ʺXezal Selîm Xelo ya 19 salî ew û hevjîn û her du zarokên xwe ji aliyê çeteyên DAIŞ`ê ve têne girtin û wan dibin Til Afer. Piştî 8`mehan wê û hevjînê wê ji hevdû vediqetînin. Hevjînê wê di bin

Ghazali Selim free

Mûsilê wê û zarokê wê jî dibin Reqqa dixin zindanê de. Piştî ku du mehan li Reqqa dimîne wê vedigerînin Mûsilê. Li wêderê 8 mehan dimîne û wê dîse vedigerînin Reqqayê. 10 roj li ser hatina wê ya Reqqa derbas nabe û ew ji çeteyê DAIŞ`ê tê rizgar kirin.

Jina bi navê X. Ş. I. aliyek ji serpêkhatiya xwe wiha vegot:

ʺEz ji gundê Herdana yê Şengalê me. Em du salan di destê çeteyên DAIŞ`ê de man. Çeteyên DAIŞ`ê ji me re gotin `Pêşmerge hûn firotin meʹ.

DAIŞ malbata min hemû girtin û birin. Ez nizanim çi ji wan hatiye û ez bi tenê mame. Em di nava destê wan de riswe û rezîl bûn. Zarokên min bêxwarin û cil bûn.ʺ

Sibe: Jinên Şengalê mirin û koletî qebûl ne kirin.

 

Jinên Şengalê mirin û koletî qebûl ne kirin 

MEDYA HENAN

QAMIŞLO – Jina êzîdî ya bi navê Wefa Meşel tevî her du xwişkên xwe û meta xwe koletiya çeteyan qebûl nekir û ji bo rûmeta xwe biparêzên, xwe avêtin avê.

Jinên Şengalê li hemberî çeteyên DAIŞ`ê li ber xwe didin, hinek ji wan ji bo rûmeta xwe biparêzin xwe ji çiya avêtin û hinekan ji wan xwe avêtin avê û dawî li jiyana xwe anîn. Wefa, her du xwişkên xwe û meta xwe koletiyê qebûl nakin û ji bo rûmeta xwe biparêzin, xwe tavêjin avê.

Di sibeheke hevîna sala 2014′an de, ewrekî reş bi ser gundê Coko yê 15 km dikeve başûrê çiyayê Şengalê de hat.

Di dîmenekî ku li ser internêtê hatiye belavkirin çeteyên DAIŞ`ê jin û mêrên gundê Koço di dibistanê de dîlgirtine. Ala xwe bilind kirine û bi tekbîrê re şerê taybet li ser wan dide meşandin. Çeteyên DAIŞ`ê bi awayekî hovane jin û mêran ji hevdû vediqetînin.

Keça ciwan a bi navê Wefa Salim Meşeil di 17 saliya xwe de ji aliyê çeteyên DAIŞ′ê ve hat revandin. Çete Wefa Salim Meşeil jî tînin heman dibistanê û wê direvînin. Piştî 3 salan jî ji aliyê şervanên YPJ′ê ve hat rizgarkirin.

Şervanên YPJ′ê yên ku di nava refên QSD′ê de beşdarî Hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqqayê bûne, bi dehan jinên Êzidî ku çeteyên DAIŞ′ê ew anîbûn bajarê Reqqayê, rizgar kirin.

Wefa anî ziman ku çeteyan li gundê Koço dor li wan girtin, şênî li dibistana gund kom kirin, jin û zarok li qatekî jorîn ê dibistanê bi cih kirin, mêr jî ji wan veqetandin û îdam kirin. Wefa wiha got: ″Di nava mêrên ku hatin îdamkirin de bavê min Samî Salim û du birayên min jî hebûn.″

Piştî ku mêr hatin îdamkirin, çeteyan Wefa tevî 150 jinên ku temenên wan di navbera 17-50 de bûn û zarokên wan, birin bajarê Mûsilê. Wefa wiha domand: ″Em 3 rojan li Mûsilê man. Piştre keçên ciwan ji jinên temen mezin veqetandin. Wê demê temenê min 17 sal bû, ji ber wê ez tevlî keçên ciwam kirim û berê me dane bajarê Reqqayê.″

Derbarê çarenûsa jinên temen mezin jî, Wefa got ku çeteyan ew birin bajarê Tilefer û piştre tu agahî  li ser wan negirtin.

Ji koletiyê re…. Na

Li bajarê Reqqayê mezrayek heye, çeteyan ew mezra wekî cihê firotina jinan bi kar tanîn. Wefa ew kêlî wiha vegotin: ″Çete rojane dihatin mezrayê, jinek dibirin û difirotin. Em pir ditirsiyan. Çeteyan gef li me dixwarin û digotin eger em bi wan re neçin, ew ê me bikujin  û bişewitînin. Girî û axaftin jî cezayê wê hebû, dema ku jinek digiriya, çeteyan lê dida. Eger ku baxiviyana jî, digotin ′Em ê we bişewitînin′. ″

Xwe kuştin…

Di wan rojan de dora Wefa hat  û çeteyê bi navê Ebû Qeqa El-Cezrawî hat mezrayê, wê, herdû xwîşkên wê Henan û Xada  û xaltîka wê Zêna dibe.

Wefa bi dilsojî ew roj anî bîra xwe û got: ″Destên me kelebçe kirin û em xistin erebeyekê. Wê demê em bi revê fikirîn. Erebe gihîşt pirekê û leza xwe kêm kir, me mirin baştir dît û me xwe avêt avê. Xaltîka min û herdû xwîşkên min di avê de fetisîn, tenê ez filitîm. Lê çeteyan ez ji avê derxistim û birim barageheke xwe ya li bajarê Reqqayê.″

Bazirganî bi jinan dikirin… 

Li baragehê Endamê Dîwana Lêkolîn û Fitweyan a girêdayî çeteyên DAIŞ′ê şêx Tirkî Bin Elî Wefa bi xwe re bir û mehekê li gel xwe hîşt. Wefa got ku şêx bi 3 jinan re zewicî bû û navên wan Um Hemam El-Tûnisîye, Um Sifyan El-Reqqawiye û Um Xeyd El-Iraqiye bûn.

Wefa anî ziman ku têkîliya di navbera şêx û serçeteyê DAIŞ′ê Ebû Bekir El-Bexdadî de pir baş bû.

Şêx ji bo kar çû Mûsilê û Wefa diyarî çeteyê bi navê Ebû Miseb El-Behrênî kir. Ebû Miseb jî Endamekî Ceyş El-Xîlafa bû.

Ebû Miseb Wefa 6 mehan li gel xwe hişt, piştre ew firot çeteyê bi navê Ebû Welad El-Behrênî. Wefa li gel wî jî du salan ma, zarok jê anî û navê wê kir Umeyma. Niha zaroka wê yek salî ye.

Ebû Welad Wefa bir nexweşxaneya giştî ya bajarê Reqqayê. Li wir hevjîn û xwîşkên çeteyên DAIŞ′ê heyanî bêne zewcandin li wê nexweşxaneyê têne bicihkirin. Çeteyê bi navê Ebû Umer El-Şamî berpirsê wî cihî ye.

Wefa diyar kir ku ew du mehan li wî cihî ma. Piştre jî çeteyê bi navê Ebû Cemîl El-Hindawî ew bi xwe re bir. Wefa wiha axivî: ″Ebû Cemîl Hindawî bi jineke Êzidî ya bi navê Îxlas Xalid Elî re zewicî bû ku du zarokên wan ên bi navên Mîlad û Macid hebûn.  ″Wefa gelek zulm û lêdan ji destê Ebû Cemîl dibîne.

Wefa her çiqasî zulmê ji çeteyên DAIŞ`ê dibîne dîse hewldanên wê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kirin bi dawî nabe û şervanên YPJ`ê wê di Hemleya Xezeba Firatê de wê rizgar dikin.

9 jinên êzîdî bi hev re xwe avêtin firatê

Ajansa me ANHA’yê jî di 23’yê sibata 2015’an de li ser zimanê jina êzîdî ya bi navê Remziya Ilyas Xwedêda ku tevlî sê keçên xwe yên biçûk ji bajarê Helebê xwe ji destên terorîstan rizgar kirin û gihişt Efrînê got ku dema çeteyan ew ji Îraqê birin Sûriyê li nêzî Reqqayê 9 jinan xwe avêtin çemê Firatê û ji bo xwe ji zulma çeteyan xilas bikim dawî li jiyana xwe anîn. Lînka nûçeya hatiye weşandin eve:

`Pêşmerge reviyan, YPG`ê alîkariya me kirʹ 

MEDYA HENAN

QAMIŞlO – Jina Ciwan a Êzidî Suleyma Salim Xidir di zarotiya xwe de dibe qurbana zîhniyeta mêrê desthilatdar û tevî jinên Êzidî yên ku ketine destê çeteyên DAIŞ`ê li bazaran tê firton. Jina ciwan ku gelek êş û zehmetî jiyan kiriye got: ʺPêşmerge reviyan û ew li pişt xwe hiştin, Şervanên YPGʹê bi êzîdiyan re bûn alîkar.ʺ

Suleyma Salim Xidir ji gundê Koço yê ku 15 km dikeve başûrê çiyayê Şengalê. Li bazara Mûsil, Reqqa, Silûk, Til Efer û Heleb hate firotin.

Suleyma Salim Xidir piştî ku YPG`ê wê ji çeteyên DAIŞ`ê rizgar kir, buyerên ku ew û jinên êzidî tê re derbas bûne wiha vegot: ʺDema çeteyên DAIŞ`ê êrîşî me kirin, pêşmerge li wêderê bûn. Me ji wan re got hûn çima direvin? Pêşmergeyan ji me re gotin em nikarin bi we re bibin alîkar. Hûn jî birevin.ʺ

Suleyma Salim Xidir, dayîk, bira û şêniyên gundê wê nagihîjin ku xwe ji destê çeteyên DAIŞ`ê rizgar bikin û ketin destê çeteyan.

Piştî ku ew dikevin destê çeteyên DAIŞ`ê êdî serdema tarî ya fermana 74ʹan hate destpêkirin. Suleyma têkildarî dema di destê çeteyan de ma wiha vegot:ʺEm hemû xelkên gund ên ku ketin destê wan de birin dibistana Koço. Mêr ji zarok û jinan veqetandin. Çavên mêran girêdan û ew birin. Zêr, telefon û tiştên li ser jinan ji wan standin û hemû mal û mulkên şêniyên gund desteser kirin.

Piştre keçik û jin ji hevdû veqetandin. Keçik hemû birin Mûsilê û ez, dayîk, birayê min û jinên dîtir birin Til Eferê. Em 15 rojan li Til Eferê hiştin û piştre birin gundê Qizil Qiyo. Em bi qasî 4 mehan li wî gundî hiştin. Em ji wêderê derbasî Reqqayê kirin, beriya ku mehek me li Reqqayê derbas bibe, em birin Silûkê. Nêzî 23`ê rojan em li Silûgê man, çeteyekî bi navê Ebû Seed El-Cezrawî, hevjîna xwe û dişa wî, hatin em kirîn û bi xwe re birin Helebê.ʺ

Çete Suleyma ji dayîka wê vediqetînin

Çeteyên DAIŞ`ê jinên ku hîna di temenê xwe yê zaroktiyê de bûn di ruh û mejî de dukjin û wan difroşin.

Suleyma di berdewamiya axaftina xwe de wiha got: ʺÇete ez ji dayîk û birayê min veqetandin. Firotin çeteyekî bi navê Ebû Meseib El-Cezrawî û wî çeteyî ez bi xwe re birim Rqqayê. Ez sê mehan li gel xwe hiştim û piştre firotim Ebû Hitonî El-Cezrawî. Wî çeteyî jî ez dîse vegerandim Helebê.

Dema ku şer li Helebê dijwar bû em vegeriyan Reqqayê. Li gel wî çeteyî du jinên dîtir jî hebûn û salekê li gel wî mam.ʺ

Suleyma piştî çend salan ku di tarîtiyeke kûr de jiyan kir ji aliyê YPG`ê ve hate rizgarkirin. Suleyma  di dawiya axaftina xwe de wiha got: ʺYPG`ê bi min û Êzidiyan re bû alîkar, pêşmergebi alîkariya me ne kirin û reviyan.ʺ

 

Bi firotinê xwestin îradeya jinên Êzîdî bişkînin

MEDYA HENAN

QAMIŞLO- Hêzên PDK`ê çek nadin Êzidiyên Şengalê ku xwe ji çeteyên DAIŞ’ê biparêzin û çete ji bo îradeya jinên Êzidî bişkînin wan difroşin.

Jina Êzîdî ya bi navê Tirko Hisên a 25`ê salî dayîka du zarokan, ji gundê Herdanê yê Şengalê ye. Nêzîkatiya hêzên PDK`ê ku çawa gelê Şengalê di destê çeteyan de hiştin vegot. Tirko Hisên dibêje ew tu carî wê rojê jibîr nake û wiha dest bi axavtinê kir: ʺDîmenê pêşmerge direvîn û em di nava destê çeteyên DAIŞ`ê de hiştine ji bîra min naçin. Wê demê min hîskir ku em bê xwedî mane.”

Tirko Hisên di berdewamiya gotinên xwe de anî ziman ku şêniyên gundê wan ji hêzên PDK`ê çek xwestin da ku parastina xwe bikin û wiha pê de çû: ʺPêşmerge çek nedan şêniyan û du kes ji şêniyên gund li pêşiya çavê herkesî kuştin.ʺ

Tirko Hisên û zarokên xwe dema ku ji gundên xwe derdikevin çeteyên DAIŞ`ê di rê de wan dibînin. Ji şêniyan dixwazin ku alên spî rakin û keçên xwe radestî wan bikin. Şêniyên gund vê yekê napejirînin û bi lez berê erebeyên xwe ku hejmara wan 50 erebe ye, didin navçeya Sinûnê.

Çeteyên DAIŞ`ê riya wan digre û wan dibe navenda Şengalê. Ciwan, mêr jin û zarokan ji hevdû vediqetînin. Ciwanan li Şengalê dihêlin û bi darê zorê wan tevlî xwe dikin, jinên ciwan dibin qesra Sedam Hisên a Mûsilê û jinan jî dibin bajarê Reqqayê.

Di berdewamiya gotinên xwe de Tirko Hisên da zanîn ku çeteyê bi navê Hac Abdullah Tirkmanî, Hac Baqir Til-Afer û Ebû Alî berpirsyarê wan bû û wiha dom kir:ʺ Ev her 3 çete heyanî em gihîştin bajarê Reqqayê berpirsyarên gurûpa me bûn. Piştî em gihîştin Reqqayê em birin avahiyeke mezin. Li her quncikeke avahiyê kêr, alavên kuştinê û werîsên darvekirina insanan ku hemû bi xwîn bûn, hebûn. Ew alav ji bo kuştina mêran hatibûn amade kirin. Xwarin nedidan mêran. Piştî hefteyekê ji wan re gotin ku ew efû kirine û ew birin qesra Sedam Hisên a Mûsilê. Yên dîtir jî birin herêma Giyare.”

Bi darê zorê wan dikin misilman

Li ser mijara ku çeteyên DAIŞ`ê wan bi darê zorê dikin misilman Tirko Hisên ev tişt anî ziman:ʺ Çeteyên DAIŞ`ê li ser me ferz kirin ku em bibin Misilman. Yekî di ola xwe de israr kiribane ew bi serjêkirina zarokên wan tehdîd dikirin. Jinên ciwan ên Êzidî ji bo çeteyên xwe dibirin qesra Spî. Jinên zewicî jî kafir didan naskirin û ew dibirin zindana Til Efer. Ez jî 3 mehan li zindana Til Efer mam. Piştre ez û zarokên min birin gundekî vala yê Iraqê û ji wir jî birin gundê Koço yê dikeve başûrê Şengalê.

Ji bo îradeya wan bişkînin ew difroşin

Tirko Hisên di berdewamiya gotinên xwe de wiha got:ʺÇeteyên DAIŞ`ê di saetên sibehê de ez ji xew rakirim û ji min re gotin ku wan ez firotime çeteyekî bi navê Ebû Sefyan. Ez çend hefteyan li gel wî çeteyî mam.ʺ

Çeteyên DAIŞ`ê li Reqqayê Tirko Hisên her carekê difroşin çeteyekî heyanî ku hejmara wan dighîje deh çeteyî.

Tirko li hemberî zulma çeteyan û destdirêjiya wan li ber xwe dide. Gelek caran hewl dide ku ji çeteyan rizgar bibe û herî dawî YPG/YPJ`ê wê rizgar dikin.

SIBE: ‘PDK`ê Şengal firotin DAIŞ’ê’

(np/dc)

ANHA