1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. Lîstikên Arîstophanes û Daîro Fo bi Kurdî tên lîstin
Lîstikên Arîstophanes û Daîro Fo bi Kurdî tên lîstin,lîstikên,arîstophanes,û,daîro,fo,bi,kurdî,tên,lîstin

Lîstikên Arîstophanes û Daîro Fo bi Kurdî tên lîstin

Şanogerên Şanoya Bajarê Amedê, lîstika 'mozeqirtik' a 2500 sal berê ji aliyê Arîstophanes ê ji Yewnan a Antîk ve hate nivîsandin û lîstika 'wê neyê dayin, em nadin' a nivîskarê Îtalî Daîro Fo bi Kurdî amade kirin

A+ A-

Şanogerên ku qeyûmê AKP'ê hewl dide pêşî li kar û hunera wan bigire, destnîşan kirin ku ew bi hunera xwe li ber xwe didin.

Qeyûmê ku dest danî ser Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê, weke karê destpêkê Şanoya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê girtibû. Şanogeran jî di nava demeke kurt a Şanoya Bajarê Amedê ava kirin, li salona nû ava kirin gelek lîstik pêşkêş kirin û festîvaleke şanoyan jî li dar xistin. Her wiha derketin tûra gelek bajaran û li gelek deveran hunera xwe pêşkêş ikrin. Koma şano ya navborî wê piştî hefteyekê dest bi tûra Ewropayê bike û li 5 welatan 12 caran derketin ser dikê. Şanogerên ku lîstikên xwe digihêjînin bi deh hezaran kesî, li aliyekî din jî amadekariyên xwe yên ji bo sezona nû zêde kirin. Lîstika destpêkê ya sezona nû wê roja 29'ê Îlonê bê lîstin.  Nazim Hîkmet Çalişkan, ku di Şanoya Bajarê Amedê de derhêneriyê dike û lîstikan dinivîsîne, qala karên xwe yên sezona nû kir.

QEYÛM NEKARÎ PÊŞÎ LÊ BIGIRE

Çalikan bi bîr xist, qeyûmê li hemberî vîna gel hate tayînkirin êrîşî çanda Kurd kir, bi derxistina ji kar a karkerên şano dest bi kar kir û anî ziman, wan di meha Sibatê de Şanoya Bajarê Amedê ava kirine û ji hingî ve karekî alternatîf dimeşînin.

Çalikan got, "Tevî lîstikên xwe, me Festîvala Şano ya Amedê ya 5. îsal li dar xist. Me ev festîval tevî civakên mûxalîf ên şano yên li Tirkiyeyê kir. 16 lîstik, ji bo destekê bidin me hatin Amedê. Bi meha Tîrmehê re me navberek dan. Hem ji bo lêgerîna li lîstikên nû yên sezona nû, hem jî ji bo plansaziya tûrneyan navbereke bi vî rengî pêwîst bû. Piştre di meha Tebaxê de me dest bi provayan kirin."

LÎSTÎKÊN DARÎO FO Û ARÎSTOPHANES BI KURDÎ HATIN AMADEKIRIN

Çalikan anî ziman, ji bo sezona nû wan xwe bi rengê du koman bi rêxistin kirine, giranî dane ser du lîstikan û got, "Ji bo sezona nû em ketin nava lêgerînta tekstê. Yek ji tekstên ku ji bo vê sezonê em li ser sekinîn, lîstika komediya polîtîk a bi navê 'wê neyê dayin, em nadin' a nivîskarê mûxalîf ê Îtalî Darîo Fo ye, ku qala nakokiyên nava sîstemê û sekna çîna karker a li nava sîstemê dike... Me ev yek bi Kurdî amade kir.

Lîstikeke din jî ji Yewnan a Antîk e. Lîstika 'mozeqirtik' (dadger) a komedya Arîstophanes e, ku emrê xwe bi qasî 2500 sal e. Di vê lîstikê de qala sistbûna sîstema hiqûqê ya wê demê li Atînayê dike, ku bi rengekî kêfî dest li jiyana her kesî dihate werdan, ceza li mirovan dihate birîn û rexneyê vê tê kirin. Lewma em qala tiştekî klasîk dikin. Ya rast, rewşeke îronîk e ku radixe pêş çavan bê desthilatdarî çiqasî biçûk, qels û bê hêz in. Em qala lîstikekê dikin ku nîşan dide dîrok xwe dubare dike. Vê lîstika Arîstphanes xwe li me ferz kir û me jî wergerand. Provayên me dewam dikin."

HEWLDANÊN JI BO XWE GIHANDINA TEKSTÊN BI KURDÎ DEWAM DIKIN

Çalikan diyar kir, hewldanên wan ên ji bo xwe gihandina tekstên Kurdî û mezinkirina dika wan a şanoyê dewam dikin û got, "Bi qeyûm re hinekî pêşî li hewldanên me hate girtin. Pêşbirka me ya nivîsandina lîstikan bi Kurdî hebû. Em difikirin ku vê yekê sala bê dewam bikin. Dema ku ev pêşbirk dewam bike, ji wir tekst ji me re tê, ji girtîgehan tekst tên."

Çalişkan destnîşan kir ku ew ê bi xurtî dest bi sezona nû bikin û ragihand, ji bilî lîstikên nû ew ê dest bi lîstikên ji bo zarokan jî bikin. Çalikan diyar kir di vî warî de wan dest bi amadekariyê ji bo festîvala zarokan kirine.

LÎSTÎKÊN ME JÎ RÊBAZEKE BERXWEDANÊ YE

Di dawiya axaftina xwe de Çalikan da xuyakirin, ku ji bo xurtkirina şanoya mûxalîf a alternatîf li Amedê wan zend û bend ba dane û destnîşan kir, ku li hemberî kiryar û destwerdana pêkanînên faşîzmê li hemû qadên jiyanê, ew jî bi şanoya xwe li ber xwe didin.

Çalikan destnîşan kir, ku wê vê berxwedana xwe geş bikin û got, "Di vî warî de helwest û biryara me zelal e. Em ji gel û temaşevanên xwe dixwazin ku xwe li zemînên ku bi çand û zimanê wan hilberînê dikin, bigire. Em li ser heman zemînê ne û banga têkoşînê dikin."