1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Mala mirovahiyê ya nû dikare Tîtan be
Mala mirovahiyê ya nû dikare Tîtan be,mala,mirovahiyê,ya,nû,dikare,tîtan,be

Mala mirovahiyê ya nû dikare Tîtan be

A+ A-


Zanyar dane zanîn ku peyka herî mezin a Saturnus´ê Tîtan, xwedî enerjiyeke ku dikare têrî 300 milyon mirovî bike.

 

Li gor zanyarên DYA´yê Tîtan bi atmosfera xwe ya qalind ku ji radyasyonê diparêze, bi rûbera xwê ya zinarî û kanên xwe yên dewlemend ên enerjiyê dikare malovaniya koloniyeka pir mezin bike.

 

Pirspor diyar dikin ku ji bo avahiyên dê li Tîtan´ê bêne avakirin, pêdivî bi kanên enerjiyê yên nukleerî, kîmyayî, hîdro, ba û rojê heye.

 

Zêdebûna şilaviya herikbar a li Tîtan´ê, derfet dide santralên hîdro elektrîkê.

 

Ji deryayên metanê, bi rêya avakirina pergala serberjêriyê, dikare lezgîniya herikbariyê bê zêdekirin û elektrîk bê hilberandin.

 

Ji bayekî ku di çirkeyekê de 20 metre bi lez tê, bi sedan megawatt enerjî dikare bê hilberîn. Tîtan deh caran zêdetir ji cîhanê, dûrî rojê ye. Li gor lêkolînan, ji bo bikaribe ji 300 milyon mirovî re elektrîk bê bidestxistin, ji sedî 10ê rûyê zemîna Tîtanê bi panelên rojê bê girtin, têre dike.

 

Golên metanê

 

Germahiya li ruyê vê peyka Saturnus´ê -180 pîle ye. Atmosfera wê ya ku qerisiye jî ji nîtrojen û metanê tê pê. Li vê peykê golên mezin ên metan û etanê hene.

 

Rûzemîna Tîtanê ewçendî sar e ku hin kîmyasalên di nav hewayê de weke gaz divê hebin, li Tîtanê şilavî ne.

 

Ji Zanîngeha Johns Hopkins´ê Ralph Lorenz dibêje; ”Metana li Tîtan´ê ji bo rêwîtiya fezayê kaneka bêhempa ye. Ev der dikare bibe navendeka ikmalê”.

Haber görseli
 
Haber görseli
 
Haber görseli
 
Haber görseli
 
Haber görseli
 
Haber görseli
 
Haber görseli
 
Haber görseli