1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Mam Celal wê roja Înê were veşartin
Mam Celal wê roja Înê were veşartin,mam,celal,wê,roja,înê,were,veşartin

Mam Celal wê roja Înê were veşartin

Cenazeyê Celal Talabanî roja Înê li Silêmanî wê were veşartin

A+ A-

Sekreterê Giştî yê YNK’ê û Serokkomarê berê yê Iraqê Celal Talabanî roja Înê li Silêmanî wê were veşartin.

Berdevkê YNK'ê Sadî Ehmed Pîre bi daxuyaniyeke çapemeniyê got, cenazeyê Talabanî 6’ê Cotmehê, roja Înê li Silêmanî wê were veşartin.

Cenaze ji Elmanya wê bibin Bexdayê û piştî merasîmeke fermî ya li Bexdayê wê ji wir cenaze bînin Silêmanî.

Hevsera Talabanî Hêro Ibrahîm Ehmed û kurên wê Qubad Talabanî û Pavel Talabanî ji bo cenazeyê Talabanî bînin çûne Berlînê.

Serxweşîdayin 7’ê Cotmehê Şemiyê wê werin qebûlkirin.