1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Meclîsa Giştî ya Şengalê hate ragihandin
Meclîsa Giştî ya Şengalê hate ragihandin,meclîsa,giştî,ya,şengalê,hate,ragihandin

Meclîsa Giştî ya Şengalê hate ragihandin

Şêniyên Şengalê di salvegera çaremîn a Qirkirina 3'ê Tebaxa 2014'an de Meclîsa Giştî ya Şengalê ragihandin

A+ A-

Ciwanên Yekîtiya Ciwanên Êzidî (YCÊ) şeva Pêncşemê li çiyayê Şengalê dest bi meşa bi meşaleyan kirin. Roja Înê jî bi beşdariya girseyî çalakiya xwe dewam kirin. Ciwanên ku danê sibehê li herêma Amûdê ya Şengalê li hev civiyan, ber bi Kampa Serdeştê ve meşiyan.

Li vê derê çalakiyek hate lidarxistin û tevî rayedarên Partiya Azadî û Demokrasiyê ya Êzidiyan (PADÊ), Tevgera Azadiyê ya Jinên Êzîdxanê (TAJÊ), Meclîsa Damezrîner a Şengalê û Êzidiyên li kampa Serdeştê, parlamentera Êlihê ya HDP'yî Feleknas Ûca, Berpirsyarê Partiya Bêt Nahrên a Suryaniyan Yûsûf Yakûp û heyetên Suryanî, Asûrî, Keldanî yên ji Bakurê Sûriyeyê û Mûsilê hatin tevlî çalakiyê bûn.

Girseya gel li pişt pankartên bi nivîsa "Em ê fermanê ji bîr nekin" û "Bi rêxistinbûn û têkoşîna ciwanên Êzidî em ê tola fermanê hilînin" meşiya.

Jin û zarokên ji nava lepên DAÎŞ'ê rizgar bûn, yên ku hîn xizmên wan dîl girtî ne û Şengaliyên piştre li cih û warê xwe vegeriyan cihê xwe li refên pêş ên meşê girtin.

Ewlekariya meşê ji aliyê YBŞ, YJŞ û Hêzên Asayîşê ve hate kirin.

Di meşê de wêneyên jin û zarokên di komkujiyê de dîl hatin girtin, posterên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YBş û YJ'ê hatin hildan û dirûşmên "Bimre Xiyanet", "Bijî Serok Apo" hatin qîrîn. Çalakgeran nerazîbûn nîşanî PDK'ê dan.

Girseya gel dema ku gihîşt ber avahiya Meclîsa Xweseriya Demokratîk a Şengalê ji bo mirovên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dan, deqeyek rêz girt. Piştre nûnerê PADÊ axivî û destnîşan kir ku Êzidî êdî civakeke azad e û amade ye.

Parlamentera Êlihê ya HDP'yî Feleknas Ûca jî bi navê KCD, DBP û HDP'ê axivî û diyar kir ku gelê Şengalê bi tenê nîne, hemû Êzidiyên li çar parçeyan pê re ne. Ûca destnîşan kir ku wê kiryarên DAÎŞ'ê ti carî ji bîr nekin û got, heta ku jin û zarokên êsîr bên rizgarkirin wê têkoşîna xwe bidomînin.

Ûca işaret bi girîngiya pêkhatina yekîtiya Êzidiyan kir û got, "Ji bo naskirina vê fermanê me gelekî hewl dan, lê bersiva neyînî hate dayin. Cîhan tev li pêşberî vê qirkirinê bêdeng ma, ji nedîtî ve hat. Ancax em dikarin xwedî li hev derkevin. Ji bo vê jî divê em yekîtî û têkoşîna xwe gşe bikin. Heta ku em jinên xwe yên di destê wan de ne rizgar bikin, sekn wê li me nebe."

Berpirsyarê Partiya BAêt Nahrên Yûsûf Yakûp jî anî ziman ku ew ne xerîbê êşên Êzidiyan e û bi bîr xist ku hezar sal in komkujî li Suryaniyan tê kirin û tên qirkirin.

Piştî axaftinan damezrandina Meclîsa Giştî ya Şengalê hate ragihandin. Meclîsa Giştî ya Şengalê ji nûnerên Êzidî, Suryanî, Asûrî, Keldanî û Erebên Şîa yên li herêmê pêk tê.

ANF