1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Meclîsa Sivîl a Reqa… hêvî û astengî – 1 DOSYA
Meclîsa Sivîl a Reqa… hêvî û astengî – 1 DOSYA,meclîsa,sivîl,a,reqa,hêvî,û,astengî,1,dosya

Meclîsa Sivîl a Reqa… hêvî û astengî – 1 DOSYA

A+ A-

Şert û mercên avakirina Meclîsê

SÎPAN SILO – KENDALŞ ÊXO

REQA – Meclîsa Sivîl a Reqa ku di meha Nîsana 2017`an de hat raqihandin, di çarçoveya pêşkêşkirina xizmetên girîng û pêwîst de, wek berpirsê yekemîn ê nûjenkirina jiyanê û rêxistinkirina civakê li bajarê Reqayê tê pêk anîn.DOSIYA-MECLISA-SIVIL-YA-REQQA ‫(1)‬

Bi destpêkirina hemleya Xezeba Firatê ya rizgarkirina Reqayê ku di meha Mijdara 2016`an de, dest bi çalakiyên amadekirinê kir, amadekariya avakirina Meclîsa Sivîl ku çavdêriya xebatên rêxistinkirina Reqa û Herêmên rizgarkirî bikin û xizmetan pêşkêş bikin.

Piştî hejmarek civîn û nîqaşên berfireh bi rûsipiyên herêmê û psporan re bi firmî di 18/ Nîsana derbasbûyî de hat ragihandin, Baregeha Meclîsa ya demkî niha heta ku bajarê Reqayê rizgar dibe dê li bajaroka Eyn Îsa be.

Di vê dosya me de, emê bale bikşînin ser bingeh û avahiya vê Meclîsê, her wiha bingehên fikrî yên li ser hatiye avakirin û xebat û çalakiyên wê yên rêxistinkirina şêniyan.

Kombûna zarokên ReqayêDOSIYA-MECLISA-SIVIL-YA-REQQA ‫(1)‬ ‫‬

Pênasekirina Mecîsa Sivîl a Reqa wek kombûna tevahî gelên Reqayê kurd,ereb, tirkimen û aliyên din ên civaka cuda ya Reqayêp pêk tê.

Meclîs bi armanca rêxistinkirina gelên Reqa li ser bingeha demokratîk, wekhevî û dada civakî hat avakirin. Her wiha da çavdêriya hemû kar û barên xizmetên şêniyan bikin.

Meclîsa Reqa rewşa rêvebirina Reqayê dike ye, tiştê ew dibîne gincawe di nava saziyan de dike.

Piştî çend civînan a komîteya amadekar, Di roja 18`ê Nîsana derbasbûyî de, di civîneke damezrêner de ku li baregeha MSD`ê ya Eyn Îsa hatiye lidarxistin de, avakirina Meclîsa Sivîl a Reqa hat îlankirin.

Di civîna damezrêner de nêzî 100 kesayetên kurd, ereb û tirkimen amadebûn, her wiha fermandarên QSD`ê, MSD`ê û hejmarek mêvan, ku rayedsarên Rêvebriya Xweseriya Demokratîka Girê Sipî  û  Rêveberiya Sivîl a Demokratîk a Minbicê amadebûn.OMER ELUS

Meclîsê di civîna damezrêner de Şêx Hmemûd El-Borsan û leyla Mistefa wek hevserokên Meclîsê hilbijartin. Her wiha14 komîteyên cuda hatin avakirin.

Berpirsê têkliyên giştî yên Meclîsê Umer Elûş li ser giringiya avakirina meclîsê axivî û wiha got.ʺGiringiya avakirina Meclîsê ji aliyê civakî ve heye. Avakirina meclîsa Sivîl a Reqa di van şert û mercên ku herêm têre derbas dibe girînge, ji ber vê yekê îradeya hejmarek mezin a şêniyan bû yek da sazî yan meclîseke sivîl piştî rizgarkirinê rêveberiya herêmên ku hêzên leşkerî piştî rizgar dike dikin.

Biryarên Meclîsê Serbixwe ne

Meclîsa Sivîl a Reqa ji zarkên Reqayê pêk tê, bi giştî ji keseyetên civakî û niştimanî, Rûsipiyên eşîreyan  û kesayetên toknuqrat û xwediyên ên pspor endezyar û parêzeran û memosteyan  pêk tê. Piraniya Endamên Meclîsê serbixwe ne û ne girêdayî ti partiyên siyasî ne.DOSIYA-MECLISA-SIVIL-YA-REQQA ‫(40436225)‬ ‫‬

Umer Elûş wiha git: ʺ Hemû zarokên Reqa di vê meclîsê de gijhiştin hev ku şerê terorê bikin û guhertina sîstema siyasî li Sûriyê girînge. Di Meclîsa Sivîl a Reqa partî bi awayekî fermî tune ne, lê belê welatiyên Sûriyê ji şêniyên Reqayê bi cudahiya xwe ya siyasî ne.ʺ

Elûş diyar kir  ku ev nayê wê wateyê ku di pêşerojê de maclîs partiyan qebûl neke.

Jin û Ciwan

Jin bi awayekî çalak di hevserokatiyê û Endamtiya komîteyên girêdayî Meclîsa Sivîl a Reqayê dikin, ev cara yekemîne jin di rêveberiya kar û barên herêma Reqayê de dikin.Rola ciwanan jî li gor bendê 3 ya madeya 24`ê  ya sîstema hunmdirîn a Meclîsê , pêşenge. Endamtiya Meclîsa Sivîl a Reqayê ne tenê ji ol û yan mezheb, yan aliyekî re hatiye destnîşan kirin, mafê hemû şêniyên Reqayê ne.

Avahiya rêxistinî ya Meclîsê

Meclîsa Sivîl a Reqa ji dîwanê ji hevserokatiya Meclîsê ya jin û zilam û 3 cîgirên wê pêkhatiye, divê herî kêm yek ji cîgiran jin be.

Meclîs ji hejmarek komîte ku ji aliyê Desteya Giştî ve hatin destnîşankirin ku 14 komîteye pêk tê, bi navê komîteyên herdemî  tên naskirin û di civîna yekem a meclîsê de, hatin avakirin.RESA ALHEBUD

Komîte Ev in: Aborî, Darayî, Ewlehî û paastinê, çavdêrî û pişkinînê, Buroya rêxistinan û kar û barên mirovî, perwerde, hinkirin, têkliyln giştî, ragihandin, rêxistina civakî. Aş û firneyan, xizmetgozariyên giştî û şaredariyan.her wiha 3 burouyên Enerjiyê, avê û kanalîzisyon û paqijiyê, komîteya werzişê. Ciwan û komîtya tendurisatiyê, dada civakî û komîteya jinê .ʺ

Endama Meclîsa Sivîl a Reqa Reşa El-Hibûd got ku her komîteyek bi kordîneya bi desteya rêveber re rola xwe dilîze û yekser têkliya xwe bi şêniyan re heye.

Ji destpêka avakirina Meclîsa Sivîl a Reqayê ve şêniyên Reqa dest bi avakirina komînan kir, heta niha jî 170 komîn hatine avakirin, hin komîn bûn yek û meclîsa gelerî ava kirin.

Meclîsa gelerî ya gund û bajarokan dişibe Meclîsa Sivîl a Reqayê. Heta niha 8 meclîs hatine avakirin, Meclîsa gelerî ya bajaroka Eyn Îsa, Meclîsa bajaroka El-Hîşe, Meclîsa Cerniye, Meclîsa El-keram û Meclîsa Tebqa û hin meclîsên din hene.

Meclîs xwe dispêre çi ramanê

Rêgeza Demokratîk, jiyana hevbeş, biratiya gelan, şerê terorê bi hemû şêwazên xwe bingehên hevbeş ên şêniyên Reqayê ne ku rastî hovîtiya DAIŞ`ê hatibûn, da çerxa pêşveçûnê pêşve biçe.

Meclîsê her wiha hewil da rola jinê di civakê de, ji aliyê siyasî, civakê û aborî de xurt bike, li gor benda 36`ê ya rêzknameya hundirîn a meclîsê.

Meclîsa wiha dibîne ku ciwan stûnê jiyanê ye divê asta hişyariya wan bilind bibe û di hemû aliyan de pêşbikevin.

Astengiyên di rêya Meclîsê deDOSIYA-MECLISA-SIVIL-YA-REQQA ‫(40436226)‬ ‫‬

Ji bilî rûxandina madî ya çeteyên DAIŞ`ê li wan herêman li paş xwe dihêle, miqdarê rûxandina bîrdozî û deronî yek ji astengên herî mezin rûbirûyê meclîsa sivîl a Reqayê derdikeve.

Tevî ku gundewarên Reqayê bi tevahî ji çeteyên DAIŞ`ê hatiye rizgarkirin, lê pêwîstiya şêniyên wê hê bi demê heye ku bi rewşa nû re biafirin û ya berê ji bîr bikin.

Bîranînên dijwar hê bîra şêniyan de ye, her wiha nivîsên DAIŞ`ê jî hê li ser dîwarê mal û cihên giştî mane, ku serdema tarîyê tîna bîrê şêniyan.

Meclîsa Sivîl di demên pêş de dê ji endamên xwe re li ser bingeha demokratîk, pirreng, jiyana hevbeş û azadiya jinê û îkolojiya, dest bi dewreyên perwedeya bîrdozî bike. Li gor zanyariyên hatine dayîn grûpek ji 30 endaman xwe amade dikin beşdarî dewreyên bîrdozî bibin.

Siba: Pirsgirêk û erkên herî mezin ên li benda Meclîsê

(rr)

ANHA