1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Meclîsa Sivîl a Reqa… hêvî û astengî – 2 DOSYA
Meclîsa Sivîl a Reqa… hêvî û astengî – 2 DOSYA,meclîsa,sivîl,a,reqa,hêvî,û,astengî,2,dosya

Meclîsa Sivîl a Reqa… hêvî û astengî – 2 DOSYA

A+ A-

Erk Û misyona li benda Melcîsa Reqa ne

KENDAL ŞÊXO-SÎPAN SILO

REQA – Çeteyên DAIŞ‘ê beriya têkçûna xwe ya li gundewarên Reqayê, li pey xwe wêrankirin û hilweşandin hiştin, hemû navendên aktîv ruxandin û alavên tê de dizîn. Meclîsa Sivîl a Reqayê ji bo sererastkirina ziyanan serjimariyek da destpêkirin.

Cîgirê Hevserokatiya Meckîsa Sivîl a Reqayê Ebdullah El-Eryan got: “Çeteyên DAIŞ‘ê xwestin cihê têkçûna xwe veguherînin, kavilekî da ku şêniyên herêmê piştî rizgarkirinê, sûd wernegerin.”

Li herêmên gundewarên bakur, navendên aktîf ên xizmetguzariyê nîv hilweşyayî ne.

Li kêleka riyan, burcên ceyarnê û têlên bi sed kîlometeyan li erdê ye, rê jî heman rewş , ji ber şer û çêkirina bendan veguherîn kortan.

Kenalên avê, li hin herêman hîna di xizmetê de ye, lê cenatorên avê û strasyonên paqijkirinê, an hatine xerabkirin, anî jî alavên wê hatine talankirin.

Derdoar ji sedî 65‘an pir hatin teqandin û hin din jî hatine mayînkirin. Tîmên edizyariya leşkerî yên Hêzên Sûriya Demokratîk bi rakirina mayînan di nava xebatê de ye.

Ji aliyekî din vê, behsa rewşa dibistanan, ne dûrtir e. Dibistanên ku kêm zirar gihayê, ew dibistanên ku derî, anî pencere, anî jî kursî û mas hatin rûxandin û bê av û ceyrane. Li gel van jî telefon jî hatiye qûtkirin.

Pîlanên stratîjîk

Meclîsa Sivîl a Reqayê derbarê serjmariya ziraran û niraxandina wê û bi armanca çareserkirin û peydkirina pîlanên stratîjîk lêkolîneke da destpê kirin.

Li gor madeya hejarma 33ʹa benda çaremîn a rêzikanameya Meclîsa Sivîl a Reqayê, Gereke xizmetên pêwîst werin pêkêşkirin û navendên xizmetguzariyê ji nû ve werin serearstkirin.”

ElkitrîkDOSIYA-REQQA-2 ‫(120128007)‬ ‫‬

Herêmên gundewarên Reqayê av û elkitrîkê ji bendavan, di serî de stasyona avê û ceyranê ya bendava Tebqayê peyd dike. Peydkirina av û ceyranê jî girêdayî asta ava çemê Firatê ye.

Ceyran derdora 5 seatan dighêje hin herêmên gundewarên bakur û rojhilatê Reqayê li hin herêmên din ceyanê ji cenatorên taybet peyda dikin.

Beşeke mezin ji şêniyên gundan hîn jî di tariyê de ne, sedama vê yekê zirarê gihiştine birca ceyranê û stasyonên belavkirina wê û bendava Firatê.

Cîgirê Hevserokatiya Meclîsa Sivîl a Reqayê Ebdullah El-Eryan dibêje: “Odeyên tehekum, terensên mezin ên bendava Firatê bi temamî şewistîne, kebliên stasyona enerjiyê û veguhestina sereke ji aliyê çeteyan ve hatin dizîn, zemîna xetên belavkirina ceyranê ku ji 4 qatan pêk tê di bin avê de ma.”

Werşeyên xebatê jî soza sererastkirina ya mezin di meha Tîrmehê de daye meclîsê, lê yên din demek dirêj pêwîste da ku werin sererastkirin.

El-Eryan rexe li civaka navdewletîk kir ku alîkariyên zêde ji sererastkirina bendavê naşîne.DOSIYA-REQQA-2 ‫(1)‬

vegihînê

Li gundewarên Reqayê tûrên telefonên têl û bê têl bi temamî qût bûne, bircên veguhînê jî rastî rûxandin û dizînê ji aliyê çeteyên DAIŞ‘ê ve hatin. Di demên dawî de, bi taybet li gundên başûrê Ên Îsa, Silûk û hin herêmên rojavayê ber bi gundê Çelebiyê ve tûra Seryatel a telefonên bêrîkan dîsa hate şûxulandin, lê hîna lewaze, hin ji welatiyan turên Tirkiyê bi kar tînin.

Meqsemên sereke yên telefonên erdê yên gundewarên Reqa (Hezîma, Ên Îsa û Wasta) û amûdên wê ji aliyê çeteyan van hatin dizî û talankirin. Derbarê vê mijarê de Ebdullah El-Eryan got: “Meclîsa Sivîl a Reqayê pêşwaziya şirketên dixwazin li herêmên me kar bikin, dike.”

Av û çandinî

Stasyonên avê yên ku avê ji çemê Firatê digire, gundên Reqayê ji ava vexwarinê têr dike, avê bi riya kenalan ji gundewarên bakur, rojhilat û rojava re peyda dike. Her wiha ev kenal ji bo projeyên avadanê  zeviyên çandinî jî tê bi kar anîn.NEZMI MEHMUD

Endamê Komîteya Xizmetguzarî Endizyar Nezmî Mehmûd dibêje” Strasyonên sereke yên avê û paqijkirina avê hatin dizîn û xirabkirin. Stasyonên Zahîra, Ên Îsa, Til Semin, Girê Spî, Ên Îsa û Şêx Hesen ne di xizmetê de ne, ev yek tê wateya ku ava li ser gelek herêman qût bûye.”

Li ser vê yekê jê, avê ji bîran an jî bi sarican peyda dikin, cotkar jî avê bi sarican ji çemê Belîx an jî bi riya kenala zeviyê xwe av didin.

Nezmî Mihemed destnîşan kir ku xebatên sererastkirina zirarên stasyonên Zahra û Ên Îsa tê kirin û dê meha bê bi dawî bibe.

Bingeha aboriya Reqayê çandiniyê, rawestandina stasyonên avê, bandoreke neyînî li ser çandiniyê dike, kenalên avê bi dehhezaran zeviyên çandiniyê têr dike.RESAD KURDO

Berpirsyarê Komîteya Aborî ya Meclîsa Sivîl a Reqayê Reşad Kurdo wiha tîne ziman: “Li gelek herêman zirarên mezin gihan kenalên avê, her wiha hemû pirên ku du aliyên kenalan ketin û zirar gihaştin cenatorên avê. Li aliyekî din jî depoyên genim jî hatin hilweşandin. Êdî depokirina genim zehmet dibe.”

Reşad Kurdo destnîşan kir ku teklufeya sererastkirina ziyanan dighêje derdora 1,5 milyar lêreyên Sûrî.

Perwerde

Ziyanên ku gihştine dibistan û navendên perwerdeyê ne dûrî saziyên din ên me bi bîr anîn in. Meclîsa Sivîl a Reqayê ji bo hejmartina ziyanan komîteyek li ser du herêman ava kir, di nav de riya Reqa-Girê spî de.

Li gorî Meclîsa Sivîl a Reqayê, ji bo çareserkirina ziyanan derdora 2 milyar lêreyên Sûrî pêwîst e.

Têkildarî pîlanên sala perwerdê ya bê, El-Eryan got: “Meclîs ji bo sererastkirina dibistanên ku ziyanên wê kêm e di nava xebatê de ye û dê li gorî du danan sibeh û êvarî pêşwaziya şagirtan bike. ” El-Eryan da zanîn ku da zanîn ku pîlanên wan hene ku sîstema vegheztina xwendekaran ku salên derbasbûyî dibistan li wan çûye  vegerîne.

Meclîsa Sivîl a Reqayê behsa vegera nîvê xebatkarên perwedeyê û mamosteyan dike, her wiha kesên xwedî tecrube û yên zanîngeh qedadndine di sîstema perwedeyê de cih digirin.

Li gorî serjimariya fermî ya berê, di xeta perwerdê ya parêzgeha Reqayê 28 hezar muwezif hene, ji wan 17 hezar mamoste ne

DOSIYA-REQQA-2 ‫(120128003)‬ ‫‬ DOSIYA-REQQA-2 ‫(120128001)‬ ‫‬

Firne

Firne û aşên li gundewarên Reqayê jî ji dizî û xirbatkirinê nefilitîn, lê rexmî vê yekê Meclîsa Sivîl a Reqayê ev pirsgirêk zû çareser kir.DOSIYA-REQQA-2 ‫(120128009)‬ ‫‬

Li gorî raporên Meclîsa Sivîl a Reqayê, 12 firne û du aş li gundewarên Reqayê hatine aktîvkirin, ji bo peydakirnia nan li herêmên nû hatine rizgarkirin xebat têne kirin.

Nan ji bilî hin herêmên aliyê rojavayê bajêr, wekî Selhebiya rojhilat û Selhebiya rojava û gundên Hawî El-Hewa, ji piraniya gundên Reqayê re tê peydakirin.

Ebdullah El-Ereyan dibêje: ” Ji şêniyên rojavayê Reqayê 30 hezar kes nan nagirin, sedem jî firneyên wî hatine xirabkirin û alavên wê hatin dizîn, Meclîsê rojane, rêjeya 1 kg ard li welatiyan wan herêmêman belav dike.”

(bb/dc)

ANHA