1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Meheke Berxwedana Serdemê ya li Efrînê
Meheke Berxwedana Serdemê ya li Efrînê,meheke,berxwedana,serdemê,ya,li,efrînê

Meheke Berxwedana Serdemê ya li Efrînê

"Kurte dîroka" Berxwedana Serdemê ya mehekê. Rewşa dawî ya li eniyên berxwedanê yên li Efrînê nîşan didin ku berevajî îdîa û propagandaya dewleta Tirk, hêzên dagirker li Efrînê bi pêş ve neçûne

A+ A-

  • MÛSTAFA MAMAY/EFRÎN/ANF

Êrîşên dewleta Tirk ên ji bo dagirkirina Efrînê ku tevî çeteyên xwe yên artêşa azad ku ji nava çeteyên El Qaîde û DAÎŞ'ê daye hev pêk tîne, mehek li dû xwe hişt. Gava ku 19'ê Çileyê dest bi êrîşê kirin, qala "sê saetan" an jî "çend rojan" ji bo dagirkirina Efrînê dikirin. Lê dewlet Tirk roj bi roj ev asta bendewariya xwe daxist û niha jî hewl dide rastiyê veşêre.

Me hewl da kurte çîroka mehekê ya êrîşên dewleta Tirk a dagirker û Berxwedana Serdemê ya Efrînê vebêjin. Rewşa dawî ya li eniyên berxwedanê nîşan dide ku berevajî îdîa û propagandaya dewleta Tirk, hêzên dagirker li Efrînê nekarîne bi pêşve biçin.

Di navbera artêşa Tirk ku li ser sînor diçe û tê û şervanên QSD'ê de li pênc eniyan şer diqewime. Eniyên şer jî wiha ne: Cindirêsê, Raco, Şiyê, Şêran û Bilbilê ne.

DIKIN NAKIN NIKARIN BI PÊŞ VE BIÇIN

Li her pênc eniyan bi giştî li 37 gundan berxwedan li dijî dagirkieriyê heye. Medya Tirk îdîa dike ku ev gund 'hatine bidestxistin', lê belê şervanên QSD'ê ji bo sivîl zerarê nebînin ev gund weke xeta parastinê vala kirine.

Xuya ye derbên ku dewleta Tirk li Efrînê dixwe gelekî giran e ku Erdogan êdî qîma xwe bi medya xwe jî nabîne û mîna nûçegihanekî şer bi xwe radigihêje mîkrofonê û nûçeyên 'lezgîn' ên ji Efrînê radigihîne, hejmaran eşkere dike. Divê were bibîrxistin ku nûçeya xistina helîkoptera li Efrînê ku ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate xistin, civaka Tirk yekemcar ji devê Erdogan bihîst.

Medya Tirk a ku li ser encamên şer manîpulasyonê dike, îdîa dike ku hejmara şehîdên QSD'ê hindik maye bibe 2 hezar. Lê belê daxuyaniyên ji çavkaniyên QSD'ê radigihînin ku hejmara şehîdên wan di ser sedî re ye. Ji xwe gelê Kurd ne xerîbê van daxuyaniyên rayedarên Tirk e ku her sal ji dewleta Tirk dibihîse ku salane 'deh hezar gerîlayên PKK'ê jiyana xwe ji dest didin'.

SEMBOLA NÛ YA BERXWEDANÊ AVESTA XABÛR, RÛMETA BERXWDANÊ; BARÎN KOBANÊ

Şervana YPJ'ê Avesta Xabûr li gundê Hemamê yê Efrînê 27'ê Çileyê di şerê navbera Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) û hêzên dagirker ên Tirk de çalakiya fedayî kir û şehîd bû.

Ev çalakî rojek piştî bîranîna Arîn Mîrkan a ku bi çalakiya xwe ya fedayî ya li girê Miştenûrê yê Kobanê bû semboleke azadiyê ya sedsala 21'ê pêk hat. Avesta Xabûr bû sembola nû ya Berxwedana Serdemê ya li Efrînê.

Leşker û çeteyên Tirk ên dagirker êşkence li bedena tazî ya şervana YPJ'ê Barîn Kobanê kirin û dîmenê vê hovîtiya xwe kişandin û weşandin. Vê yekê di nava gelê Kurd de rê li ber hêrseke mezin vekir. Tevî ku hovîtî û dîmenên wiha di şerê 7 salan ê Sûriyeyê de gelek caran rû dan, hovîtiya li bedena Barîn Kobanê hate kirin di çapemeniya cîhanê de bi navê "Tiştekî ku çeteyên DAÎŞ'ê jî nakin" hate weşandin. Ku ev êşkence ji aliyê komeke di kontrola welatekî NATO'yê de ye, hate kirin.

Gelê Kurd Barîn Kobanê weke rûmeta berxwedana Efrînê qebûl kir û rûyê wê yê timî li ken, li dilê xwe neqişand.

PIŞTEVANIYA JI BAKURÊ SÛRIYEYÊ HETA LATÎN AMERÎKAYÊ

Li gorî daxuyaniyên rayedarên Kantona Efrînê ji ber bomberdûmana bi balafirên şer û êrîşên ji bejahî ve nêzî 200 sivîl şehîd bûn û zêdeyî 300 jî birîndar bûn ku gelek ji wan jin û zarok in.

Ev êrîşên ku ji bo guhertina demografiya herêmê hate kirin, bi piştevaniya ji Silêmanî, Şengal heta Helebê û bakurê Sûriyeyê hate pûçkirin. Bi banga Tevgera Civaka Demokratîk (NAV-DEM), roja 4'ê Sbiatê bi deh hezaran kesî berê xwe dan Efrînê. Kurd, Ereb, Asûrî, Suryanî, Êzidiyên xwe gihandin Efrînê nîşanî tevahiya cîhanê dan bê xwediyê rasteqîn ê vê axê kî ye.

Heyetek ji Parlamenta Başûrê Kurdistanê ku nûnerên pênc partiyan tê de hebûn, li dijî dagirkirina Efrînê çû Efrînê û "yekîtiya neteweyî" û "piştevaniya neteweyî" xurt kir.

Ji Ewropayê heta Latîn Amerîkayê, gelên cîhanê bi çalakiyên xwe li dora Efrînê li hev civiyan. Bi vî rengî Berxwedana Serdemê kirin berxwedaneke gerdûnî.

ZAVAYÊ ERDOGAN ÇÊKIR, QSD'Ê XIST: ÇEKÊN XWECIHÎ Û MILÎ

Roja 22'an a Berxwedana Serdemê, raya giştî ya Tirk 'mizgînî' ji Erdogan bihîst. Tevî ku Erdogan got yek, lê şervanên QSD'ê li herêma Raco ya Efrînê 2 helîkpopterên artêşa Tirk xistin.

Li gorî daxuyaniya 11'ê Sibatê ya QSD'ê, li herêma Raco ya Efrînê 2 helîkopterên artêşa Tirk hatin xistin. Li yek ji wan 2 leşker ku yek jê fermandar bû, li ya din jî neh leşkerên Tirk hatin kuştin.

Roja 24'an a êrîşên li ser Efrînê, Balafireke bê mirovan a bi çek (SÎHA) ku malbata zavayê Erdogan çêdike, ji aliyê şervanên QSD'ê ve hate xistin.

HELWETA ALIYAN A LI DIJÎ DAGIRKERIYA TIRK

Êrîşa dewleta Tirk a li dijî Efrînê ku tevî çeteyên xwe yên El Qaîdeyê dike, kir ku krîza li Sûriyeyê girantir bibe. Hêzên navneteweyî li hemberî vê yekê helwesteke ji hev cuda nîşan dan. DYA ragihand ku êrîşa hevparê wan ê NATO'yê "zerarê dide têkoşîna dijî DAÎŞ'ê" û nîşan da ku ew ji vê êrîşê "aciz" e. Lê bi rengekî vekirî li dij derneket û bêdeng ma.

Li ser serdana dawî ya Wezîrê Karên Deve yê DYA Rex Tîllerson a li Enqereyê, Berdevka Wezaretê Heather Naûert daxuyaniyeke kin da û bi gotina, "em fikarên ewlekariyê yên Tirkiyeyê fêhm dikin" gotinên kevneşop ên DYA dubare kir. Û got, "Divê hemû alî bala xwe bidin ser têkoşîna dijî DAÎŞ'ê."

Rûsyayê ku bi vekirina qada hewayî re destek da dewleta Tirk, êrîşa li dijî Efrînê qebûl kiriye. Tevî ku rayedarên Wezareta Karên Derve ya Rûsyayê car carna daxuyaniyan didin û dibêjin, "divê Kurd tevlî pêvajoya siyasî ya Sûriyeyê bibin" jî di berdêla "bazariya Îdlibê, projeya herikîna Tirk û naskirina rejîma Esad de" bi dewleta Tirk re li gorî vê bazarê tevdigere.

Yek ji welatên ku li Sûriyeyê hebûna xwe heye û aktorekî herêmî ye Îran e. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya Îranê Behram Qasimî got, "Divê yekparebûna axa Sûriyeyê were parastin û hurmet ji Hikumeta Sûriyeyê re bê nîşandan." Qasimî li ser êrîşa li dijî Efrînê got, "ji nû ve zindîkirina terorîzmê li herêmê" û got, ew hêvîdar in ku êrîş tavilê bisekine. Lê belê tevî vê yekê jî xuya ye ji bazariya Rûsyayê ya li ser "Efrîn-Îdlibê" ne aciz e. Îran niha helwesteke mîna ya Rûsyayê nîşan dide.

Rayedarên Neteweyên Yekbûyî ku êrîşên li dijî Kurdan "di nava fikaran de" dişopînin, li pêşberî kuştina sivîlan a li Efrînê pozîsyona xwe ya her timî de ye. Li şûna ku bi erk û wezîfeya xwe radibin, qîma xwe bi dayina daxuyaniyên 'bi fikar in' tînin.

Bêguman aliyê ku herî zêde helwesta wê tê meraqkirin rejîma Sûriyeyê ye. Rejîm ji roja destpêkirina êrîşa li ser Efrînê ve gefa "her balafira bikeve qada me ya hewayî we were xistin" dixwe. Lê belê tevî ku ev êrîşên binpêkirina serweriya wê mehek li dû xwe hişt jî gavek neavêtiye. Rayedarên Federasyona Bakurê Sûriyeyê bang li rejîma Sûriyeyê kirin ku xwedî li axa welêt derkeve. Lê hê ne diyar e bê rejîm bersiveke çawa bide vê rewşê.