1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Mehmet Ocalan: Em nizanin bê li Îmraliyê çi dibe
Mehmet Ocalan: Em nizanin bê li Îmraliyê çi dibe,mehmet,ocalan,em,nizanin,bê,li,îmraliyê,çi,dibe

Mehmet Ocalan: Em nizanin bê li Îmraliyê çi dibe

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan got, "Mafê me yê hiqûqî, mirovî û zagonî ye, ku di Cejna Qubanê de ziyareta birayê xwe bikin. Divê hikumet eşkere bike, bê çima nahêle em biçin Îmraliyê."

A+ A-

Birayê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan Mehmet Ocalan ku ji bo Cejna Kurbanê xwest birayê xwe ziyaret bike û serlêdana wî hat redkirin nerazîbûna xwe anî ziman û got: "Ji 11'ê Îlonê ve em bi ti awayî agahiyê ji birayê xwe nagirin. Li wir çi dibe çi nabe em pê nizanin. Ji ber vê yekê em bi fikar in."

Rêberê Gelê Kurd Abdullah Oclana ji 27'ê Tîrmeha 2011’an heta niha nikare bi parêzerê xwe re hevdîtin bike. Ji 5'ê Nîsana 2015'an û vir ve nikare Heyeta Îmraliyê bibîne. Herî dawî malbat di 11'ê Îlona 2016'an de bi Ocalan re rûniştibû. Birayê Rêberê Gelê Kurdistanê Abdullah Ocalan Mehmet Mehmet Ocalan ev salek e nikare birayê xwe Ocalan bibîne û bi ti awayî agahiyê jê nagire. Ji malbata Ocalan Mehmet Ocalan û Fatma Ocalan bi minasebeta Cejna Qurbanê serî li dozgeriya Bûrsayê dan, lê dîsa serlêdan red kirin. Heta niha bi hincetên "Rewşa nebaş a hewayê", "Rewşa Awarte", "Keştî xerabe ye" "Personel ne amade ye" û gelek sedemên din serlêdana malbatê ya ziyareta Ocalan nayê qebûlkirin.

Mehmet Ocalan nerazîbûn nîşanî helwesta hikumetê û rayedarên dewletê da û diyar kir ku ew niha bi hinceta Rewşa Awarte tên astengkirin û ne diyar e bê Rewşa Awarte heta kengî dewam bike. Ocalan anî ziman, ji ber vê yekê mafê wan ê demokratîk û mafên mirovan tê binpêkirin û xwest demek berî demekê astengiyên li pêş hevdîtina malbatê û birayê wî bê rakirin. Ocalan ragihand, ku herî dawî xwest ji bo cejnê birayê xwe ziyaret bike û bi rêya parêzeran serê li rayedaran da, lê dîsa bi heman hincetê serlêdana wan hate redkirin. 

'LI ÎMRALIYE ÇI DIBE' 

Ocalan diyar kir, ku li gorî hiqûqê û li gorî qanûnan mafekî herî bingehîn û demokratîk e ku malbat bi xizmên xwe re hevdîtin bikin û mafê wan ê mirovî ye ku bi birayê xwe re hevdîtin bikin. Mehmet Ocalan got: "Li gorî hiqûq û zagonan mafê me heye em di cejnê de biçin ziyareta birayê xwe.. Ev mafê me yê zagonî û hiqûqî ye. Lê îro ev mafê me jî ji destê me hatiye girtin. Mafê me yê herî bingehîn ji destê me tê girtin. Ji 11'ê Îlonê heta niha li Îmraliyê çi dibe çi nabe em nizanin. Ji ber vê yekê em di nava fikaran de ne. Em bang li hikumet û dewletê dikin ku mafê me yê demokratîk û hiqûqî bin pê nekin. Em dibêjin ev heqê me yê zagonî ye. Ji bo em sûdê ji vî mafê xwe bigirin me rojek berê serî li dozgeriyê da û me xwest em biçin Grava Îmraliyê. Em dipirsin hikumet û dewlet çima destûr nade em biçin hevdîtina birayê xwe. Em ji hikûmet û dewletê dixwazin têkildarî vê mijarê daxuyaniyekê bide." 

'JI BO RIJANDINA XWÎN RAWESTE DIVÊ HEVDÎTIN ÇÊ BIBE'

Ocalan anî ziman ku Cejna Qurbanê hem ji bo Tirkiye û hem ji bo Rojhilata Navîn xwedî wateyek mezin e û wiha got: "Piştî hevdîtina bi Ocalan re hat qutkirin pêvajoya çareseriyê jî hat qutkirin. Li ser vê axê her roj xwîn dirije. Eger hevdîtin hatiba kirin wê li ser pêvajoyê teqez çend tişt gotibana. Dikarîbû Cejna Qurbanê bibûya wesîleya rawestandina rijandina xwînê. Yê ku vê xwînê rawestîne Serok Apo ye. Hevdîtina bi Serok Apo re ji bo aştiya Tirkiye û Rojhilata Navîn pir girîng e. Ji ber vê yekê divê teqez bi Ocalan re hevdîtin bê kirin."