1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Mirovên navdar ji bo Efrînê dest bi kampanya îmzeyan kirin
Mirovên navdar ji bo Efrînê dest bi kampanya îmzeyan kirin,mirovên,navdar,ji,bo,efrînê,dest,bi,kampanya,îmzeyan,kirin

Mirovên navdar ji bo Efrînê dest bi kampanya îmzeyan kirin

Rewşenbîr, nivîskar, akademîsyen û parêzvanên mafên mirovan ên li gelemperiya cîhanê navdar in, li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li ser Efrînê dest bi kampanyayeke navneteweyî kirin

A+ A-

Di metna îmzeyê de ji Dewletên Yekbûyî yên Amerîka (DYA), Rûsya û Îranê tê xwestin, ku nehêlin Tirkiye serweriya Sûriyeyê binpê bike û destûr bê dayin ku gelê Efrînê di nava aştiyê de bijîn. Her wiha tê xwestin ku pêşî li êrîşên dewleta Tirk were girtin.

JI ALIYÊ TIRKIYE, EL QAÎDE Û KOMÊN DIN ÊN CÎHADPEREST VE HATIYE DORPÊÇKIRIN

Di metna kampanyayê de hat ragihandin, nifûsa Efrînê bi giranî ji Kurdan pêk tê û yek ji herêmên herî bi ewle yê Sûriyeyê ye. Hat gotin, nifûsa herêmê 5 salên dawî bi du qatan zêde bû û gihîşt 400 hezarî. Di metna îmzeyê de hat ragihandin ku Efrîn niha ji aliyê dijminan ve hatiye dorpêçkirin û ev dijmin jî komên cîhadperest ên ji aliyê Tirkiyeyê ve tên destekkirin, El Qaîde û Tirkiye ye.

YPG TENÊ GELAN DIPARÊZE

Her wiha bal hate kişandin ser gefên êrîşê yên Serokkomarê Tirk li YPG'ê dixwe, ku YPG yek ji partnerên leşkerî yên DYA ye di şerê dijî DAÎŞ'ê. Di metnê de hat destnîşankirin kU YPG li cihên ji çeteyan rizgar kiriye, pêşî li avabûna meclîsên demokratîk, sivîl vekiriye. Hat gotin, YPG tenê Kurdan û gelên din ên li nava Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê diparêze û hat bibÎrxistin ku Tirkiyeyê hêzeke mezin a leşkerî li ser sînorê Efrînê bi cih kiriye.

XETERÎ LI SER JIYANA BI HEZARAN SIVÎLÎ HEYE

Rewşenbîran dan xuyakirin ku Erdogan dixwaze kantona Efrînê ya aram û aştiyane tine bike û diyar kirin ku êrîşeke gengaz wê jiyana bi hezaran sivîl û penaberên xwe li vir girtine bixe nava rewşeke xetere. Hat destnîşankirin ku Tirkiye tenê bi destûra Rûsya, Îran û Sûriyeyê û bi bêdengiay DYA dikare êrîşeke wiha bike.

PIŞTGIRIYA JI BO KURDAN KU BI HEZARAN ZAROKÊN XWE DI ŞERÊ DIJÎ DAÎŞ'Ê DE JI DEST DA, BERPIRSYARIYEKE EXLAQÎ YE

Di metnê de hat bibîrxistin, gelê Kurd ji bo cîhanê ji çeteyên DAÎŞ'ê rizgar bike, bi hezaran ewlad û keçên xwe li nava refên YPG û YPJ'ê ji dest daye û hat gotin, "Berpirsyariya exlaqî ya civaka navneteweyî û DYA ye ku niha li pişt gelê Kurd bisekinin."

Di metna bangaziyê de ji rayedarên DYA û Neteweyên Yekbûyî tê xwestin ku bi lezgînî bikevin nava tevgerê, pêşî li Tirkiyeyê bigirin ku nekeve nava Sûriyeyê, êrîşî Sûriyeyê neke û aramiya li Efrînê misoger bikin.

Di nava navdarên tevlî kampanyayê bûne, li gel zanyar û ramanger Noam Chomsky, ji zanîngehên cuda Mîchael Walzer, Karîane Westrheîm, Charlotte Bûnch, Todd Gîtlîn, Davîd Graeber, Nadje Al-Alî, Davîd Harvey, Mîchael Hardt, Marîna Sîtrîn, Davîd L. Phîllîps û Ann Snîtow jî hene. Çend ji nivîskar, rojnamevan û hunermendên mohra xwe danîne binê kampanyayê ev in: Bîll Fletcher, Joey Lawrence, Meredîth Tax û Debbî Bookchîn.

 

ANF