1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Mohr li deriyê dîhaberê xistin
Mohr li deriyê dîhaberê xistin,mohr,li,deriyê,dîhaberê,xistin

Mohr li deriyê dîhaberê xistin

Polîsên dewleta Tirk, mohr li deriyê navenda ajansa nûçeyan a dîhaberê xistin, ku nîvê şevê bi biryarnameyê hatibû girtin

A+ A-

Rejîma AKP'ê, nîvê şevê biryarnameyek bi hejmara 693'an weşand û bi rêya vê biryarnameyê ajansa nûçeyan a dîhaberê girt. Piştî vê biryarê, polîs û mufetîşên Tirk avêtin ser avahiya ajansê ya li navçeya Yenîşehîr a Amedê û mohr li deriyê wê xistin. Di dema mohrkirina deriyê navendê de, gelek polîs û wesayitên zirxî li dora avahiyê bûn.

Polîs û mufetîşên Tirk, piştî ku mohr li deriyê dîhaberê xistin, berê xwe dan navenda Gazete Şûjin ji bo deriyê wê hî mohr bike.