1. Hemû Nûçe

  2. Hevpeyvîn

  3. Muslim: Li Efrînê jî wê têk biçin
Muslim: Li Efrînê jî wê têk biçin,muslim,li,efrînê,jî,wê,têk,biçin

Muslim: Li Efrînê jî wê têk biçin

Hevserokê PYD'ê Muslim diyar kir, qonaxa dawî ya plana êrîşê ya Tirkiyeyê li dijî Efrînê ye û got, "Êrîş bike wê têk biçe. Çawa ku DAIŞ li Kobanê têk çû û ev bû dawiya wan, li Efrînê jî wê dawî li êrîşkariya Tirk bê anîn."

A+ A-

Piştî ku êrîşên li ser Efrîn û herêma Şehbayê zêde bûn, di civîna sêyemîn a Meclîsa Damezrîner a Federasyona Demokratîk a Bakurê Sûriyeyê de biryar hate standin û Kantona Şehbayê hate ragihandin. Hevserokê Partiya Yekîtiya Demokratîk (PYD) Salih Muslim ji Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê re axivî û diyar kir, ku qonaxa dawî ya êrîşên dewleta Tirk li dijî Efrînê ye û got, ew ji vê re amade ne. Muslim got, "DAIŞ amûra wan bû Çawa ku li Kobanê têk çû, ew ê jî li Efrînê têk biçin. Ti şik û gumana me ji vê nîne." Muslim têkildarî hevdîtinên li Cenevreyê, civîna 15'ê Tebaxê ya li Riyadê bibîr xist û got, "Eger çareseriyek tê xwestin, divê em teqez li civînê hebin." Salih Muslim ev bersiv da pirsên Rojnameya Yenî Ozgur Polîtîkayê.

Li Rojava, piştî Cizîr, Kobanê û Efrînê kantona Şehbayê hate ragihandin. Sedem, şert û mercên rê li ber vê îlanê vekirin, çi ne?

Planeke Tirkiyeyê hebû. Li gorî vê planê, dixwestin gelê Kurd bi temamî ji holê rakin, qet nebe rewşa demografîk biguherînin; Di serî de li Şengal, Kerkûk, Efrîn, Kobanê, Cizîr, Serêkaniyê. Meseleya Sûriyeyê çawa ku dest pê kir, ev plan xistin dewrê. Efrîn û Serêkaniyê ji dawiyê re hiştibûn. Niha guherî, li Şengalê bi ser neketin, li Mûsil û Kerkûkê bi ser neketin, li Kobanê jî hemû amûrên wan têk çûn. Niha ketine qonaxa dawî ya plana xwe. Qonaxa dawî jî meseleya Efrînê ye. Li Şehbayê hinekî hewl da, hin cih dagir kir; qadeke ji 2 hezar kîlometreçargoşeyî. Niha jî dixwazin berê xwe bidin Efrînê. Em jî li dijî vê derdikevin. Çawa ku amûrên wan li cihên din têk çûn, li vê derê jî wê sedî sed têk biçin.

Nizanim bê ew çiqasî bi hevsengiyan dizanin, lê belê em li ber xwe didin û xwe dispêrin gelê xwe. Me gelê xwe bi rêxistin kirine. Wê li Efrînê jî bi ser nekevin. DAIŞ amûra wan bû. Çawa ku li Kobanê têk çû wê li Efrînê jî têk biçin. Şik û gumana me ji vê nîne. Divê mirov li ber xwe bidin. Em jî ya divê bê kirin dikin. Em amade ne. Çawa ku li Kobanê DAIŞ hate têkbirin û dawî li DAIŞ'ê hat, li Efrînê jî wê dawî li dijminatiya Tirkan a li Kurdan û li êrîşkariya Tirkan bê anîn.

Di kîjan astê de hûn li hemberî êrîşan amade ne?

Gelê me rêxistinbûyî ye, dikare xwe biparêze. Şert û merc li dijî Tirkiyeyê ne. Wê li wir jî têk biçe. Eger bikeve nava hewldanekê, ku ji xwe hewl dide. Hê jî bi rêya zilamên xwe yên li ser sînor rojane êrîşan dike, topan davêje. Li herêma Şehbayê, hin leşker û çeteyên bi pereyan dixebitin ên weke Sûltan Mûrat, Sûltan Mûhammet Rifat û Sûltan Sulyeman hene. Destekê dide wan. Lê belê gelê me yê li wir li ber xwe dide. Rêxistinên li wê derê bi giranî hêzên herêmî ne; Ceyş-ûl Siwar, Cebet-ûl Ahrar. Ev axa xwe diparêzin.

Tê gotin, ku fermandarên nû yên li Tirkiyeyê xwe ji bo şerekî li dijî YPG'ê amade dikin. Serokkomarê Tirk Erdogan berî çend rojan got, ku operasyona dagirkeriyê ya Mertala Firatê wê bi 'gavên nû' bidome. Ev tê çi wateyê. Plana nû çi ye?

Ev gef e. 'Sûltanek' anîne ser Tirkiyeyê! Ev 'sûltan' ji xwe ji sala 2002'an û vir ve bi tena serê xwe Tirkiyeyê birêve dibe. Hemû erk xistiye destê xwe. guhertinên di meseleya Şûraya Bilind a Leşkerî de, destên vî 'yek şexsî' xurt dike. Ev yek ji bo Tirkiyeyê kaos e. Tirkiyeye dixitimîne. Ji bo Tirkiyeyeke ku ewqasî ji pîvanên demokrasî û mirovahiyê dûr ketiye, ev rêveçûn nebaş e. Em encamên vê yekê dibînin. Li cîhanê kes wan cidî nagire. Eger di nava xwe de aştiyê pêk nîne, doza Kurd çareser neke, wê ev êrîşkarî her dewam bike.

Lê em ji aliyê xwe ve sekna xwe dibêjin: Eger bi rastî jî rabe êrîşî me bike, wê teqez têk biçe. Em ê li ber xwe bidin. Em ti carî ji gefên bi vî rengî netirsiyan. Li hemberî gefên bi vî rengî çi divê, em ê wê bikin.

Banga me li gelê me ev e: Bila guh nedin spekulasyonan. Gelê me rêxistinbûyî ye, serketin jî wê ya me be. Baş dizane ku ji aliyê leşkerî û polîtîk ve gihîştiye ku derê. Bila gelê me ji xwe bawer be. Em dixwazin bi gelên din re di nava xwişk û biratiyê de bijîn. Ev yek pîvana me ye. Destketiyên Kurdan ên hemû gelan û pêkhateyan e. Em dixwazin ew ji vê piştrast bin.

Tê gotin ji bo ku PYD tevlî hevdîtinên Cenevreyê bibe  Rûsya zêde bi ser de diçe. Tê gotin di civîna Filîpînan de a heftiya bihurî Lavrov ev daxwaz ji Tirkiyê re ragihandiye. Hevdîtinên Cenevreyê ji niha û pê de wê bi we re bidome yan bêyî we?

Di serî de me got; Eger hevditinên Cenevreyê wê ji bo Sûriyê bi rastî jî aştiyê bîne divê hemû hêz li ser masê bin. Niha van nexwestin ku em hazir bin, ango aştiyê yan jî çareseriyê naxwazin. Bi rastî jî eger aştî tê xwestin divê aliyên karîger, ên di qada polîtîk û leşkerî de hazir bin. Herî dawî li Riyadê civîna Koalîsyona Sûriyê hebû. 15'ê mehê wê dîsa bicicin. Wê biryarên nû bistînin, ên ku di  vê civînê de bi rastî jî çareseriyê dixwazin, dixwazin Kurd jî tevlê bibin. Dibêjin, 'Bila avaniya demokratîk, Hêzên Bakurê Sûriyê û Meclîsa Sûriyê jî hebin.' Eger wê çareseriyek çêbibe teqez divê em di vê civînê de hebin. Dûrî me çareseriya Sûriyê ne pêkan e. Ji bo vê jî kî tevlê bûne lê dinerin. Gavekê davêjin, nabe, dîsa diceribînin, weke mesele ceribandinê. Eger koalîsyon dixwaze karekî cidî bike divê em jî di civînê de bin. Eger teqez çareseriyê dixwazin em ê li wir bin.

Ragihandina Kanyonê di qada siyasî, civakî, aborî û parastinê de wê çi encaman bi xwe re bîne?

Li Şehbayê beriya niha jî piraniya Kurd Ereb û Tirkmen hebûn. Heta niha bi salan ev gel bi hev didina şikandin, ev ê êdî bi dawî bibe. Weke Minbicê, Girê Spî Şehba jî wê bibe parçeyek ji modêla demokratîk. Wê bibe civake rêxistinî û bi vê re jî wê bikaribe xwe biparêze.

Hûn helwesta hêzên navneteweyî û herêmî ya li dijî kantonan çawa dinirxînin?

Kanton li Rojhilata Navîn wê bibe modêl. Lê ne modêleke xeyalî û neyî, rastî. Li Ewropayê çawa dibe li Rojhilata Navîn jî wê bibe. A girîng Rojhilata Navîn e. Em komunên sosyal ên kantonan ava dikin. Niha komun li deverên weke Belçîkayê hene. Dema ku li Rojhilata Navîn dibe her kes şaş dibe, weke ku tiştekî nû be. Lê ne wiha ye. Em behsa kooperatîfan dikin. Em li Spanyayê, li Katalanan dibînin, modêla herî serketî ya aborî kooperatafî e. Çima em nekin? Em jî hewl didin ku vê bikin. Hem ji tecrûbeyê hinî kelkê werdigirin û hem jî ev li Rojhilata Navîn tiştekî nû ye. Ev ê bi xwe re aramiyê jî bîne.