1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. NASA dê nêzî rojê bibe
NASA dê nêzî rojê bibe,nasa,dê,nêzî,rojê,bibe

NASA dê nêzî rojê bibe

Daîreya Feza û Hewanasiyê (NASA) da xuyakirin ku dê di nav mehên havîna sala 2018´an de amûreka fezayî ya bêyî mirov bişînine Roj´ê

A+ A-

Rayedarên NASA´yê roja çarşemê civîneke çapemeniyê kirin û kitekitên peywira amûra fezayî ya dê di havîna sala 2018´an de bişînine çepera derve ya Roj´ê daxuyandin.

 

Amûra fezayî ya heya niha bi navê Solar Probe Plus dihate zanîn navekî nû girt û navê wê bû Eugene Parker. Eugene Parker di sala 1958´an de teoriya ku roj pirçik û pariyên plazmayê weke bayekê li gerdûnê belav dike bi pêş xistibû.

 

NASA cara yekem e navê mirovekî hîn li jiyanê ye dide amûreka fezayê.

 

Ev amûra fezayê dê li ser kûreya tac (korona) ku weke atmosfera rojê jî tê zanîn, lêkolînan bike, daneyên ka çewa germ dibe, berhev bike û dê bi qasî 5 car li çapa stêrkê nêzî Roj´ê bibe.

 

Tê diyarkirin ku germahiya li kûreya tacê 500 hezar pîle an jî zêdetir e. Hîn jî weke razek e ka gelo çima çepera derve ya Roj´ê ji aliyên wê yên hundirîn bi sedan caran germtir e.

 

Bayê Roj´ê jî ji kûreya tacê belav dibe. Ev pêlên plazmayê ku di nav de pirçik û pariyên elektron, proton û alfayê hene bandorê li ser jîyana li cîhanê dikin.

 

”Tu amûreka fezayê heya niha bi germahiyeke wiha zêde re rûbirû nebûbû”

 

NASA dide zanîn ku Solar Probe Plus dê ji dûrahiya 6.4 milyon km ya ji Roj´ê ve bikeve rêgeha xwe. Bi vî awayî dê cara yekem amûreka fezayî ewçendî bi germayî û radyasyoneka zêde re rûbirû bimîne. Amûr, dê li ser atmosfera derva ya Roj´ê lêkolînan bike û li bersivên derbarê pirsên li ser stêrkan de bigere ku bi dehan sal in têne tatêlkirin.

 

Tê diyarkirin ku daneyên di encama van hewldan û lêkolînan de bêne bidestxistin, dê bibine alîkar ji bo rûdanên hewayî yên bandorê li ser jiyana li cîhanê, peykan û astronautan dikin, hezr bikin.

 

Amûra fezayî xwedî mertaleka karbonî ya di stûriya 11.5 santîmî de ye û dê bi 1400 pîle germahiyê re rûbirû bimîne.

 

Çavkanî: BBC

Wergera kurdî: amidakurd.net


Bêjeyên Miftehî