1. Hemû Nûçe

  2. Çand û Huner

  3. NAV-DEM: Çarşema Sor li Kurdên Êzîdî, li tevahiya gelê Kurd pîroz be
NAV-DEM: Çarşema Sor li Kurdên Êzîdî, li tevahiya gelê Kurd pîroz be,nav,dem,çarşema,sor,li,kurdên,êzîdî,li,tevahiya,gelê,kurd,pîroz,be

NAV-DEM: Çarşema Sor li Kurdên Êzîdî, li tevahiya gelê Kurd pîroz be

NAV-DEM’ê bi daxuyaniyek nivîskî Cejna Çarşema Sor a Kurdan pîroz kir û got, "Roja azadî, afirîna cîhanê, peydabûna ber û bereketê pîroz be."

A+ A-

 

NAVENDA NÛÇEYAN - ANF
 

Navenda Civaka Demokratîk (NAV-DEM) bi daxuyaniyeke niviskî Cejna Çarşema Sor pîroz kir û got, "Cejna Çarşema Sor, bi navê din 'Çarşema serê Nîsanê' roja azadî, afirîna cîhanê, peydabûna xêr û bereketa axê, destpêka aştî û aramiyê, di serî de li civaka Êzdî û tevahiya gelê Kurd pîroz dikin. Çarşema Sor, ji bo tevayiya gelê Kurd çand, ziman û dîrok bi xwe ye. Ev cejn, nirxekî gelê Kurd e. Parastin û pîrozkirin ji mafê her Kurdî ye."

NAV-DEM’ê di daxuyaniya xwe ya nivîskî da bal kişande ser rewşa Kurdistanê ya ku bûyerên girîng lê diqewimin û qirkirina siyasî, çandî, exlaqî ya dewletên dagirkeran berdewam in û her wiha bal kişande ser lîstikên li ser Kurdên Êzîdî.

Di daxuyaniyê de hate gotin, "Em ne tenê di vê baweriyê de ne, na em dizanin ku Kurdên Êzîdî li hemberî lîstikan û perçekirina Kurdan her dem hişyar in û nahêlin yekîtiya gelê Kurd were binpêkirin. Em bi daxwaz in ev Cejna Çarşema Sor a 2017'an li welatê me bibe bingeha aştiyeke civakî, azadî û kêfxweşiyê. Em bawerin gelê me jî wê cejna xwe li ser vê esasê pîroz bike. Em weke NAV-DEM'ê Cejna Çarşema Sor di serî de li Kurdên Êzidî û li tevahiya gelê Kurd û mirovahiyê pîroz dikin."