1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. NY Rapora Pêşkeftina Mirovî diyar kir
NY Rapora Pêşkeftina Mirovî diyar kir,ny,rapora,pêşkeftina,mirovî,diyar,kir

NY Rapora Pêşkeftina Mirovî diyar kir

Neteweyên Yekbûyî rapora Endeksa Geşbûna Mirovî ya 2018'an weşand. Di raporê de Tirkiye di rêza 64'an de ye

A+ A-

Di rapora Endeksa Geşbûna Mirovî ya NY'yê de di rêza pêşî de Norwêç, di rêza 2'yan de Swîsre û di ya sêyan de jî Avûstralya heye.

RAPORA GEŞBÛNA MIROVÎ ÇIYE

Endeksa Geşbûna Mirovî raporeke wiha ye ku rêjeya xwenda û nivîsînê ya welatan, asta wan a jiyanê û temendirêjiya mirovên wan welatan bi şanîderan nîşan dide.
Li gorî rapora NY'yê ev lêkolîn asta geşbûna van welatan nîşan dide, her wiha nîşan dide bê ka aboriya wan welatan bi mirovan re çi guherînê tîne.

Di raporê de li ser 189 welatan hatiye rawestandin. Li gorî vê Norwêç, Swîsre, Avûstralya, Îrlanda û Elmanya li pey hev li rêza pêşî tên. Tirkiye îsal kete rêza 64'an. Di raporê de, di rêza dawî de Nîjer heye. Rewşa welatan a ku ji hêlên perwerde, tenduristî, dahata millî ya derî ya safî, xebat û karkeriyê, ewlehiya mirovan ve tê nirxandin, bi vê raporê re zêdetir berbiçav dibe.
Li gorî rêjeya geşbûna mirovî ya welatan, ji sala 1990'î ve ji hêla global ve 22 ji 100'î zêde bûye.

Li gor vê mirov bi giştî êdî dirêjtir dijîn, zêdetir xwedî derfetên perwerdehiyê ne û dahata wan zêdetir bûye.