1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Navê Parka Jinê ya Şengalê hate guhertin
Navê Parka Jinê ya Şengalê hate guhertin,navê,parka,jinê,ya,şengalê,hate,guhertin

Navê Parka Jinê ya Şengalê hate guhertin

Bi fermana qeyûmê li Şaredariya Rêya Armûşê hate bicihkirin, tabela Parka Jinê ya Şengalê bi bantê hate nixumandin û li şûna peyva 'Şengal'ê, 'Dîcle Îdrak' hate nivîsandin

A+ A-

  • OKTAY CANDEMÎR/ANF/WAN

 

 

Qeyûmên ku dest danîne şaredariyên DBP'yî, di çarçoveya polîtîkaya Tirkkirinê de bi rengekî bê navber dijminatiyê li nav, sembol û rengê Kurdan dike. Karê herî dawî yê di vî warî de li Şaredariya Rêya Armûşê hate kirin. Tabela Parka Jinê ya Şengalê bi bantê hate nixumandin û li şûna peyva 'Şengal'ê, 'Dîcle Îdrak' hate nivîsandin.

Tabela Parka Jinê ya Şengalê ku ji aliyê Şaredariya Rêya Armûşê ya DBP'yî ve hate çêkirin, roja 27'ê Çileya 2017'an bi bantê peyva 'Şengalê' hate nixumandin. Li şûna 'Şengalê' navê Dîcle Îdrak ê ku 2 sal berê di çalakiya dijî Mala Polîsan a 2'ê Nîsanê de mir, li tabela vê parkê hate nivîsandin.

Xweranegirtina qeyûman li navê parkan, ne cara yekê ye. Qeyûman sala 2017'an hema bêjin hemû tabelayên bi Kurdî yên li Kurdistanê anîn xwarê. Çend ji mînakên vê xwarenegirtinê ev in:

ŞAX

Navê Serokê Baroya Amedê Tahir Elçî yê hat kuştin, li parka ji aliyê Şaredariya Şaxê ya DBP'yî ve hate çêkirin, hatibû kirin. Qeyûm navê Tahir Elçî ji parkê rakir û navê cerdevanekî lê kir.

LICE

Navê Ceylan Onkol a 12 salî ku 28'ê Îlona 2009'an li gundê Xiraba yê Licê bi topa hawanê ya ji Qereqola Tapantepeyê hate kuştin, li parkekê hatibû kirin. Qeyûmê li Şaredariya Licê Sînan Başak di salvegera kuştina Onkol de navê wê ji parkê rakir.

YENÎŞEHÎR

Qeyûmê li Şaredariya Yenîşehîrê, di salvegera 10. a wefata wî de navê Mehmed Ûzûn ji parkê rakir. Navê Mehmed Ûzûn, çarînek ji sirûda 'Hilbe Agrî' û tîpên Kurdî yên li ser bîrdariya pirtûkê ya li parkê jî hatin rakirin.

ÊLIH

Qeyûmê li Şaredariya Êlihê, peyva 'Jin'ê ya li ser tabela Kompleksa Sporê ya Jinê ku ji bo jinan hate çêkirin, tevî tabelaya Kurdî rakir.

AMED

Qeyûm Cûmalî Atîlla yê li Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê bi cih bû, tabeleya bi Kurdî û Tirkî ya li ser avahiya şaredariyê jî di nav de hemû tabelayên Kurdî rakir.

PEYAS

Qeymeqamê navçeya Peyasê Mûstafa Kiliç ku weke qeyûm li şaredariya navçeyê bi cih bû, navê tesîsa "Kompleksa Werzîşê ya Amedê" kir "Kompleksa Sporê ya Şehît Polîs Halît Gulser."