1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ocalan ji bo Efrînê; 'Çek û cebilxaneyan amade bikin'
Ocalan ji bo Efrînê; 'Çek û cebilxaneyan amade bikin',ocalan,ji,bo,efrînê,'çek,û,cebilxaneyan,amade,bikin'

Ocalan ji bo Efrînê; 'Çek û cebilxaneyan amade bikin'

Ocalan gefên li dijî Efrînê berî 3 salan dîtibû û ev hişyarî dabû hêzên li Efrînê: "Roj ne rojên avakirina kargehên tekstîlê ye. Rojên avakirina kargehên çek û cebilxaneyan e, afirandina komunîzma şer e û malîkirina li tevahiya civakê ye."

A+ A-

Dewleta Tirk ji bo Efrînê dagir bike di navbera Rûsya û DYA de diçe û tê. Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan piştî serketina Kobanê dîtibû ku yek ji hedefên dewleta Tirk Efrîn e û bi van gotinan hişyarî dabû rêveberî û hêzên xweparastinê yên li Efrînê: "Roj ne rojên avakirina kargehên tekstîlê ye. Rojên avakirina kargehên çek û cebilxaneyan e, rojên afirandina komunîzma şer e û malîkirina li tevahiya civakê ye."

REWŞ DÎTIBÛ

Kobanê, ku Serokkomarê Tirk Tayyîp Erdogan li bendê bû têk biçe û 7'ê Cotmeha 2014'an gotibû "li ber ketinê ye", 27'ê Çileya 2015'an li hemberî çeteyên DAÎŞ'ê bi ser ket. Piştî vê serketina Kobanê, HDP di hilbijartinên 7'ê Hezîrana 2015'an de ji benda hilbijartinê derbas bû û nehişt ku AKP bi tena serê xwe bibe desthilatdar. 15'ê Tebaxa 2015'an jî şervanên YPG/YPJ'ê bi hêzên Bûrkan El Firat re ku bingeha Hêzên Sûriyeya Demokratîk (QSD) bûn, Girê Spî rizgar kirin. Piştî vê rizgarkirinê, dewleta Tirk maseya çareseriyê ya li Îmraliyê qeliband.

HIŞYARIYÊN OCALAN

Rojavayê Kurdistanê di hevdîtinên Îmraliyê de 'xeta sor' bû. Ocalan gefên li dijî Rojava dît û hişyariya ku berê gelek caran kir, timî dubare dikir. Ocalan ku xeteriya li ser Efrînê didît, ev mijar bi girtiyên ji doza PKK'ê re par ve kir ku ji bo sekreteryayê sewqî Girtîgeha Îmraliyê hatibûn kirin.

Ji girtiyên ji doza PKK'ê Çetîn Arkaş û Nasrûllah Kûran ku piştî qelibandina maseya çareseriyê destpêka sala 2016'an sirgûnî Girtîgeha Sîlîvriyê hatin kirin, bersiv da pirsên rojnamevan Mîkaîl Barût ê bi wan re li heman girtîgehê ye. Arkaş û Kûran bal kişandin ser gefên li ser Efrîn û gelemperiya Rojava. Hevpeyvîn li rojnameya Ozgur Gundemê hate weşandin. Rojek piştî weşandina hevpeyvînê Ozgur Gundem hate girtin.

'RASTIYA GEL Ê ŞERVAN'

Di vê hevpeyvînê de ku 15'ê Tebaxê li rojnameya Ozgur Gundemê hate weşandin Arkaş û Kûran bal kişandin ser nêrîn û hişyariyên Ocalan ên li ser Efrîn û Bakurê Sûriyeyê. Arkaş di hevpeyvînê de bi vî rengî qala hişyariyên Ocalan ên li ser Rojava kir: "Mesela, yên me xwe sist dikin û giranî dane ser ji nû ve avakirina Kobanê. Eger tu tevahiya giraniya xwe bide ser karê înşaetê û ji bîr bike ku di nava şer de ye, tu yê hê gelek caran li cihê xwe derbê bixwe. Hûn di nava şer de ne, di nava şer de. Eger pêwîstî pê hebe, divê jin û mêrên zewicî bêjin, 'em ê pênc salan nêzî hev nebin, em ê jiyana xwe li gorî vê bi rêxistin bikin'."

'KOMUNÎZMA ŞER BIAFIRÎNIN'

Arkaş anî ziman ku Ocalan bi taybetî hişyarî û rexneyên berfireh der barê Efrînê de dikir û gotinên Ocalan ên li ser mijarê wiha vegot: "Eger bi vî rengî li Efrînê biçikin, wê derbê bixwin. Ji xwe gav bi gav hewl didin wan dorpêç bikin. Der barê Efrînê de nûçe tên ku li pey hev atolyeyên tekstîlê tên avakirin, hilberîn tê kirin. Yanî karê avakirinê yê kapîtalîst derdixînin pêş... Xuya ye hay ji xwe nînin bê çi li hemberî wan heye. Roj ne rojên avakirina kargehên tekstîlê ye. Rojên avakirina çek û cebilxaneyan e, rojên avakirina komunûzma şer e û malîkirina vê yekê li civakê ye."

'DIVIYABÛ CERABLÛS Û EZAZ BIHATINA RIZGARKIRIN'

Arkaş sohbetên xwe yên bi Ocalan re bi bîr anî û diyar kir ku Ocalan gotiye, "Ya rast, pêngava Cerablûs-Ezazê diviyabû zûdeyî bihata kirin." Arkaş anî ziman ku Ocalan di vê der barê de gotiye, "Tê fêhmkirin ku hin hevsengî li ber çavan tê girtin. Lê belê eger hewldanên şoreşgerî yên xwe dispêrin hêza xwe di dema xwe de werin kirin, wê li ser rûyê erdê hê bêhtir însiyatîf bi dest bikeve."

'KURD BERXA SERÎ LI BER KÊRÊ NÎNE'

Arkaş da xuyakirin ku Ocalan destnîşan kiriye ku polîtîkaya dewleta Tirk a li ser Sûriyeyê ji destpêkê ve şaş bû û li ser vê mijarê ev nêrîna xwe parve kiriye: "Xwezî Tirkiyeyê dest ji fobiya xwe ya Kurd û xeyalên xwe yên avakirina serweriya li Rojhilata Navîn berdabûya û bi destê ku me dirêj kiriye bigirta. Lê hûn dibînin, min li pêşberî şahîdiya bi milyonan kesî got, 'ruhê Eşme', lê wan heman cih ziyaret kirin û gotin 'serkêşê terorîstan'. Dibêjin, 'gelo em çi bikin çi nekin ku pêşî li korîdora Kurd bigirin'. Di rewşeke wiha de, Kurdên ku van dibînin bêguman wê weke berxa serî li ber kêrê tevnegerin."

AVAKIRINA ARTÊŞA KONFEDERASYONÊ

Nêrîna "Hêzên Ewlekariya Sînor" ku van rojan di rojevê de ye, bi van gotinên Arkaş eşkere dibe ku nêrîna Ocalan e: "Dîrokê firsendeke wiha afirandiye ku bi navê gelan, bi perspektîfa neteweya demokratîk şert û merc hene ku bayê azadiyê li gelemperiya Rojhilata Navîn deng vede. Pêvajoya şoreşgerî ya li Rojava, wê di asta Şoreşa Fransayê, Şoreşa Cotmehê de bandorê bike. Avirandina rêxistinbûnên leşkerî û siyasî yên ku tevî Kurdan, bi hezaran mirovên Ereb, Tirkmen, Fars, Suryanî, Ermenî, komên bindest û baweriyan ên xwedî vî ruhî wê biherikin navê, hem pêkan e hem jî cihê kelecanê ye. Eger bi ruhekî şoreşgerî kar bê kirin, di nava pêvajoyeke şeş mehan de Artêşa Konfederasyonê dikare bê avakirin. Gelo li pêşberî hêzeke bi vî rengî, wê kîjan navenda paşverû û statukoparêz necirife?"