1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Ocalan qala komployê kir
Ocalan qala komployê kir,ocalan,qala,komployê,kir

Ocalan qala komployê kir

A+ A-

BERFÎN BAGDÛ / MAWA TOLHILDAN  BEHDÎNAN  / ANF


Komploya navneteweyî ku di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li dijî Tevgera Azadiyê ya Kurd û gelê Kurdistanê hate kirin, 9'ê Cotmeha sala 1998'an dest pê kir. Ocalan neçar hate hiştin ku ji Rojhilata Navîn derkeve. Piştî ku Ocalan 15'ê Sibata 1999'an ji Sefaretxaneya Bilind a Yewnanîstanê ya li Kenyayê hate revandin û radestî Tirkiyeyê hate kirin, qonaxa destpêkê ya komployê temam bû. Ocalan sala 2003'an parêznameyek pêşkêşî Dadgeha Cezayê Giran a Atînayê kir ku lê dihate darizandin. Ocalan di parêznameya xwe de ya bi navê (Ji Dadger û Endamên Jûrî yên Dadgeha Sondxwarî ya Têkel a Atînayê re û Parastina Atînayê) qala sedema komployê û kiryaran kir:

JI BER KU MIN HEVKARÎ QEBÛL NEKIR

Hêzên hegemon ên sîstema kapîtalîst Îngilîstan û DYA, ku hewl didin li ser hemû dewlemendiyên ser û binê erdê, petrol, civak û rêveberiyên Rojhilata Navîn serdest bin, dewlet, civak, rêxistin û kesayetên hevkariya vê polîtîkayê nakin îmha û tasfiye dikin. Vê yekê ji berê ve weke rêbazekê bi kar tînin. Em ji destpêkê ve di xeta azadîparêzî û serxwebûna gelên Rojhilata Navîn de israr dikin, lewma em bûn hedefa van polîtîkayên tasfiyeyê û komployê. Dema ku em li Şamê bûn, Îngilîstanê û Dewletên Yekbûyî yên Amerîkayê (DYA) qasidên xwe şandin û gotin ku divê em li gorî polîtîkayên wan ên Rojhilata navîn tevbigerin, naxwe wê me tasfiye bikin. Min pêşniyara wan a ji bo hevkariyê red kir. Min ji wan re got ku em ê dev ji xeta serxwebûn û azadîparêziya gelan bernedin. Piştre Talabanî hat û ji min re got, "Ocalan te çi kir, te serê xwe xist nava belayê!" û xwest ku ez biryara xwe ji nû ve binirxînim. Hewl da ku min îqna bike ji bo bi van hêzan re hevkariyê bikim. Lê min pêşniyar qebûl nekir. Min got, "Ez mirovekî xwedî pîvan im, xeta min ji bo gelan e. Ez şervanekî azadiyê me ku utopya wekhevî û azadiyê ya hezaran salan a gelan temsîl dikim, nabim şervanê kesî." Ji ber vê yekê biryar dan ku min tasfiye bikin. Hesabê wê yekê dikirin ku bi tasfiyekirina min re PKK bê serî bimîne yan na.


SÊ HÊZAN BIRYAR DAN, GLADIYOYÊ BI CIH ANÎ

Biryara ji bo tasfiyekirina min beriya sala 1998'an ji aliyê DYA-Îngilîstan-Îsraîlê ve hate dayin. Ji ber ku biryar li dijî qanûnan bû, wê bi destê Gladiyoya NATO'yê gav bi gav bi cih bihata anîn. Operasyonên Gladiyoyê di heman demê de ji bo wê yekê bûn ku Tirkiyeyê hîn bêhtir bi xwe ve girê bidin. 9'ê Nîsana 1996'an di navbera Serokwezîrê Yewnanîstanê Kostas Sîmîtîs û Serokê DYA'yê Bîll Clînton de li Qesra Spî hevdîtineke veşartî hate kirin (Rapora vê hevdîtinê wê piştre di çapemeniyê de bihata weşandin). Di vê hevdîtinê de li ser min bazarî dihate kirin. Zêdeyî 20 salan li Rojhilata Navîn û li Sûriyeyê mabûm. Min gelek têkilî danîbû û kar kiribû. Pêşketin û gavên dîrokî rû dabûn. Lê belê DYA-NATO-Îsraîl û Tirkiyeyê ji aliyê siyasî, leşkerî û dîplomatîk ve dor li Sûriyeyê girtin. Ev dorpêçî roja 9'ê Cotmeha sala 1998'an derket asta herî bilind.


SÛRIYEYÊ SERÎ TEWAND

Sûriyeyê serê xwe li ber van zextan tewand û di mijara PKK'ê de bi van hêzan re li hev kir. Rayedarên Sûriyeyê ji min xwestin ku bi lez û bez Sûriyeyê biterikînim û gotin, "Nesekine, biçe!"


EGER BIÇÛMA ÇIYÊ WÊ MESELE BIBÛYA MESELEYEKE ŞEXSÎ

Ji bo min gelekî hêja û giranbuha ye ku ji azadî û jiyana mirovan eger bi qasî serê derziyê derfetên aştiyane hebe di vê were ceribandin. Ji ber vê yekê, tevî ku derketina serê çiyê xewn û xeyala min a 40 salî bû, min ev yek nekir. Hîn jî pê bawerim ku min ya rast kir û 9'ê Cotmeha 1998'an min berê xwe neda Zagrosan. Eger biçûma çiyê, bombeyên ji bo Afganîstanê hatin bikaranîn wê destpêkê li dijî me bihatina bikaranîn. Şer wê bibûya şerekî şexsî.


SOZÊN KOSTAS BADÛVAS

Li gel van sedemên giştî, sozên ku Wezîrê berê yê Ragihandinê yê Yewnanîstanê û Parlamenterê PASOK'ê Kostas Badûvas dan min, bandor li biryara min a ji bo derketina Atînayê û Ewropayê kir. Roja 6'ê Cotmeha sala 1998'an li Şamê di hevdîtinê de (Ayfer Kaya jî şahid e) Badûvas bi bîr xist ku 109 parlamenterên Parlamenta Yewnanîstanê min vexwendine Yewnanîstanê û got, hikumeta Yewnan destekê dide hatina min a Atînayê, ew ê jî vegere welatê xwe û ji bo hatina min dest bi amadekariyan bike. Soz da ku wê li Balafirgeha Atînayê bê pêşiya min.


RÊWÎTIYA JI ŞAMÊ BER BI ATÎNAYÊ VE

Li ser vê bingehê, roja 9'ê Cotmeha 1998'an ji Balafirgeha Şamê bi balafireke rêwiyan a Sûriyeyê me berê xwe dan Atînayê. Dema ku balafir daket Balafirgeha Hellînîkon a Atînayê, Badûvas ê ku gotibû wê amadekariyan bike û soz dabû ku wê min pêşwazî bike, xuya nedikir. Kesek tune bû.


LI ŞÛNA BADÛVAS, ENDAMÊN ÎSTÎXBARATÊ HATIN

Em li benda Badûvas bûn, lê yên derketin pêşiya me Savvas Kalenterîdîs û payebilindekî îstîxbaratê Stavrakakîs bûn. Dema em li balafirgehê disekinînin, Afyer Kaya ya bi min re bû, gelek caran bi rêya telefonê li Badûvas geriya. Badûvas got, "Tiştekî ku ez karibim bikim nîne, li Serokwezaretiyê di hevdîtinê de me" û nehat.


BADÛVAS ŞAGIRTÊ ÎNGILÎZAN BÛ

Piştre eşkere bû ku, ji bo ji Sûriyeyê derkevim û bikevim xefika Yewnanîstanê, di şexsê Badûvas de rola Îngilîstanê heye. Vexwendina Badûvas ku şagirtekî Îngilîzan e, weke gava destpêkê ya komploya DYA-Îngilîstan-Sîmîtîs kete dewrê. Ji vê kêliyê û pê ve ez bi ku ve çûm, ji aliyê NATO û DYA'yê ve bi rengekî bê eman hatim şopandin û kontrolkirin.


HEMAN ROJÊ JI ATÎNAYÊ BERÊ XWE DA MOSKOWAYÊ

Bi gef, tirs û fikareke mezin nêzîkatiyeke welê li min hate nîşandan ku divê heta saet pêncê heman rojê derkevim, naxwe wê tehde li min bê kirin. Ne li benda vê rewşê bûm û ji vê yekê re jî ne amade bûm. Piştî ku vexwendînameya ji aliyê nûnerê me yê li Rûsyayê Mahîr Welat (Nûmar Ûçar) ve hate amadekirin bi rêya faksê hate şandin, Stavrakakîs got ku li Sefaretxaneya Bilind a Rûsyayê nasên wî hene û bi karên vîzeyê biliya. Wezareta Karên Derve ya Yewnan bi bayê bezê balafireke taybet amade kir û heman rojê (9'ê Cotmehê) ez birin Moskowayê. Ji bo bi me re were Kalenderîdîs "fanatîkê min" xistinb alafirê.


LI MOSKOWAYÊ SERLÊDANA JI BO PENABERIYA SIYASÎ

Dema ku em li Moskowayê peya bûn, nûnerê me yê li Rûsyayê Mahîr Welat û endamên ewlekariya Rûsyayê hatin pêşwaziya me. Jîrînovskî jî bi wan re bû. Piştî ku em şevekê li mala Jîrînovskî bûn mêvan, em ji wir birin maleke li qadeke çiyayî. Di vê demê de min serlêdana xwe ya ji bo penaberiya siyasî radestî wezîfedarê Rûs kir ku ji bo ewlekariyê bi me re bû. Di roja duyemîn de ya li Rûsyayê (11'ê Cotmeha 1998'an), rawestgeh jî di nav de agahiyên îstîxbaratê yên piştî derketina ji Sûriyeyê gihîştibûn Enqereyê. Alîkarê Serokwezîrê Tirkiyeyê yê wê demê Mesût Yilmaz 11'ê Cotmeha 1998'an civîneke çapemeniyê li dar mijarê li dar xist û got, "Bi saya agahiya ku rêxistina îstîxbaratê ya welatekî hevalbend daye me, em pê zanin ku Ocalan li Rûsyayê ye." Tevî ku ji Yilmaz hate pirsîn bê rêxistina îstîxbaratê ya kîjan welatî ye, bersiv neda. Min ji baskê jêrîn ê Parlamenta Rûsyayê ji Dûmayê daxwaza penaberiya siyasî kir.


DÛMA'YÊ DAXWAZA MIN QEBÛL KIR

Dûma'yê li ser vê yekê polîtîkayên qirêj û kiryarên nehiqûqî yên li dijî min dihatin kirin, şermezar kir û piştre roja 4'ê Mijdara 1998'an li dijî dengekî dijber bi 298 dengên erê, daxwaza min a ji bo penaberiya siyasî qebûl kir. Bi vî rengî hate erêkirin ku Federasyona Rûsyayê mafê penaberiya siyasî bide min.


DYA'YÊ NERAZÎBÛN NÎŞAN DA Û HIŞYAR KIR

Nerazîbûna destpêkê ya li dijî vê biryara Dûma'yê ji DYA'yê hat. Berdevkê Wezareta Karên Derve ya DYA'yê James Rûbîn bi daxuyaniyekê got, "Wezîra Karên Derve Madeleîne Albrîght, PKK weke rêxistina terorê îlan kiriye. Me ji hikumeta Rûsyayê xwest ku ji bo Ocalan tavilê bê dersînorkirin an jî were radestkirin, gavên pêwîst biavêje. Divê ti welat mafê penaberiyê nede vî 'terorîstî'. Dubare dikim, divê ti welat!"


YÊN KU SÎSTEMA SOWYETÊ YA MEZIN FIROTIN

Prîmakov biryara Dûmayê qebûl nekir. Di vir de dibe ku rola krîza aborî ya Rûsyyaê hebe. Ji xwe Rûsya di serdemeke krîzê ya dejenerebûnê de bû ku piştî reel sosyalîzmê kete navê. Serokwezîr Prîmakov û Serok Yeltsîn xayinên girîng ên reel sosyalîzmê bûn. Berjewendiyên li ser bingeha aborî û îstîxbarata veşartî-gemarî, rewşa min çiqasî stratejîk jî be dikir ku wê wextê bêm firotin. Xapandina xwe bi xwe bû ku ji van kesên sîstema mezin a Sowyetê firotin li bendê bûm ku hurmetê nîşanî nirxên azadiyê bidin.


XWESTIN MIN BIBIN QIBRISÊ

Moskowa ku yek ji navendên bijarte yên şaristaniya kapîtalîst e, wê lîstika namerdî ya li dijî sosyalîzmê lîst, bêyî li ber xwe bikeve di meseleya min de jî bilîsta. Biryara qebûlkirina penaberiya min ku li Dûmayê li dijî dengekî bi 298 dengan hate qebûlkirin wê ji bo Prîmakov bê wate bûya û Prîmakov wê bi helwesteke li derveyî hiqûqê tevbigeriya. Di nava vê tevlîheviyê de xwestin min bi zorê di ser Tirkiyeyê re daxînin Qibrisê. Rayedarê îstîxbarata Rûsyayê Heba Çîlî ku wê wextê bi min re bû got, "Me ji we re Qibris amade kir, hûn ê biçin wir." Ev yek operasyoneke tinekirinê bû. Piştî ku hîn bûm wê balafir di ser Tirkiyeyê re biçe, min got, ya wê li hewayê bê teqandin, ya jî li Enqereyê bê daxistin. Û bi vê bîr û baweriyê min qebûl nekir ku biçim Qibrisê.


PIŞTÎ 33 ROJAN HAT ÎTALYAYÊ

Ji ber ku rewşa li Rûsyayê metirsîdar bû, bi rêya nûnerê me yê li Îtalyayê Ahmet Yaman, min agahî gihand Parlamenterê Partiya Komunîst a Jinûve Rizgariyê ya Îtalyayê (PRC) Ramon Mantovanî. Piştî ku Mantovanî kete dewrê, roja 12'ê Mijdara 1998'an ji Rûsyayê derbasî paytexta Rûsya Moskowayê bûm. Bi vî rengî serdana min a destpêkê ya Rûsyayê li dû 33 rojan qediya.


DESTPÊKÊ GIRTIN, PIŞTRE DORPÊÇEKE TUND FERZ KIRIN

Dema ku gihaştim Îtalyayê li benda dostaniyê bûm, lê hatim girtin. Dadgehê piştre biryara girtinê rakir, lê belê ez xist nava dorpêçiyeke tund. Ji bo bêm revandin her rê û rêbaz hatin ceribandin. Yekîneya ewlekariyê ya ku li Îtalyayê têkilî bi min re danî, hêzeke taybet bû ku bi NATO'yê ve girêdayî bû. Hêza Desteya D'Alema tune bû ku li ber vê hêzê rabe û haya wan jî ji vê hêzê tune bû. Guh nedidan kesî û li gorî xwe tevdigeriyan. Hikumeta Îtalyayê ji xwe ne bawer bû û ne hêza diyarker bû. Nêzîkatiya vê yekîneyê ya li min gelekî tund û bê hurmetî bû. Mîna ku sûcdarek im nêzî min bûn, şopa tiliya min girtin û wêneyên min kişandin. Di nava şert û mercên destgîrkirinê de dihatin girtin. Destûr nedidan ku bi daxwaza xwe biçim cihekî. Piştre min işaret bi rewşa xwe ya tenduristiyê kir û li ser vê yekê ez birin cihekî ku karibe tedawî lê were kirin.


LI ROMAYÊ SERLÊDANA JI BO PENABERIYÊ

Di vê demê de min bi rengekî nivîskî ji bo penaberiya siyasî serî li meqamên fermî da. Tevî hemû neyînî, zor û zehmetiyan jî, Îtalyayê ji welatên din cudatir (Yewnanîstan, Rûsya) qet nebe karên fermî dikir. Welatê destpêkê û yê dawî bû ku daxwaza min a ji bo penaberiyê di asta hikumetê de nirxand. Dadgehê ev daxwaza min nirxand û biryareke navberê da. Di biryara navberê de wiha dihate gotin, "Heta ku biryar li ser serlêdana penaberiyê were dayin, Wezareta Edaletê ya Îtalyayê xwedî wî mafî ye ku li ser serbesthiştina min biryarê bide." Li ser vê biryara dadgehê, li taxa Înfernetto ya Romayê mam. Mayina min xwe dispart garantiyeke hiqûqî.


CLÎNTON LI SEROKWEZÎRÊ ÎTALYAYÊ GERIYA

Wezîra Karên Derve ya DYA'yê Madeleîne Albrîght wê 21'ê Mijdara 1998'an ji bo ji aliyê tu welatî ve neyêm qebûlkirin biketibûya nava hewldanan û di vê çarçoveyê de bi Sekreterê Giştî yê NATO'yê yê wê wextê Javîer Solana re hevdîtineke demdirêj bikira. Piştre Serokê DYA'yê Bîll Clînton bi xwe kete dewrê. Clînton 24'ê Mijdara 1998'an du caran bi rêya telefonê li Serokwezîrê Îtalyayê D'Alema geriya û jê re got, "Ji vê şaşitiya dîrokî vegere."


MIN JI BO AŞTIYÊ HEWL DIDA

Dema ku li Îtalyayê bûm li ser armanca mayina xwe ya li Ewropayê min daxuyanî da û diyar kir ku ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd û pêkhatina aştiyê hewl didim. Bi vê armancê min hin bang kir.


DYA Û TIRKIYEYÊ DAXWAZA RADESTKIRINÊ KIRIN

Yek ji kesên destpêkê yên nerazîbûn nîşanî daxuyaniya min a 26'ê Mijdara 1998'an da, Berdevkê wê demê yê Wezareta Karên Derve ya DYA'yê James Rûbîn bû. Berdevk got, "Divê Ocalan tavilê radestî Tirkiyeyê were kirin." Li gel vê yekê, hikumeta Tirk jî daxwaz li Îtalyayê kir ku min radestî wan bike.


JI ROMAYÊ BERÊ XWE DA RÛSYAYÊ

Di nava 66 rojên li Îtalyayê de zexteke giran a derûnî li min hate kirin. Bi komên polîsan ên bi rengekî herî baş hatine perwerdekirin, kontroleke xurt çêkiribûn. Firsend nedidan min ku ji odeyê jî derkevim. Polîs diketin heta odeya min razanê. Bi bahaneya, 'tedbîra li dijî revandina min' li min ferz dikirin ku vê kontrola giran qebûl bikim. Piştî ku Ahmet Yaman kete dewrê, bi balafireke ji aliyê Serokwezaretiya Îtalyayê ve hate amadekirin, neçar ma dîsa biçim Rûsyayê.


TU NABÊJÎ ÎTALYA Û RÛSYAYÊ LI HEV KIRINE

Dema ku ji nû ve gihîştim Moskowayê dem 16'ê Çileya 1999'an bû. Piştre derket holê ku Îtalyayê pêşniyar li Rûsyayê kiriye û jê re gotiye, "Ocalan qebûl bikin, em jî ji we re krediya ji 8 milyar dolarî ku beşa destpêkê ya alîkariya sala 1998'an e ku ÎMF'ê bloke kiriye, vekin." Rûsyayê jî ev qebûl kiriye.


WEKE KU DI NAVA QEFESEKE JI HESIN DE BÛM

Tevî ku bi peymaneke gemarî cara duyemîn bang li min kirin ku biçim welatê wan, pêkanîneke hîn tund û dijwar li ser min ferz kirin. Îstîxbarata Rûs bi namerdî tevdigeriya. Em xistin odeyekê û dernexistin derve jî. Mîna ku di nava qefeseke ji hesin de bûm.


PEYAMÊN NAVBERA RÛSYA Û TIRKIYEYÊ

Wezîfedarên ewlekariyê yên Rûs, 17'ê Çileya 1999'an ji min re gotin, "Hikumeta me destûrê nade ku hûn li vir bimînin. Bi rengekî bê sedem divê hûn di nava sê rojan de Rûsyayê biterikînin, lê belê cihê ku hûnê biçim wê ji aliyê me ve bê diyarkirin." Her wiha bi bîr xist ku ev biryara hikumetê di heman demê de fermanek e. Digotin ku ev yek jî ji aliyê Prîmakov bi xwe ve hatiye dayin. Piştî rojekê, yanî 18'ê Çileya 1999'an Sefîrê Bilind ê Rûsyayê yê li Enqereyê Aleksandr Lebedev ev soz da aliyê Tirk: "Ocalan kengî hate girtin wê were dersînorkirin." Bulent Ecevît jî hıeman rojê daxuyanî da çapemeniyê û ev yek piştrast kir.


LI ŞÛNA KURDISTANÊ BERÊ MIN DA TACÎKÎSTANÊ

Pêvajo; amadekirina çarmix an jî darbestê bû. Yên li Moskowayê bizmarên destpêkê bi xurtî lê didan. Cara yekemîn min rûyekî welê li ser çavê wan dît ku qet li dostaniyê nedihat. Eşkere bû ku biryar di asta bilind de bû. Min ji wan re got ku dixwazim biçim Kurdistanê. Destpêkê gotin, "Di ser Ermenîstanê re em dikarin te deynin ser sînor", lê piştre wiha gotin, "Rewş guherî, em diçin Tacîkîstanê."
Beriya serdana Madeleîne Albrîght a li Moskowayê (20'ê Çileyê) bi dek û dolaban û zordariyê li balafireke kargoyê hatin siwarkirin û li derveyî sînorên Rûsyayê -piştre eşkere bû ku paytexta Tacîkîstan Bîşkek e- min birin cihekî weke maleke gund. Ev yek revandina bi darê zorê bû. Li vê derê 8 rojan hatim tecrîdkirin û têkiliya min a bi derve re hate birîn.


JI BÎŞKEKÊ BERÊ MIN DAN MOSKOWAYÊ

Di roja 8'an a tecrîdê de, yanî 28'ê Çileyê bi balafirekê ez anîn Moskowayê. Li Moskowayê ji aliyê kesekî ku nas nakim ve hatim pêşwazîkirin û piştre ez birin avahiyeke ku yekîneyên taybet ên Rûs lê diman. Piştî demeke kin wezîfedarên Rûs hatin cem min, gef li min xwarin û ji min re gotin ku wê sibeha roja din min li balafira ku diçe Şamê siwar bikin.


DI SER ŞAMÊ RE WÊ RADESTÎ TIRKIYEYÊ BIKIRA

Armanc ji vê yekê ew bû ku di ser Sûriyeyê re min radestî Tirkiyeyê bikin. Ji ber ku Sûriye û Tirkiyeyê li hev kiribûn ku eger li Sûriyeyê vegerim wê Sûriye min radestî Tirkiyeyê bike. Ji ber ku balafir di ser Tirkiyeyê re diçû, dikarîbû li hewayê bihata teqandin. Lewma min ev pêşniyar qebûl nekir.
Rewş metirsîdar bûbû. Bi rêya Ayfer Kaya ya li Yewnanîstanê bû, min ji Amîral Naksakîs re ragihand ku ewlekariya jiyana min di rewşeke metirsîdar de ye.


JI LENÎNGRADÊ BER BI ATÎNAYÊ VE

Weke rawestgeha dawî, bi balafira taybet a ku generalê teqawît Naksakîs û tercûman Ayfer Kaya anîn, cara duyemîn roja 29'ê Çileya 1999'an daketim Atînayê. Naksakîs ez ji VIP derbas kir û bir mala nivîskar Vûla ku li Nea Makrî bû. Ez şevekê li vir mam. Dema ku careke din ji Rûsyayê vegeriyam Atînayê, xuya bû ku haya hikumeta Yewnan jê hebû. Lê belê cihê ku lê dimam nizanîbû.


RÛSAN JI BO BUKREŞÊ ZEXT KIRIN

Rayedarên Rûs ên ku li Lenîngradê ez bi rê kirin, şîret kirin ku berî biçim Yewnanîstanê divê li Bukreşê peya bibim û ji wir derbasî Atînayê bibim. Ez ji vê yekê ketim nava gumanan û bêyî ku li Bukreşê dakevim, yekser derbasî Atînayê bûm. Naksakîs wê piştre îdîa bikira ku biryar hatibû dayin min li Bukreşê radestî Tirkiyeyê bikin. Weke ku van gotinên Naksakîs piştrast bike, tê zanîn ku Serokê Îstîxbarata Yewnan Stravrakakîs li Bukreşê li benda min bû. Me rawestgeha Romanya-Bukreşê qebûl nekir û ji neçarî em li Atînayê daketin.


BÊ QANÛNÎ ÊDÎ BÛBÛ PÎVAN

Naksakîs dema ku 30'ê Çileya 1999'an hat mala Vûla ya li Nea Makrî, jihevketî xuya dikir û herî li ser kincên wî hebûn. Tenê tiştek mabû; di şexsê Kalenderîdîs de baweriya min a dostane bi kar bînin û min bibin cihê ku dixwazin. Ez bi zorê birin cihekî. Min careke din serlêdana penaberiyê kir. Lê belê Stavrakakîs diyar kir ku ew serlêdana min bi rengekî fermî nanirxînin û qebûl nakin. Rewşa bê qanûnî êdî bûbû pîvan. Ez bi zorê girtin û nehiştin ku kes xwe nêzî min bikin. Gotin ku wê min dersînor bikin. Lê nedigotin bê wê min bi ku ve bişînin.

MIN GOT HOLLANDA, WAN EZ ŞANDIN MÎNSKÊ

Di nava vê rewşa xumamî, gef û zordariyê de min pêşniyar kir ku min bibin Hollandayê. Stavrakakîs îdîa kir ku ji ber peymana Şengenê eger ji Yewnanîstanê biçim Hollandayê wê min ji nû ve radestî Yewnanîstanê bikin û xwest, ji welatekî transît ê ne welatê Şengenê ye bêm derbaskirin. Ji bo vê jî Mînsk hilbijartin. Li gorî planê, balafirek wê min ji Atînayê bibe bajarê Mînskê yê Rûsya Spî, balafireke din jî wê min ji Mînskê bigihîne Laheyê. Bi balafirekê ku ji aliyê rayedarên Yewnan ve hate amadekirin, roja 31'ê Çileya 1999'an dema ku min berê xwe da Mînskê, gotin ku wê balafira duyemîn a ji Mînskê biçe Hollanda-Lehyê wê li wir bê amadekirin. Mînsk qadeke ji serweriya Rûsyayê bû.


LI DAVOSÊ BAZARÎ Û LIHEVKIRIN HATIBÛ KIRIN

Piştre derkete holê ku rojek berê (30'ê Çileyê) li Davosê di civîna Forûma Aboriyê ya Cîhanê de di navbera Serokwezîrê Rûsyayê Prîmakov û şîrketên petrolê yên DYA'yî de li ser rewşa min bazarî hatiye kirin. Li gorî nûçeya bi sernavê "Di berdêla Apo de bazariya petrolê" ku li rojnameya aboriyê ya Rûsyayê Kommersantê hate weşandin, bi peymana Davosê re petrola Kazak wê li ser Rûsyayê, petrola Azerî jî wê li ser Tirkiyeyê bihatina belavkirin. Di berdêla vê yekê de Enqere wê belavkirina petrola Kazakan li ser neqeban asteng bikira. Di vê bazarê de berpirsyariya diket ser milê Rûsyayê wiha bû: Moskowa wê destûrê bide xeta Baku-Ceyhanê û serlêdana min a penaberiyê qebûl neke.


LI SWÎSREYÊ BIRYAR HATE DAYIN KU DESTÛR JI DAKETINA BALAFIRÊ RE NEYÊ DAYIN

Roja ku saet 18'an daketim balafirgeha Mînskê, Prîmakov got, balafirgehên Ewropayê li min hatine girtin. Wê wextê hemû balafirgehên navneteweyî yên li Ewropayê ketibûn alarmê ji bo nehêlin balafireke ku ez tê de bim danekeve. Eşkere bû di asteke gelekî bilind de ev biryar hatibû dayin. Piştre wê derketibûya holê ku ev biryar bi awayekî veşartî li Swîsreyê hatiye dayin.


DEMA KU BALAFIRA HOLLANDAYÊ NEHAT, EZ JÎ PEYA NEBÛM

Qaşo gotibûn ku balafira Hollandayê amade kirin, lê belê dema ku em li Mînskê peya bûn gotin ku wê neyê. Bi rengekî vekirî lîstik lîstin. Pangalos wê demê got, "Yê ku ji şibakeyê bikeve hundir wê ji dûkelê bê avêtin." Li balafirgeha Mînskê di nava şert û mercên giran ên zivistanê de bi saetan li balafir Yewnan hatim sekinandin. Rewş xumamî bû. Balkêş bû ku pîlot jî hewl dida me peya bike. Ji ber ku rewş bi guman bû, min red kir ku ji balafirê derkevim.


JI MÎNSKÊ VEGERA LI ATÎNAYÊ

Ji ber ku em biryardarî di balafirê de man, balafira Yewnan şeva 31'ê Çileyê-1'ê Sibatê saet 04:00 ji nû ve li Atînayê vegeriya. Di vegerê de jî em dihatin kontrolkirin. Ji bo dagirtina sotemeniyê jî nehiştin ku em li balafirgeheke din dakevin. Ancax hêza NATO'yê têrê bikira ku balafirgehan di vê astê de kontrol bike.


NE GOTIN KENYA, TENÊ GOTIN AFRÎKA

Heman rojê (1'ê Sibata 1999'an) ku li Girava Korfûyê tecrîdkirî bûm, danê sibehê Pangalos bi rêy atelefonê li Sefîrê Bilind ê DYA'yê yê li Atînayê Nîcholas Bûrns geriya û jê re ragihand ku li Yewnanîstanê me.
Dema ku ji min re gotin, "Hûnê biçin Komara Başûrê Afrîkayê" min nerazîbûn nîşan da ku got, "Çawa, çima Afrîka!". Kalenderîdîs ji bo fikarên min ji holê rake gelek soz da û got, "Hûnê li Sefaretxaneya me ya Bilind a li Afrîkayê bimînin. Ew der erdê Yewnan e, mafê xwe yê destnedanê heye. Ji bilî me ti hêz nikare dest lê werde û hûn ê bi rengekî ewle lê bin. Jiyana we wê ewle be." Got ku cihê ez ê biçim rawestegehek navberê ye û wê bi Başûrê Afrîkayê re hevdîtinan bikin. Li vê derê qet qala Kenyayê nekirin. Tenê gotin Afrîka. Piştre wê eşkere bibûya ku sozên dane derew in.


YA KU HAT BALAFIRA ÎSTÎXBARATÊ BÛ

Ji me re hate ragihandin ku balafira biçe "Afrîkayê" wê saet 19'an rabe. Lê belê ji ber ku di çapemeniyê de hate weşandin ku li Korfûyê me, saeta rabûna balafirê taloqî 20:30'î kirin. Heman piştî "qezaya balafirê ya Korfû" ku em ne li bendê bûn, balafireke gelekî taybet ku min texmîn kir ji Swîsreyê hatiye, bi tîma xwe ya ne Yewnanî li balafirgeheke leşkerî ya veşartî li benda min bû. Dibe ku balafira îstîxbarata CIA an jî Îngilîstanê bû. Ajokarê ku wê min bibira cem blafirê jî gelek caran li wesayitê siwar bû û peya bû. Mîna ku nedixwest li wesayitê siwar bibe. Dema ku li wesayitê siwar bû jî mîna ku nedixwest xwe bigihîne balafirê. Min encamek ji vê rewşê dernexist. Ez gelekî pê bawer bûm ku di dostaniyê de cihê xiyanetên bi vî rengî nîne. Lewma eger yek rabûya wê wextê ji min re bigota, "tu tê revandin" ez ê li dij derketibûma. Ji ber ku cihê vê yekê di mirovahiyê de nîne.


DEMA KU EM LI BALAFIRÊ SIWAR BÛN, GOTIN KENYA

Ya rast, ji min hebû ku piştî qezayê em ê neçûbûna. Şeva 1-2'ê Sibatê saet 05:30'î balafireke taybet bi awayekî veşartî xwe li balafira leşkerî danî. Ti qeyda fermî ya vê balafira ku xwe li balafirgeha Korfû (Patras) danî, tune bû. Nûmare, al an jî işareteke ku nîşan dide bê ya kê ye, li ser tune bû. Lê belê ji balafira berê ya ku qeza kir cudatir bû. Dema ku em li balafirê siwar bûn, ketim nava fikaran. Yên di balafirê de bûn zerik bûn û bi Îngilîzî diaxivîn. Hostes jî hebû. Min ji Kalenderîdîs pirsî, ku "Ev balafir a Amerîkiyan e? Haya wan ji çûyîna me heye?" Savvas Kalenderîdîs dîsa bi hostatî rola xwe lîst û di hundirê vê balafirê de ji min re got ku em ê biçin Kenyayê.


DYA'YÊ XWEST, EZ BIRIN NAÎROBÎ

Piştre eşkere bû ku Sefîrê Bilind ê DYA'yê yê li Atînayê Nîcholas Bûrns ji Sîmîtîs û Pangalos xwest ku min bibin Kenyayê. Vê balafira veşartî ku pêkane ji aliyê Gladiyoya NATO van jî CIA ve hate amadekirin û hate gotin ku ji Swîsreyê hatiye, roja 2'ê Sibatê saet 11'an xwe li balafirgeha Naîrobî danî. Sefîrê Bilind ê Yewnanîstanê yê li Kenyayê Kostoûlas hat pêşiya min û bi hêsanî ez ji balafirgehê bir. Derbasbûna ji gumrukê bi temamî ji aliyê sefîr ve hate kirin. Piştre em li wesayita wî siwar bûn û çûn.


KOSTOÛLAS JI XWE WEZÎFEDARÊ NATO'YÊ BÛ

Em ê piştre hîn bibûna ku Sefîrê Bilind Kostoûlas dîplomatek bû ku demeke dirêj di nava NATO'yê de wezîfe kiribû. Kostoûlas li balafirgehê di dema pêşwazîkirinê de got, "Di nava NATO'yê de ez serkêşê yekîneya ku 20 sal in te lêkolîn dike, bûm. Em li ezmanan li te digeriyan, lê me li erdê te dît." Derkete holê ku ev pêvajo rewşeke kontrolkirina ji aliyê yekîneya taybet a operasyonê ya NATO'yê bû.


ROLA JI KENYAYÊ RE HATE DAYIN

Rayedarên Yewnan li şûna ku min bigirin, çima ez şandin Kenyayê? Ji ber ku Kenya cihê operasyona radestkirinê bû. Şandina min a ber bi Kenyayê ve nîşan dide ku komployeke vekirî ye. Çima ne Komara Başûrê Afrîka, lê Kenya? Ji ber ku ew der rejîmeke li ber destê DYA'yê ye. Di destê ajanên CIA û Îsraîlê de ye. Ji bo plana teslîmkirinê cihekî din ji vir baştir nebû. Mandel-Komara Başûrê Afrîka wê neketibûna nava vê komployê.


HEMAN ROJÊ CIA Û MÎT'Ê HEVDÎTIN KIRIN

Heman rojê (4'ê Sibata 1999'an) danê êvarê endamekî CIA'yê ji Musteşarê MÎT'ê Şenkal Atasagûn re ragihand ku di mijarekê de dixwaze hevdîtinê bike. Atasagûn hevdîtinê qebûl dike û sê Amerîkî diçin mala wî. Yek ji van Şefê Stasyonê yê CIA ye ku timî hev didîtin. Her du yên din jî du pisporên kontra-terorê bûn ku ji bo vê yekê ji derveyî welat hatibûn. Rayedarê CIA'yê pêşniyar li rayedarên Tirk kir ku bi fermana Serokê Amerîkayê Clînton ji bo girtina min dikarin destekê bidin û operasyona hevpar bikin. Rayedarên Tirk pêşniyar qebûl kirin. Serokwezîrê Tirkiyeyê yê wê demê Bulent Ecevît piştî revandina min ji rojnamevan Sedat Ergîn re got, "4'ê Sibatê agahî ji me re hat ku Ocalan dikare ji Afrîkayê bê girtin. Li ser vê yekê ev mekanîzma hate xebitandin." Serokkomar Demîrel li pêşberî vê rewşa nû, biryar da ku nîvê şevê li Qesra Çankayayê civîna bilind a dewletê li dar bixe.


LI ÎMRALIYÊ AMADEKARIYAN DEST PÊ KIRIN

Ji xwe heman demê Tirkiye kete nava liv û tevgerê û tîmek operasyonê amade kir. Vê wextê (4'ê Sibata 1999'an) girtîgeha nîv vekirî ya ÎmraliYê ya li Derya Marmarayê hate valakirin û radestî Fermandariya Giştî ya Artêşê hate kirin. Derdora giravê weke herêma leşkerî hate îlankirin û di bin navê tadîlatê de Girtîgeha Îmraliyê ji bo şexsekî bi taybetî ji nû ve hate avakirin.


LI KENYAYÊ HER ROJ ZEXT HATE KIRIN

Ji 2'ê Sibatê dema ku daketim Kenyayê û pê ve her roj zext li min dihate kirin ji bo ji mala Kostoûlas derkevim. Bi taybetî di navbera 4-15'ê Sibatê de. Timî zext li min dihate kirin ku derkevim derve; carekê ji min xwestin ku li mala papazekî li Kenyayê bi cih bibim. Min bi bîr xist ku di nava berpirsyarî û ewlekariya Yewnanîstanê de me û min ev yek red kir. Vê carê jî xwestin ku li mala Wezîrê Tenduristiyê yê Kenyayê bimînim ku ew bi xwe jî Yewnan e. Ji ber ewlekariya jiyanê min ev pêşniyar jî qebûl nekir. Ji vir jî eşkere dibe ku destpêkê plan kirine ku bêm îmhakirin; ji ber ku ev nebû, plana Îmraliyê xistin dewrê. Biryar li ser wê pêşniyarê hate dayin ku min bibin Giravên Seyşelê. Ev pêşniyar yekser ji aliyê Stavrakakîs ve hate kirin. Ji bo Seyşelan karsazek xistin dewrê. Ev karsazê bi navê Yorgos Panos hat cem min û got, "Ez Seyşeyan baş nas dikim. Wê pasaportê bidin te. Wê pasaporta dîplomatîk jî bidin." Karê ji bo vê yekê 5-6 rojan dewam kir. Gotin ku ez ê 12'ê Sibatê bi rê bikevim. Piştre diyar kirin ku ji ber sedemên teknîkî ev nebûye. Pasaport jê nehat. Eşkere bû ku ev yek lîstikek ji bo mijûkirinê ye.


BALAFIRA TIRK DAKET ÛGANDAYÊ

8'ê Sibata 1999'an saet 15'an Sefîrê Bilind Kostoûlas li ser daxwaza Sekreterê giştî yê Serokatiya Karên Derve ya Kenyayê Kathoûrîma alîkarê xwe Yorgos Dîakofotakîs şand cem wî. Tirkiyeyê di vê demê de amadekariyên balafira ku min ji Naîrobî bigire dikir. Rêgeha balaifrê diyar bûbû. Balafir 10'ê Sibata 1999'an ji Stenbolê rabû û li gorî dema herêmê saet 16'an daket balafirgeha Entebbe ya ûgandayê. Ev balafira bi tîpa Falcon 900B a ji aliyê Dassaûlt a Fransayê ve hatibû çêkirin û bi işareta TC-CAG bû, ya karsazê Tirk Cavît Çaglar bû. Ev balafira ku di nava fîloya balafiran a şîrketa Nergîs de bû, taybetmendiya wê ew bû ku bêyî bisekine 7 saetan dikare bifire. Nivîsandin û têkiliya bi rayedarên Ûganda re ji aliyê rayedarê Rêyên hewayî ya Gozen Mehmet Dulgeroglû ve hate kirin ku ev şîrket di mijara ewlekariyê xizmetê dide balafirgehên Tirkiyeyê. Dulgeroglû nameyekê dişîne ji rayedarên balafirgeha Entebbe re. Di nameya 9'ê Sibatê de ev agahî tê dayin: Operator: Rêyên Hewayî ya Nergîs, tîpa balafirê: Falcon 900B, Nûmara: TC-CAG, Armanc: Ji bo kar-balafira taybet. Mehmet Dulgeroglû li ser balafirê û rêwiyan agahiyê dide û dixwaze ku alîkarî ji kesên di balafirê de ne bê dayin. Dixwaze ku karê vîzeyê yê kesên di balafirê de ne li wir bê çareserkirin. Di tîma operasyonê de ya ji 9 kesî, kaptan pîlot ê bi navê Atîlla, du personelên balafirê Sadik Sîndal û Yalçin Bal, pênc endamên MÎT'ê û tabîbekî leşkerî hene. Tîma operasyonê xwe weke heyeta karsazên Tirk (bazirganên mûzan) nîşan da û li gorî lihevkirina bi Amerîkiyan re çû paytexta Ûgandayê Kampala ku cîranê Kenyayê ye. Pênc rojan li otela Lake Vîctorîa ya Entebbeyê bi cih bû û li benda agahiya ji Kenyayê ma.


HEWLDANA DERXISTINA BI ZORÊ JI SEFARETXANEYA BILIND

Agahiyên li ser çend kesên di tîma operasyonê de cih girtin, li rojnameya New Vîsîon a Ûgandayê bi sernavê "Navê Tirkên di balafira li balafirgeha Entebbe de" hatin weşandin. Ev tîm ji tûggeneralek, albay û efserekî ji akademiya tipê ya leşkerî ya Gulhaneyê ya Yekîneya hêzên Taybet a Fermandairya Giştî pêk dihat. Lê belê navê yekî ji wan xerîb bû; Gelar Rahîm Reha, Nakî Kor, Hakan Yîgît, Mûrat Gurlay, Onûr Ateş, Alî Sevgîlî û Bariş Tayfûn. Li Îmraliyê min ê navê van hîn bibûya. Ev balafira ku bi hatina agahiyê re wê berê xwe bida Kenyayê, nîşaneyên rastî yên li ser hatin jêbirin û ala û nîşaneyên sexte yên Malezyayê li ser hatin danîn. Heman rojê (10'ê Sibata 1999'an) Sefîrê Bilind Kostoûlas û karsaz Yorgos Panos jî hatin avahiya Sefaretxaneya Bilind a li Kenyayê û careke din hewl dan ku di bin navê plana Seyşeyan de min îqna bikin ji bo ji avahiya sefaretxaneyê derkevim. Sibeha 13'ê Sibata 1999'an bûyereke nû rû da. Li ser israra min a derneketina ji avahiya sefaretxaneyê, vê carê hewl dan min bi zorê derxînin.


REVANDINA DERVEYÎ QANÛNÎ YA BI KOORDÎNATORIYA DYA'YÊ

Sibeha 15'ê Sibata 1999'an saet 8'an, Şefê Protokolê yê Wezareta Karên Derve ya Kenyayê hat avahiya sefaretxaneyê û Sefîrê Bilind Kostoûlas bir cem Sekreterê Daîmî yê Wezareta Karên Derve Kathoûrîma. Dema ku Kostoûlas kete hundirê odeyê, Şefê Îstîxbarata Kenyayê Noan Arap Ta jî li wir bû. Rewş ji nû ve tê nirxandin. Eşkere bû ku bi koordînatoriya DYA'yê, li Wezareta Karên Derve ya Kenyayê hikumetên Yewnan (Di şexsê Pangalos û Kostoûlas de) û Kenyayê ji bo revandina min bi awayekî ne qanûnî rewşa dawî nirxandine û encama vê jî ji 4'ê Sibatê ve ji hikumeta Tirk re ragihandine. Ji xwe derkete holê ku dema Sefîrê Bilind Kostoûlas li Wezareta Karên Derve ya Kenyayê ev hevdîtin dikir, balafira tîma Tirk a pênc rojan li balafirgeha Entebbe ya Ûgandayê bû, ji bo bê balafirgeha Kenya-Naîrobiyê li benda işaretê bû. Heman piştî vê hevdîtinê, balafirga Tirkiyeyê ya li Ûgandayê heman rojê saet 11'an ji bo rabe işaret wergirtiye. Li ser vê yekê nîşaneyên rastî yê li ser balafirê hatin jêbirin û al û nîşaneyên sexte yên Malezyayê li ser hate kirin. Saet 13:55'an jî ber bi balafirgeha Jomo Kenyatta ya Naîrobiyê bi rê ket.
Balafira ku xwe li balafirgeha Naîrobiyê danî li vir sekinî. Her tişt berê hatibûn amadekirin. Li gorî lihevkirinê, tîma Tirk ji balafirê derneket. Sefîrê Bilind ê Yewnanîstanê Kostoûlas jî Kalenderîdîs girt cem xwe û wê hewl bida min îqna bike ji bo ji avahiya sefaretxaneyê derkevim. Piştî ku ji derî derketim jî wê rayedarê Kenyayê Noan Arap Ta û polîsên wî ez birevanda û radestî tîma Tirk a li balafirgehê bikira. Wê eşkere bibûya ku lihevkirina veşartî wiha ye.


EZ YEKSER BIRIN CEM BALAFIRÊ

Sefîrê Bilind Kostoûlas di çarçoveya peymana bi rayedarên Kenyayê re kirî, li gorî wezîfeya jê re hate dayin wê saet 16:30'î bihata sefaretxaneyê. Pênc wesayitên ji plaqeya hikumeta Kenyayê, sê cîpên bi tîpa Land Rover saet 18'an li hewşa mala Sefîrê Bilind Kostoûlas park kirin ku 14 roj in li wir bûm. Yên ku ez bi zorê bi cîpê revandin, rayedarên ewlekarî û îstîxbarata Kenyayê bûn. Hemû kesên di wesayitan de mirovên reşik bûn; çar kes bûn. Balkêş e; dema ku em gihîştin balafirgehê ti polîs an jî benda kontrolê tune bû. Em yekser ketin nava balafirgehê û yekser ez birin cem balafirê. Vê yekê jî nîşan dida ku her tişt ji berê ve hatiye plankirin. Mirovên reşik wesayit li ber deriyê balafira li balafirgehê sekinandin. Hemû kesên li derdora balafirê mirovên reşik bûn. Kincê sivîl li wan bû, hinekan berçavka reşik xistibûn çavê xwe. Hinek jî çavê wan kesk bû, zerik bûn, çekên otomatîk di destê wan de bûn. Dibe ku Îsraîlî bin, lê belê bêhtir dişibiyan Amerîkiyan. Bi îhtimaleke mezin endamên CIA û MOSSAD'ê bûn.


TIRK TENÊ DI HUNDIRÊ BALAFIRÊ DE BÛN

Heta kêliya li balafirê hatim siwarkirin Tirk tune bûn. Tirk di hundirê balafirê de bûn. Dema ku ketim hundirê balafirê, Tîma Taybet a Tirk bêyî ku tiştekî bêje yekser ez li erdê dirêj kir. Rahiştin her tiştên bi min re, bi bantan her derê min girê dan, banteke qalind bi çavên min ve kirin û ez li paş balafirê danîn. Hişê min hema bêjin bi temamî ji serê min çûbû. Min bi xwe re nedidît bimeşim, ne di wê rewşê de bûm ku bifikirim. Piştî du saetan hatim ser hişê xwe. Balafir du caran daket; cihê destpêkê Misir bû, ya duyemîn jî Îsraîl an jî Qibris bû. Dema ku ez bi keştiyê anîn girtîgeha girava yek kesî ya ku bi taybetî hate amadekirin, sibeha 16'ê Sibatê bû. Heman rojê (16'ê Sibata 1999'an) Serokwezîr Bulent Ecevît ji raya giştî re eşkere kir ku min anîne Tirkiyeyê.


HELWESTA MIN A DESTPÊKÊ NEAXAFTIN BÛ

Li balafirê dema ku çavên min vekirin, tişta ku min dixwest bêjim ev bû: "Ev serketin ne ya we ye. Yên ku ji we re dibêjin ku dostaniyê bi we re dikin, ne durust in. Dixwazin vê lîstikê bi her du aliyan re bilîzin. Min ti carî dijminatî li Tirkan nekiriye. Ji aliyê dayikê ve girêdana xwînê jî heye. Aştî û biratî yekane rêya rast e. Zelal e ku ez ê têkoşîna xwe ya ji niha û pê ve li ser vê bingehê bimeşînim." Ya rast, helwesta min a destpêkê ew bû ku heta dawiyê neaxivim.


JI BO PÛÇKIRINA KOMPLOYÊ...

Yekser eşkere bû ku helwesta min a neaxaftinê wê bike ku komplo veşartî bimîne. Ji bo karibim detayên komploya li ser mirina min hate amadekirin eşkere bikim û pûç bikim, divê bijîm. Ev yek a herî rast bû. Her tişt li ser mirina min hatibû amadekirin. Bi komployê de amadekarî kiribûn ku min mîna paketeke ji hewayê radestî şovenîzma Tirk bikin û lîstika "Li arena Romayê bike xwarina li ber şêran" amade bikin. Encama ku dixwestin li ser mirina min bi dest bixin, "Tirkiyeyeke windakirî, Kurdên windakirî" bû. Xwestin bi rêya komployê rê li ber şerekî bi dehan salan vekin. Yek ji xiyanetên herî mezin ê sedsalê xwe hîn weke dost û alîgirê azadiyê nîşan dida; xwediyên helwesta leheng û mezlûman jî wê bi awayekî bê rehm tine bikira û bida jibîrkirin.


SÎSTEMA ÎMRALIYÊ YA KÊ YE?

Sîstema Îmraliyê ji aliyê sîstem/cîhana kapîtalîst ve bi taybetî li dijî min hatiye amadekirin. Li vê sîstemê cihê hiqûq û qanûnan nîne. Ji bo îradeyê qels bike, bi demê re birizîne û teslîm bigire hatiye amadekirin.
Hem ji aliyê mercên girtîgehê ve hem jî ji ber revandina li derveyî hiqûqê, dikarim bêjim ku girtîgeha Îmraliyê weke Gûantanamo ya destpêkê (Proto Gûantanamo) xistine dewrê. Ji destpêka vê pêvajoyê ve însiyatîf di destê DYA'yê de ye, Îngilîstan û Îsraîlê roleke girîng lîstine. Di revandina min de Gladiyoya NATO'yê, CIA, MOSSAD, MI6, MÎT a Tirk û îstîxbarata Yenwan hevkarî kirine.


EZ MEHKÛMÊ KOMPLOYA NAVNETEWEYÎ ME

Bizmarê destpêkê li Moskowayê hate lêdan; bi serma xiyanetê hesiyam. Bizmarê duyemîn li Romayê hate lêdan; li pêşberî dek û dolabên zirav ên kapîtalîzmê min dest ji rûmeta xwe berneda. Bizmarê sêyemîn li Atînayê hate lêdan; li pêşberî xiyaneteke dostaniyê ku berê qet nehatiye dîtin, lal bûm, tevizîm! Bizmarê çaremîn li Naîrobiyê hate lêdan; radestî Tirkiyeyê hatim kirin ku bi cezayê îdamê li min digeriya. Di encama 'komploya çar mix' de li girtîgeha girava yek kesî ya Îmraliyê ya li Derya Marmarayê -Goristana Hades- hatim bicihkirin û di çar mixê de li benda mirinê (darvekirinê) hatim hiştin. Lewma ez ne mehkûmê Tirkiyeyê me, ez mehkûmê komploya navneteweyî me.


BI MODERNÎTEYA DEMOKRATÎK BERSIVÊ DIDIM KOMPLOYÊ

Bi pêvajoya aştî û çareseriya demokratîk re ku min li Îmraliyê afirand, min planên wan pûç kir. Cezayê îdamê hate rakirin, lê belê heta mirinê wê min di nava tecrîda giran de li 'korîdora mirinê' ku ji îdamê jî xerabtir e û gav bi gav ber bi mirinê ve dibe, bihatima hiştin. Ev statuya ku hîn jî di nav de têm hiştin, bi pêkanînên tecrîda mutleq didome. Di nava van şert û mercan de jî bi derfetên kêmî serê derziyê, bi rêya parêznameyên xwe min ê modernîteya demokratîk weke alternatîfa sîstem/cîhana modernîteya kapîtalîst a komploger baifiranda û bi vî rengî bibûma bersiv. Bi vî rengî komploya navneteweyî ji aliyê teorîk ve wê bihata teşhîrkirin û pûçkirin. Di pratîkê de jî wê hewldanên min ên ji bo aştî û çareseriya demokratîk dewam bikira.


Li dijî lîstikên li ser Tirkiye û me tên lîstin, me hewl da xeta hiqûqa demokratîk û feraseta parastina rewa bidin rûniştandin. Ez li ser vê bingehê banga yekîtiyê li Kurdan dikim.


Bêjeyên Miftehî