1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Operasyona MÎT'ê ya têkçûyî û armancên wê
Operasyona MÎT'ê ya têkçûyî û armancên wê,operasyona,mît'ê,ya,têkçûyî,û,armancên,wê

Operasyona MÎT'ê ya têkçûyî û armancên wê

Piştî operasyona MÎT'ê ya têkçûyî dewleta Tirk têkilî bi YNK'ê re danî û xwest ev kes ji destê PKK'ê werin stendin. Li ser vê daxwazê heyeteke YNK'ê bi rayedarên PKK'ê civiya, lê bersiveke erênî wernegirt

A+ A-

MÎT a ku bi salan e li Başûrê Kurdistanê li dijî PKK û gelê Kurd dixebite çend roj berê xwest li dijî rayedarên payebilind ên PKK'ê operasyonekê bikin. Lê vê operasyona wan bi operasyona PKK'ê hate pûçkirin.

Dema ku serdana Wezîrê Karên Derve Mevlut Çavûşoglû ya li Hewlêrê didomiya, Tirkiyeyê nûnertiya YNK'ê ya 17 salan a li Enqereyê girt û nûnerê YNK'ê Behroz Gelalî dersînor kir. Piştî ku Gelalî vegeriya Silêmaniyê got, "Di nav sînorên Silêmaniyê de di navbera wan û dewleta Tirk kêşeyek çêbûye” û qala kêşeyê nekir.

Lê piştî 2 rojan berdevkê YNK'ê û endamê Polîtburoyê Sedî Ehmed Pîrê ji ajansa Dengê Amerîkayê re axivî û got, "MÎT di navbera sînorên Silêmaniyê de li dijî PKK'ê dixwest operasyonekê li dar bixe, ev operasyona têk çûye û Tirkiye jî ji ber vî tiştî me sûcdar dike."

Di 28'ê Tebaxê de Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb ji ajansa Rojnewsê re axivî û diyar kir ku wan endamên MÎT'ê girtine û got, "Me dikaribû em kîsan têxin serê wan û wan derxînin ber kamerayê". Duh êvarî jî Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK'ê Cemîl Bayik jî ji News Channelê re axivî û got, "Komployeke mezin hate pûçkirin."

XWESTIN OPERASYONEKE ÇAWA LI DAR BIXÎNIN

Li gorî agahiyan MÎT ji zû ve ye li Başûrê Kurdistanê li dijî rayedarên PKK'ê amadekariya sûîkast û revandinê dikir. Ji bo vê jî gelek endamên MÎT'ê hatin çalakkirin. PKK'ê jî hinek ji van girt û hinek jê jî xist bin kontrola xwe. Di 7'ê Tebaxê de yekîneyeke MÎT'ê di navbera Zaxo û Batûfayê de bi êrîşeke bombeyî hatibû bêbandorkirin.

CIHÊ OPERASYONA DAWÎN KU DER BÛ?

MÎT'ê heta îro zêdetir li ser xeta Duhok-Zaxo-Hewlêrê li dijî PKK'ê dixebitî lê di van rojên bihurî de li Silêmaniyê xwest operasyoneke mezin li dar bixe. Xebatkarên MÎT'ê yên rayedar ên ku wê operasyonê bi rê bibin, çûn Silêmaniyê û dest bi operasyonê kirin. Li gorî nûçeyên medyaya Başûrê Kurdistanê Hevserokê Konseya Rêveber ê KCK'ê di hedefa MÎT'ê de bû û qada operasyonê jî qada Ranya, Sengeser û Qeladizê bûye.

DI KOMA OPERASYONÊ DE KÎ HENE?

Li gorî agahiyan rayedarên payebilind ên MÎT'ê û yekîneyên MÎT'ê yên ku PKK'ê ew xistibûn bin kontrola xwe, bi hev re dîl hatin girtin. Televîzyona NRT'ê ya li Başûrê Kurdistanê îddîa kir ku endamên MÎT'ê nêzî Bendava Dûkanê hatine girtin lê agahiyên zelal tune.

Lê tê diyarkirin ku endamên MÎT'ê yên ku PKK'ê ew dîl girtine, di koordîneya operasyonê de ne, pasaporta wan a dîplomatîk heye û di nav MÎT'ê de di beşa “Maseya PKK'ê” de dixebitin.

PIŞTÎ OPERASYONA TÊKÇÛYÎ ÇI BÛ?

Piştî operasyona têkçûyî ya MÎT'ê dewleta Tirk têkilî bi YNK'ê re danî û xwest ev kesên di destê PKK'ê de werin berdan. Li ser vê daxwazê heyeteke ji YNK'ê bi rayedarên PKK'ê re dicivin lê bersiveke erênî wernagirin. Piştre jî MÎT, YNK'ê sûcdar dike û li ser vê sûcdarkirinê YNK jî dibêje,”We bêyî me operasyon li dar xist, me jî xwest em navbeynkariyê bikin lê daxwaza we nehate qebûlkirin. Nabe ku hûn me sûcdar bikin.” 

ÇAVÛŞOGLÛ ÇI JI YNK'Ê XWEST?

Piştî vê, Wezîrê Karên Derve yê Tirk Çavûşoglû roja 23'ê Tebaxê li Hewlêrê di dema serdana xwe de xwest rewşa dawî careke din binirxîne. Çavûşoglû li Dîvan Otelê ya li Hewlêrê, bi endamê Polîtburo ya YNK'ê û berdevkê partiyê Sedî Ehmed Pîrê û Alîkarê Serokwezîrê Hikumeta Herêma Kurdistanê Qûbat Talabanî re rûnişt û ev rewş anî rojevê. Lê belê rayedarên YNK'ê bersiva "Ti pêwendiya wan bi vê rewşê re nîne, ev tişteke ku ji hêza wan derbas dike" dan Çavûşoglû. Li ser vê yekê, ji bo Nûnerê YNK'ê yê Enqereyê welêt biterikîne 24 saet wext hate dayîn.

CIHÊ PDK'Ê YÊ DI NAVA OPERASYONÊ DE?

Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) ku ji aliyê dewleta Tirk ve heta niha timî weke 'Hespê Trûva' hate bikaranîn, piştî ku endamên MÎT'ê ji aliyê PKK'ê ve hatin girtin, kete nava tirs û fikaran. PDK ku ditirse endamên MÎT'ê biaxive û têkilî û bazara wan a veşartî ya navbera Tirkiye û PDK'ê eşkere bibe, ji bo endamên MÎT'ê bên girtin ji Tirkiyeyê dixwaze ku zextê li YNK'ê bike.

Malpera Kurdistan24 û televîzyona wê, ku bi serkêşê îstîxbarata PDK'ê (Parastin) Mesrûr Barzanî ve girêdayî ye, girtina endamên MÎT'ê bi navê 'PKK'ê li Silêmanî sivîlên Tirkiyeyê revand' weşand. Lê belê PDK'ê piştî ku dît ji vê yekê nikare encamekê bigire, niha jî ji bo YNK'ê parçe bike, dibêje 'Baskekî YNK'ê ji bo girtina endamên MÎT'ê îstîxbarat daye PKK'ê."

TIRKIYE JI VÊ OPERASYONÊ LI BENDA ÇI BÛ, ÇI BI DEST XIST?

Nayê zanîn bê Tirkiyeyê ji bo operasyona navborî ji îstîxbaratên welatên din piştgirî dîtiye yan na, lê belê tê gotin ku Tirkiyeyê bi rêya vê operasyonê xwestiye bi carekê ve du derban lê bixe. Li kûlîsên siyasetê yên Başûrê Kurdistanê, li ser armanca Tirkiyeyê ev şîrove tên kirin:

* Xwest derbeke mezin li PKK'ê bixe.

* Bi rêya operasyonek li nava sînorên Silêmaniyeyê xwest, PKK û YNK'ê li hemberî ve rake.

* Piştre bi rêya hin provokasyonên li dijî YNK'ê şerê birakujiyê bide destpêkirin.

* Bi vê pêvajoya şer re referandûma hatiye plankirin, taloq bike.

* Bi pêvajoya şer re YNK'ê qels bike û derdora PDK'ê fireh bike.

* PKK'ê hem li Bakur, hem jî li Rojava qels bike.

PKK BI ÇI RENGÎ NÊZÎ BÛ?

Piştî ku endamên MÎT'ê hatin girtin, PKK'ê ev mijar ji çapemeniyê re eşkere nekir. PKK'ê, helwesta YNK'ê ya li hemberî zextên Tirkiyeyê erênî dît û destnîşan kir, ku divê serî li ber Tirkiyeyê netewîne. Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Diyar Xerîb nerazîbûn nîşanî daxuyaniya "PKK zerarê dide têkiliyên me yên bi Tirkiyeyê re" ya hin endamên YNK'ê û got, "Eger kesên navborî bi perspektîfeke neteweyî li mijarê nanêrin û eger YNK li hemberî vî karê ne hiqûqî yê Tirkiyeyê serî netewîne, wê bi xurtî ji pêvajoyê derkeve."