1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Elman ên li dijî Kurdan
Operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Elman ên li dijî Kurdan,operasyonên,qirkirina,siyasî,yên,dewleta,elman,ên,li,dijî,kurdan

Operasyonên qirkirina siyasî yên dewleta Elman ên li dijî Kurdan

Dewleta Elman mîna dewleta Tirk li dijî Kurdên ku xwe li welatê wan girtiye operasyonên qirkirina siyasî dike

A+ A-

Belasebep diavêjin ser komeleyên Kurdan, dest datînin ser pirtûkên bi Kurdî û parvekirinên li medya civakî weke 'sûc' tên nîşandan. Zext li Elmanên ku piştgiriyê didin Kurdan tê kirin.

Dewleta Elman a Federal, di têkoşîna azadiyê ya gelê Kurd de li eniya dewletên mêtinger cih digire û ev rastî ne tiştekî nû ye. Elmanya ku têkiliyên xwe yên bi welatan re li ser 'bazirganiyeke baş û îxracateke zêde' dimeşîne, her gava ku dewleta Tirk tengav dibe bi hewara wê ve diçe.

Krîzên navbera her du welatan, beriya niha bi çend mehan eşkere bû ku tenê lîstikeke navxweyî ye. Mesela, di dema dagirkirina Efrînê de ku dewleta Tirk sûcên giran kir û Efrîn dagir kiriye, tevî ku raya giştî ya Elman nerazîbûn nîşan da jî, dewleta Elman bê navber çek ji artêşa Tirk re firot. Beriya dagirkirina Efrînê karê ji bo modernkirina tankên di destê artêşa Tirk de ne, da ser milê xwe.

Dewleta Elman îsal bi rengekî neyekser bû şirîkê gelek sûcên dewleta Tirk ên li Kurdistanê. Her wiha ji desteka li welatê xwe ya ji bo berxwedana Efrînê aciz bû, hewl da pêşî li xwepêşandanan bigire û sembolên Kurdan hîn bêhtir qedexe kir. Dewleta Elman ku mîna dewleta Tirk li dijî Kurdan operasyonên qirkirina siyasî dike, gelo li dijî tevgera azadiyê ya Kurd xwedî konsepteke çawa ye û armanca xwe ya rasteqîn çi ye?

Piştî ku gelê Kurd bi pêşengiya PKK'ê 15'ê Tebaxa 1984'an dest bi têkoşîna çekdarî kir, dewleta Elman bi pêşengiya konsepta tepisandina têkoşîna azadiyê ya li qada navneteweyî rabû. Ji ber ku girseyeke xurt a Kurdan li Elmanyayê bû û yek ji biryargehên girîng ên NATO'yê ye, ev rol ji Elmanyayê re hatibû dayin.

Dawiya sala 1984'an û destpêka sala 1985'an konsepta NATO'yê ya "Tepisandina têkoşînê azadiyê" li dijî PKK'ê hate bikaranîn. Armanc ji vê yekê ew bû ku desteka li qada navneteweyî ya ji bo berxwedana li Kurdistanê bê birîn. Salên 1980'î ne tenê li Elmanyayê, li gelek welatên Ewropayê operasyon li dijî PKK'ê hatin kirin û destekeke xurt a çekan ji dewleta Tirk re hate dayin.

Salên 1990'î piştî ku Elmanya ji bo Kurdan veguherî welatekî penaberiyê û nifûsa Kurdan lê zêde bû, hikumeta Helmût Kohl a wê demê kete nava lêgerîna li rêbazên nû. Ji bo têokşîna azadiyê ya Kurd li qada navneteweyî bifetisîne û Kurdên hatine Elmanyayê ji berxwedana li welatê xwe qut bike, dest bi qedexekirina karên PKK'ê kir. Qedexeyê 26'ê Mijdara 1993'an dest pê kir.

Gelek sazî û 29 komeleyên Kurdan wê wextê hatin girtin. Li gel zext û şîdeta hate kirin jî Kurd xwedî li saziyên xwe derket û piştî demeke kin saziyên nû vekirin.

OPERASYONÊN NÛ, DUBAREYA KONSEPTA BERÊ YE

Li hemberî rêxistiniya xurt a tevgera azadiyê ya Kurd, her wextê konsept û qedexeyên nû xiste rojevê. Sala 2010'an Dadgeha Destûra Bingehîn a Federal PKK xist nava lîsteya 'rêxistinên terorê yên biyanî'. Bi rêya vê biryarê wê lêpirsîna li Kurdan bi hêsanî û bêyî nîşandana delîlan bihata kirin.

Bi guhertina qanûnî re ku di nava raya giştî de bi navê 'qanûna 129b' tê naskrin, bi dehan siyasetmedarên Kurd ketin ber lêpirsînê, li gelekan cezayê girtîgehê hatin birîn. Bedrettîn Kavak, Mehmet Demîr, Mûstafa Çelîk, Kenan Baştû, Alî Ozel, Ahmet Çelîk, Alî Hidir Dogan, Zekî Eroglû û Mûhlîs Kaya çend ji van e.

Di çarçoveya qedexekirina PKK'ê de herî dawî, di navbera salên 2004-2017'an de 4.500 lêpirsîn hatin kirin û li 240 kesî jî bi îdîaya "endametiya rêxistineke terorê ya biyanî" doz hate vekirn. Ji sala 1992'an û vir ve bi hinceta ku 'rêveberên PKK'ê ne' li nêzî 100 kesî cezayên giran ên girtîgehê hatn birîn.

Mîna "Operasyonên KCK'ê" yên li Bakurê Kurdistanê ji aliyê dewleta Tirk ve hate meşandin, dewleta Elman jî bi heman rengî li dijî siyasetmedarên Kurd operasyonên xwe berfireh kir.

Tenê sala 2017'an li dijî Kurdan 130 lêpirsîn hatin vekirin. Di navbera salên 2007-2017'an de li 240 siyasetmedar û aktîvîstên Kurd 180 lêpirsîn hatin vekirin. Mehên Çile û Sibatê yên sala 2018'an jî 50 lêpirsînên nû hatin vekirin.

ZEXT BI GIŞTÎNAMEYA ÇILEYÊ RE ZÊDE BÛN

Şîdeta polîsên Elman a li xwepêşandêrên Kurdan, ne kêmî salên 1990'î zêde bû. Xweranegirtina li wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, alên YPG û YPJ'ê dewam dike. Ji xwe Wezareta Karên Hundir a Elmanyayê 2'ê Adara 2017'an giştînameyek ji eyaletan re şand û ji wan xwest ku alên PYD, YPG, YPJ û gelek partî û saziyên Kurdan qedexe bikin.

ANF'ê 11'ê Adara 2018'an nûçeyek weşand û eşkere kir ku Wezareta Karên Hundir a Elman 29'ê Çileya 2018'an giştînameyeke nû weşandiye û li gorî kêfa dilê karmendên desthilatdariya AKP'ê ji hemû eyaletên li Elmanyayê xwestiye ku qedexeya li ser PKK'ê hîn bêhtir bişidînin.

Piştî şandina giştînameyê, operaysonên qirkirina siyasî yên li Elmanyayê li dijî Kurdan zêde bûn. Destpêkê xwepêşandanên li dijî dagirkeriya dewleta Tirk a li Efrînê hatin qedexekirin. Ku ev qedexekirin li qanûnên Elmanyayê jî nayê.

OPERASYONA LI DIJÎ PIRTÛKÊN KURDÎ: Mîna polîsên AKP'ê, polîsên Elman 8'ê Adarê avêtin ser Weşanên Mezopotamya û Mîr Mûltîmedîa û 3 rojan lêgerîn li her du saziyan kirin. Dest danîn ser hemû pirtûkên Weşanên Mezopotamyayê û albûmên muzîkê, arşîv û cîhazên qeydê yên li Mîr Mûltîmedîayê. Bi hezaran pirtûkên ji 828 cûreyî, arşîva ji 4 hezar û 500 kasetên stranan, CD û hard dîskê hatin desteserkirin.

WEKÎL KET BER LÊPIRSÎNÊ: 17'ê darê li Hannoverê bi beşdariya bi deh hezaran kesî Newroz hate pîrozkirin. Bi hinceta ku wêneyên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan vekiriye, parlamenterê Elman Dîether Dehm kete ber lêpirsînê. Wekîl Dehm ku bi nasnameya xwe ya parêzvaniya mafên mirovan tê naskirin got, "Berê ji ber ku min ala PKK'ê vekir, mafê min ê destnedanê hatibû rakirin. Lê ev ceza nikarin bi min. Niha jî posterê Ocalan vedikim."

Heman wextê ji ber parvekirina ala PKK'ê li ser Twitterê, Hevseroka Koma Partiya Çep a li Eyaleta Hambûrgê Cansû Ozdemîr kete ber lêppirsînê.

AVÊTIN SER KOMELEYAN: Dema ku Wezîrê Karên Derve yê Tirk Mevlut Çavûşoglû 6'ê Adarê ji bo dîtina Wezîrê Karên Derve yê Elman ê wê demê Gabrîel berê xwe da Berlînê, polîsên Elman jî ji bo 'bi xêr hatin'a wî bikin, li bajarê Erfûrt ê eyaleta Thurîngenê avêtin ser komên çep ên Elman ên piştgiriyê diidn Kurdan. Polîsan avêtin ser 5 mal û buroyekê.

5'ê Nîsanê avêtin se Navenda Civaka Demokratîk a Kurd a li Hannoverê. 13'ê Hezîranê avêtin ser Komeleya NAV-DEM'ê û buroya Civaka Azad ên li Berlînê. Herî dawî 3'ê Tîrmehê avêtin ser Navenda Civaka Kurd a Demokratîk a li bajarê Bîelefeldê.

ZEXTA LI ELMANAN: Ji roja ku dewleta Tirk dest bi êrîş û dagirkirina Efrînê kir, gelên li Elmanyayê destek dan gelê Efrînê. Li bajarên Elmanyayê ku qet Kurd lê tine ne, xwepêşandan ji bo Efrînê hatin kirin. Vê yekê bala hêzên ewlekariyê yên Elman kişand. Polîsn eyaleta Bayernê hesabên medya civakî şopand û yên ku alên YPG/YPJ'ê parve dikirin kirin hedef.

ANF