1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Parlamenterên Ewropî bi tundî li ber êrîşên li ser Efrînê rabûn
Parlamenterên Ewropî bi tundî li ber êrîşên li ser Efrînê rabûn,parlamenterên,ewropî,bi,tundî,li,ber,êrîşên,li,ser,efrînê,rabûn

Parlamenterên Ewropî bi tundî li ber êrîşên li ser Efrînê rabûn

Li Parlamenta Ewropayê, bi dehan parlamenter li ser binpêkirina mafên mirovan ên li Tirkiyeyê û êrîşên ji bo dagirkirina Efrînê axivîn û ji bo qedandina dagirkeriyê bang kirin. Nûnera Bilind a Yekîtiya Ewropayê Mogherînî jî hişyarî da

A+ A-

Li Parlamenta Ewropayê  di nîqaşên ser Tirkiyeyê de Nûnera Bilind a Ewlekariyê û Karên Derve ya Yekîtiya Ewropayê Federîca Mogherînî jî bi tundî hate rexnekirin.

MOGHERÎNÎ: ÊRÎŞA LI SER EFRÎNÊ TIRKIYEYÊ EWLE NAKE

Federîca Mogherînî di destpêka nîqaşan de mafê axaftinê girt û işaret bi mijara bernamzetiya Tirkiyeyê kir û got, diyaloga bi vî welatî re didome. Mogherînî bal kişand ser zêdebûna binpêkirina mafên mirovan li Tirkiyeyê û girtina rojnamevanan, mûxalîfan û alîgiriya dadgeriyê ji bo vê yekê weke mînak nîşan da.

Mogherînî di dewama axaftina xwe de anî ziman ku êrîşên li ser Efrînê rê li ber koçberiya bi hezaran kesî vekiriye û da zanîn ku şer wê bandorê li hevsengiyên navxweyî yên li Sûriyeyê bike. Mogherînî hişyarî da ku ev yek dikare çareseriya siyasî dereng bixîne.

Federîca Mogherînî xwest, hemû hewldanên ji bo Sûriyeyê li danûstandinên Cenevreyê yên bi çavdêriya Neteweyên Yekbûyî (NY) werin kirin û destnîşan kir ku hewldana dagirkirinê ya li Efrînê wê Tirkiyeyê hê ewle neke. Mogherînî got, divê Tirkiye li şûna Kurdan berê xwe bide rêxistinên terorê.

Mogherînî her wiha destnîşan kir ku divê hurmet ji hiqûqa navneteweyî re were nîşandan.

PIRANIYA PARLAMENTERAN BANG LI YEKÎTIYA EWROPAYÊ KIRIN KU LI DIJÎ DAGIRKIRINA EFRÎNÊ BI ERKA XWE RABE

Piştî axaftina Mogherînî, bi dehan parlamenterên ji komên cuda mafê axaftinê girtin û hema bêjin hemû parlamenter li ber dagirkirina Efrînê rabûn û xwestin, li dijî komkujiya sivîlan hewl bê dayin.

PÎRÎ REXNEYA TUND LI MOGHERÎNÎ KIR

Parlamentera Hollandî Katî Pîrî di axaftina xwe de navê rojnamevanên girtî jimart û bi bîr xist ku piştî 15'ê Tîrmehê bi hezaran kes li Tirkiyeyê hatine girtin. Pîrî got, hemû mûxalîfên ku hikumetê rexne dikin bi terorîzmê tên sûcdarkirin û di dwama axaftina xwe de bi bîr xist ku zêdeyî 500 kes ji ber ku li ber dagirkirina Efrînê rabûn hatin binçavkirin.

Pîrî ji Federîca Mogherînî xwest ku ji bo Tirkiye ya bi serkêşiya Erdogan hurmetê nîşanî nirxên Ewropayê bide zext bê kirin.

Ji Partiya Mûxafazakar a Îngilîz Charles Tannock jî destnîşan kir ku Tirkiye bi Erdogan re ti carî nikare bikeve nava Yekîtiya Ewropayê û nerazîbûn nîşan da ku şervanên Kurd ên li dijî DAÎŞ'ê têdikoşe weke 'terorîst' bên binavkirin.

Parlamentera lîberal a Elman Nadya Hîrsch jî bang kir ku hewldanên ji bo dagirkirina Efrînê tavilê bên rawestandin.

DIVÊ ÇEK JI TIRKIYEYÊ RE NEYÊN FIROTIN

Ji Swêdê parlamenter Bodil Valero xwestin ji Tirkiyeyê re çek nema bê firotin û anî ziman ku li Tirkiyeyê bi navê 'têkoşîna dijî terorîzmê' kî dikeve ber, tên giritn. Valero got, "Êrîşa li ser Efrînê ne ya vegotinê ye. Ti eleqeya van êrîşan bi têkoşîna dijî terorîzmê re nîne."

Valero pirsa "Gelo kuştina jin û zarokan bi destê Erdogan çawa dikare were îzahkirin?" kir û xwest firotina çekan ji bo Tirkiyeyê bê rawestandin. Valero got, "Divê her tişta ku Erdogan dixwaze em nedin wî."

'WÊ DIVÊ FELAKETEKE ÇAWA RÛ BIDE?'

Parlamenterê Îtalyayî Fabîo Massîmo Castaldo bi bîr xist ku ji ber bomberdûmana li ser Efrînê heta niha bi sedan kes mirine. Castaldo da xuyakirin ku serdana Erdogan a li Vatînakê bi berjewendiyên aborî tê vegotin û got, "Gelo ji bo bikevin nava liv û tevgerê hê divê felaketeke çawa rû bide?"

'DU ARTÊŞÊN NATO'YÊ DIKARIN BÊN HEMBERÎ HEV'

Ji Koma Tifaqa Demokratan û Lîberal a Ewropayê parlamentera Hollandayî Marîetje Schaake işaret bi xeteriya ku êrîşên Tirkiyeyê yên li ser Efrînê rê li ber veke kir û hişyarî da ku du welatên mezin ên NATO'yê artêşên Tirkiye û DYA dikarin li Sûriyeyê bên hemberî hev.

TEVÎ PANKARTA BI NIVÎSA 'EFRÎN BI TENÊ NÎNE' AXIVÎ

Parlamentera Fransayê Marîe-Chrîstîne Vergîat jî tevî pankarta bi nivîsa "Efrîn bi tenê nîne" dest bi axaftina xwe kir û bi tundî li ber dagirkirina Efrînê rabûn. Vergîat ji Yekîtiya Ewropayê xwest ku tavilê bikeve nava liv û tevgerê û dawî li êrîşên ku rê li ber mirian sivîlan vedikin bîne.

BI ÇEKÊN NATO'YÊ SIVÎL TÊN KUŞTIN

Parlamenterê Awûstûryayê Josef Weîdenholzer destnîşan kir ku mirov nikarin xwe li êrîşên li ser Efrînê rabigirin û got, pirsgirêka Kurd ancax bi rengekî siyasî dikare were çareserkirin. Weîdenholzer diyar kir, nabe ku bi çekên NATO'yê sivîl bên kuştin û ji bo dawîanîna li komkujiyên sivîlan bang kir.

'EM YPG'Ê WEKE TERORÎST NABÎNIN'

Parlamenterê Çek Jaromîr Stetîna jî da xuyakirin ku hevalbendekî NATO'yê bi êrîşa dijî Efrînê re sûc kiriye û ji bo YPG'ê got, "Em vê hêzê weke terorîst nabînin." Stetîna wiha dewam kir: "Ji bo xatirê parastina statukoya bi Tirkiyeyê re nabe ku em van mirovan bi tenê bihêlin."

Parlamenterê Îtalyayî Pîer Antonîo Panzerî xwest hemû peymanên bi Tirkiyeyê re ji nû ve bên nirxandin. Ji Elmanyayê Rebecca Harms jî hişyarî da ku êrîşa li ser Efrînê dikare herêmê bixe nava xelekek ji agir û ev agir bi Tirkiyeyê jî bikeve.

Parlamenterê mûxafazakar ê ji Slovakyayê Branîslav Skrîpek jî diyar kir ku Tirkiye destekê dide çeteyên terorîst bi taybetî komên ser bi El Qaîdeyê ve.

 

ANF