1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Parlementera Tevgera Goran: Barzanî ser binkeftina xwe digire
Parlementera Tevgera Goran: Barzanî ser binkeftina xwe digire,parlementera,tevgera,goran,barzanî,ser,binkeftina,xwe,digire

Parlementera Tevgera Goran: Barzanî ser binkeftina xwe digire

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN– Parlementera Tevgera Goran Perwa Elî destnîşan kir ku beriya du rojan li parlementoya Başûrê Kurdistanê êrîşa ku li ser parlementer û rojnemevanan çebuyî plan û sînaryoya PDK’ê ye. Perwa Elî got ku PDK‘ê bi vê aloziyê dixwaze ser ser binkeftinên xwe bigre.

Di hefeya borî de, roja yekşemê bi kombûna parlementerên Kurdistanê, li parlementoyê ji bo ku dewirkirin desthildariya barzanî were nîqaşkirin, di vê demê de komeke êrişkar ku ji aliyê PDK’ê ve hatibûn rêxistinkirin, êriş birin ser parlementer û rojnemevanan pêk hat. parlementera tevgera Goran Perwa Elî buyerên ku li parlenmentoyê rudayîn ji ajansa me (ANHA) re nirxan û wiha got: ‘’Ev êrişên ku pêkhatine, wek sînayekê ji aliyê PDK’ê ve hatiye kirin.”

‘Pêşnûme dijberî zagonan hatiye amade kirin’

Perwa Elî di berdewamiya axaftina xwe de bal kişand  ser seroktiya herêmê û desthilatdariya wî li dijî zagonan e û wiha dom kir: “Ji bo vê amedekirina pêşnûmeyê pêwîstbû di nava 5 rojan de hatiba amedekirin, lê belê ev pêşnûme di seetek da dan derbaskirin. Kombûyîna parlenemto ji bo hevdîtinên pêşnûmeyek wisa pêwîste ku Serokê parlementoyê sedema kombûyîna û nîqaşkirina vê pêşnûmeyê bi awayekî vekirî diyarkiriba.”

Perwa Elî her wiha destnîşan kir ku ku Pêwîst bû amedekariyên komîteyên têkildarî mijarê pêk were û pêşnûme tê de hatiba nîqaşkirin  û wiha dom kir: “Ji bo vê jî pêwîst bû 5 roja dem hatiba dest nîşankirin, lê komitaya amedekar ev pêşnûme dinava seetekê de amedekiri û ji bo deng danê pêşkêşî parlementoyê kir. Lê me wek tevgera Goran got, ev li dijê zagonan e û em li dijî wê derketin. Lê hat famkirin ku ev hemû sînaryoyek bû. Ji ber ku dixwestin ev proje li gorî daxwaza wan were amedekirim û li parlementoyê were derbaskirin. Ev rewş ber cava li dijî zagonan bû.”

Endamên Asayîşê êrîş pêk pêk anîn

Perwa Elî da zanîn ku di dema ku hevdîtinên pêşnûmeyê dihatin nîqaşkirin, koma ku ji derve xwe amede kiribû ketin hundur û êrışî parlementer û rojnemevanan kirin û wiha pê de çû: “Parlemterên ku di hindirên de asê mabû, piştî seetên dereng ên şevê karîn ji hindirê perlamantoyê  derbikevin. Kom êrişkar hemû endamên asayîşê bûn û bi cilên sivîl êrîş kirin. Dema di hindirê parlementoyê de nîqaşên pêşnûmeyê berdewam dikir, em ketin ferqê ku komek qerebalix li derve kombûye. Me ne dizanî ev kîne, dema despêkê li derve kombûn û piştre bi awayekî êrişkar derbasî hindir bûn. Kesên ku ketin hindirê parlementoyê de qaşo cilên sivîl li xwe kiribûn lê hemû endamên girêdayî asayîşê bû.”

Perwa Elî  da zanîn ku wan rewşa pêk hat ji sekreerên perlamantoyê re ragîhandin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Heya seet 18:00’an di hundirê salona parlementoyê de, nîqaşên me berdewam dikir. Di heman demê de jimara komên êrişkar li derve her ku diçû zêde dibû. PDK’ê ji bo binketina xwe ya referandom û piştî referandomê di aliyê siyasî de veşêre ev êrîş pêkanîn. PDK’e û Barzanî vê tiştê bi zanabû dikin.”

Perwa Elî derbarê mijarê de nirxandin kirin û wiha got: “Ji bo PDK’e kursiya xwe ya desthilatdariyê bi zorê di destê xwe de bigire, bi zanebûn ev alozî derxistine. PDK ji bo sergirtina vê krîzê di nava hewildanê deye, ji ber ku ketina hundirê parlementoyê ew qas hêsan e. Her kesê dema ku bixwaze nikare bikeve hundir, gelo çewan çêbû ku ev koma êrişkar wisa bi hêsanî ket hundir? Çima nehat astengkirin? Eger ku ev ne pîlanek be, ev koma êrişkar çewan bi hêsanî dikarin di destê wan de boriyên hesin û di destê wan de dar heyî wisa bi hêsanî ketin hundirê parlementoyê? Pêwîste hinek vê mijarê bi awayekî zelal derbixin hole. Li pişt vê êrîşa pêk hatiye, PDK’ê heye, sedema êrîşan ew e ku tehmul nekirinku serokatiya Barzanî were rawestandin.”

Parlementera Tevgera Goran Perwa Elî di dawiya axaftina xwe de jî got ku bi van êrîşan dixwazin parlementeran bitirsînin û astengî li pêşiya xebatên wan çêbikin û wiha got: “Balbikişînin ser navendên ku ketine destê hukumeta Îraqê û Heşdî Şebî de, berpirsyarê vê yekê PDK û YNK’e ye. Ji ber vê rewşê jî hêrsa gel û raya giştî zêde heye. Bi vekirina pêşiya van buyeran PDK’e dixwaze, van rastiyan veşêre.”

(dc)

ANHA