1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Parêzerê Ocalan: Em tenê texmîn dikin ku Ocalan dijî
Parêzerê Ocalan: Em tenê texmîn dikin ku Ocalan dijî,parêzerê,ocalan,em,tenê,texmîn,dikin,ku,ocalan,dijî

Parêzerê Ocalan: Em tenê texmîn dikin ku Ocalan dijî

Ji 22'ê Îlona 2016'an û vir ve, ti agahî ji Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nayê girtin. Parêzer Îbrahîm Bîlmez got, "Em tenê texmîn dikin, ku dijî."

A+ A-

Ji parêzerên Buroya Hiqûqê ya Sedsalê Îbrahîm Bîlmez, li ser rewşa dawî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji ANF'ê re axivî.

DOZGER GUHERÎ, LÊ BIRYAR NEGUHERÎ

Bîlmez, rapora ku 27'ê Tîrmehê eşkere kir bi bîr xist û anî ziman, ku bi rêya vê raporê wan xwestine bala raya giştî bikişînin ser tecrîdê. Bîlmez destnîşan kir, ku têkildarî mijarê heta niha tiştekî erênî nebûye û got, "Ji wê rojê û vir ve mixabin gaveke erênî nehatiye avêtin. Ti guhertin nîne. Ji bo hevdîtina heftane, hefteyê du caran em serî li Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê didin. Hefteyê carekê jî ji bo hevdîtina malbatê serlêdan tê kirin. Hemû serlêdan tên redkirin. Piştî 15'ê Tîrmehê biryarek dadgeriyê hebû. Ev biryar bi temamî li dijî hiqûqê ye. Berê dema me serlêdan dikirin, 'rewşa nebaş a hewayê' û 'xerabûna keştiyê' weke hincet dihatin nîşandan û serlêdan dihate redkirin. Dema me rapor eşkere kir, bi taybetî me ev yek destnîşa kiribûn; em giliyê meqama dozgeriyê dikin ku li pêşiya çûyina me ya Îmraliyê asteng in. Me serî li Desteya Bilind a Dadger û Dozgeran (HSYK) dan. Ev pêvajo dewam dike û hê encamek jê derneketiye. Meqama dozgeriyê bi rengekî vekirî sûc dike. Ji ber ku 27'ê Tîrmeha 2011'an û vir ve ti parêzer enkariye biçe wê giravê. Ne parêzerên Birêz Ocalan, ne jî yên girtiyên din. Demeke kin piştî eşkerekirina rapora xwe, cihê dozgerê li wê derê hate guhertin. Yekî nû xistin şûna wî. Lê belê tiştek neguherî. Ev dozger jî heman rengî serlêdanên me red dike. Lewma em ê giliyê wî jî bikin."

PÊWÎSTÎ BI DESTÛRÊ NÎNE

Bîlmez bi bîr xist, ku di Destûra Bingehîn de ji bo Tirkiyeyê tê gotin 'dewleta hiqûqê' û ragihand, qet nebe divê li gorî mewzûata xwe rabe û diyar kir, bi awayekî vekirî hiqûq tê binpêkirin. Parêzer Bîlmez destnîşan kir, ku di rewşeke normal de ne pêwîste ku parêzerek ji bo hevdîtina muwekîlê xwe biçe destûrê ji dozgeriyê bixwaze. Bîlmez da zanîn, ku sîstema Îmraliyê ji destpêkê ve li gorî vê yekê hatiye amadekirin û wiha dewam kir: "Ji ber ku girtîgeh li giravekê ye, nepêkan e ku em bi wesayita xwe, ya jî bi derfetên xwe biçin. Serdozgeriya Komarê ya Bûrsayê kirin mûxatabê me û ji bo çûyîna giravê em neçar tên hiştin ku serlêdanê bikin. Di rewşeke asayî de, parêzera/ê dixwaze bi muwekîlê xwe re hevdîtinê bike, li ber girtîgehê nasnameya xwe dide û diçe hevdîtinê dike. Muwekîl girtî ya jî hikumxwar be, ne xem e. Ji ber ku em neçar tên hiştin, em vê serlêdanê dikin. Lê belê dozgerî mîna ku em daxwazê jê dikin, serlêdanê red dike."

HERÎ DAWÎ MEHMET OCALAN ÇÛBÛ HEVDÎTINÊ

Parêzer Bîlmez got, "Herî dawî, malbatê ji bo Cejna Qurbanê serlêdan kir, lê ew jî hat redkirin. Ev yek ne tenê ji aliyê parastinê ve, lê ji aliyê însanî ev jî rewşeke giran e. Birêz Ocalan tenê dikare bi xizmên xwe yên asta destpêkê re hevdîtinê bike. Ew jî bira û xwişkên wî ne. Fatma Ocalan ji xwe ji ber pirsgirêkên tenduristiyê nikare bimeşe. Tenê Mehmet Ocalan dimîne, lê nahêlin ew jî hevdîtinê bike."

Îbrahîm Bîlmez bi bîr xist, ku herî dawî Mehmet Ocalan 22'ê Îlona 2016'an hevdîtin bi Ocalan re kir û ji hingî ve ti hevdîtin pê re nehatiye kirin. Bîlmez diyar kir, ji Îmraliyê name yan jî telgraf bi ti awayî nayên û careke din anî ziman, ku mafê axaftina bi rêya telefonê ya hemû girtiyan ji wan hatiye stendin.

EM TENÊ TEXMÎN DIKIN KU MUWEKÎLÊ ME LI WIR DIJÎ

Parêzer Bîlmez ragihand, ku serlêdanên wan ên li ser rewşa tenduristiyê ya Ocalan hatine redkirin û wiha dewam kir: "Li ser rewşa wî ya tenduristiyê me hewl dan hevdîtinê bi dozger re bikin. Me kopyaya dosyayên tenduristiyê yên li wê derê xwest. Ji ber ku bi qasî em zanin nexweşiyên Birêz Abdullah Ocalan hene û ji ber ku em nikarin wî bibînin em bi fikar in. Lê ev daxwaza me hat redkirin. Têkildarî aqûbeta name û telgrafên me şandine, agahiya me nîne. Em nizanin bê gihaştine yan negihaştine. Em tenê texmîn dikin, ku muwekîlê me li wir dijî."

Bîlmez di dewama axaftina xwe de bi bîr xist, ku di rapora 27'ê Tîrmehê de wan bal kişandine ser kesayeta siyasî ya Ocalan û got, "Dewlet êdî vê qebûl dike. Lewma di dema ku navê 'pêvajoya çareseriyê' lê hatibû kirin de, heyetên siyasî diçûn Îmraliyê û dihatin. Parlamenterên HDP'yî, BDP'yî, heyeta dewletê û hin kesên ku pêkane siyasetmedar jî di nav de hebûn. Bawerim çûn û hatina wan jî hate birîn. Herî dawî 5'ê Nîsana 2015'an çûn giravê. Beşek ji raporê li ser vê bû."

ÎDÎAYA 'DOZÊN OCALAN ÊN DEWAM DIKIN NÎNE', MANÎPULASYON E

Bîlmez diyar kir, ku di raporê de wan bi taybetî cih dane dozên Ocalan ên ku dewam dikin û li ser sedema vê yekê jî got, "Dozên ku me vekirine, giliyên ku me kirine hene. Van di raporê de cih girtin. Dozên navborî li ber destê Dadgeha Destûra Bingehîn a Tirkiyeyê û Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê ne. Me bi taybetî cih dan van, ji ber ku Wezareta Edaletê ya jî hin rayedarên hikumetê car carna îdîa dikin ku ti dozên muwekîlê me nîne û dibêjin ku pêwîstî bi hevdîtina parêzeran re nîne. Ev îdîa manîpulasyon e. Gelek dozên muwekîlê me hene ku dewam dikin. Ji xwe li gorî mewzûata li Tirkiyeyê, ji bo parêzer karibin muwekîlê xwe bibînin, pêwîstî bi hebûna dozekê nîne. Ji ber ku mafê parêzeran heye ku înfaza ceza bişopînin, lêkolîn bikin û kontrol bikin. Piştî hikumxwar li nava çar dîwaran hate bicihkirin, nabe bi tena serê xwe bê hiştin. Divê bandora wî cezayî li ser wî bê dîtin. Lewma ev jî di bin berpirsyariya parêzeran de ye. Pêşî li vê wezîfeya me jî tê girtin."