1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Peymangehên mûzîkê gavek ber bi vejînkirina çanda Kurdî ye
Peymangehên mûzîkê gavek ber bi vejînkirina çanda Kurdî ye,peymangehên,mûzîkê,gavek,ber,bi,vejînkirina,çanda,kurdî,ye

Peymangehên mûzîkê gavek ber bi vejînkirina çanda Kurdî ye

A+ A-

EHMED REŞÎD 

EFRÎN – Akademisyen û mûzîsyenên herêma Efrînê bi armanca vejînkirin û parastina çand û mûzîk Kurdî, peymangehên mûzîkê vekirin.EFRIN-HUNER-U-MUZIK-NASNEMA-GELANE (5)

Li Kantona Efrînê gelek peymangehên mûzîkê û dikanên firotina alavên mûzîkê hene. Welatiyên herêmê girîngiyê didin mûzîkê û hewl didin bi vê yekê çanda Kurdî ya resen biparêzin û nifşekî nû ku bi çanda xwe ve girêdayî be bafirînin.

Berê ji ber ku peymangehên mûzîkê tune bûn, bi beşdariya bi dehan kesan li malan şevbuhêrkên mûzîk û stranên Kurdî dihatin lidarxistin. Bi riya van şevbuhêrkan, mûzîka Kurdî hat parastin.

Akademisyen û xwediyê dikana firotina alavên mûzîkê Xîtam Birîm ji ANHA′yê re axivî û da zanîn ku armanca wan ji vekirina peymangehên mûzîkê û dikanên firotina alavên mûzîkê, danasîn û parastina çanda Kurdî ye û wiha got, ″Çand nasnameya gelane. Em dixwazin çanda xwe ya resen ku ji aliyê gelên Ereb, Faris û Tirk ve hatiye dizîn biparêzin.″XITAM BIRIM

Birîm anî ziman ku rêjîma Baas ne tenê çalakiyên siyasî, lê çalakiyên çand û hunerê jî qedexe dikirin û wiha domand, ″Rêjîma Baas nikarîbû bi van siyasetan vîna gelê Kurd di warên siyasî û leşkerî bişikîne û wî ji çanda Kurdî ya resen dûr bixe.″

Birîm diyar kir ku baweriya wî heye ku wê nifşê pêşerojê bikaribe çanda Kurdî vejîn bike û biparêze.

(mm)

ANHA