1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. Pirtûka nû ya Ezîzê Cewo Zerdeşt Pêxember (Rûpelên Dîroka “Windabûyî”) ji nav weşanên Aryen´ê derket
Pirtûka nû ya Ezîzê Cewo Zerdeşt Pêxember (Rûpelên Dîroka “Windabûyî”) ji nav weşanên  Aryen´ê derket,pirtûka,nû,ya,ezîzê,cewo,zerdeşt,pêxember,rûpelên,dîroka,windabûyî,ji,nav,weşanên,aryen,ê,derket

Pirtûka nû ya Ezîzê Cewo Zerdeşt Pêxember (Rûpelên Dîroka “Windabûyî”) ji nav weşanên Aryen´ê derket

A+ A-

Lêgerîn û lêkolînên giranbiha yên dîrok, nirx û rûmetên rasteqîn ên gelê kurd û Kurdistanê derdixine holê û dîroka me ya serobinkirî, ya hatiye înkarkirin û ser bi derew û gemariyên hezarê salan ên dagirkeran ve hatiye nuxumandin derdixine holê didomin.

Piştî pirtûka lêkolîner, rojnamevan û nivîskar mamoste Ezîzê Cewo ya bi navê "Êzdîtî, Divê mirov rastiya wê li ku bigere", niha jî pirtûka wî ya nû ya bi navê "Zerdeşt Pêxember (Rûpelên Dîroka “Windabûyî”)" ji nav weşanên  Aryen´ê derket.

Zerdeşt Pêxember! ...

Gelo kî vî navî nizane?    

Gelo kê, hîç nebe, hema carekê di derbarê wî da nebihîstibe?  

Di nava gelên cuda da navê sêwirdar û sazûmandarê yek ji kevntirîn olên cîhanê bi şêwazên cuda tê bilêvkirin: Zaratûştra, Zaratûstra, Zoroastr, Zerdoşt, Zerdûşt, Zradaşt... Lê kurd ji mêjva wî wek Zerdeşt Pêxember dizanin. Û ev nava li ser zarê piranîya kurdan e – ji biçûkan girtî – heya here derê mezinan, ên ku rû û gulî spîkirine! Heya gelek kurdan navê Zerdeşt dîyarî lawên xwe yê tezebûyî kirine (û îro jî dîyarî didin) – wek tacekî pîroz!  

Di cîhana zanistê da, li ser bingeha wan agahîyan, ên ku di Gatan da hene (Gat – drozge û pesinbêjîyên ji bo Ahûra Mazda), tê zanîn, ku Zerdeşt kesayetîyekî dîrokî ye, lê bi demê ra (di “Avêsta biçûk” da) wek kesayetîyekî efsanewî, nîvxwedayî hatye pejirandin… 

 

Hê di kûrahîya dîroka kevnar da ew wek Pêxemberê Xwedê naskirine…