1. Hemû Nûçe

  2. Zanistî

  3. Piçikeka nû ya binatomî hate vedîtin
Piçikeka nû ya binatomî hate vedîtin,piçikeka,nû,ya,binatomî,hate,vedîtin

Piçikeka nû ya binatomî hate vedîtin

Zanyaran dane zanîn ku wan piçikeka nû ya binatomî vedîtine

A+ A-

 

Fîzîkzanên Lihevxistina Hadronê ya Mezin a Ewropayê diyar kirin ku wan cureya baryonê ku demeke dirêj bû hebûna wê di teoriyê de dihate pejirandin lê beriya vê tu carî nehatibû dîtin,  ji nişka ve vedîtine.

 

Fîzîkzanê ji Oxfordê Guy Wilkinson ragihand ku lihevketinên bi leza bilind yên Lihevxistina Hadronê ya Mezin, piçika baryonê ya weke Xi cc tê binavkirin, ji bo saniyeyekê nîşan daye.

 

Wilkinson got; ev kêliyeke pir kin be jî, di fîzîka piçikan de ”demeke têra xwe dirêj” e.

 

Hate diyarkirin ku baryon dudu jê giran û yek sivik, xwedî sê kuarkan e, lê normal di baryonan de yek kuarka giran heye.

 

Guy Wilkinson wiha berdewam kir: Her du kuarkên giran ên baryonê weke di nav pergaleka ji du tav (roj)an pêkhatî de û di nav hevbandoriyekê de bi hev re dans bikin tevdigerin. Kuarka sivik jî li dora vê cota ku dans dike, digere.

 

”Demeka dirêj e mirov li benda vê bûn” dibêje Wilkinson û didomîne; ev vedîtin ji bo lêkolînên fîzîkzanan ”malbateka baryonan” a nû derxist holê.

 

Koma vê vedîtinê, rapora derbarê vedîtina xwe de pêşkêşî Physical Review Latters´ê kir.

 

Bozona Higgs´ê ku wisa bawer dikin giraniyên piçikan daye wan, li saziya CERN´ê, di encamên ceribandinan de, di sala 2013´an de hatibû vedîtin. CERN, li sînorê Fransa û Swîsreyê, 100 mîtro di bin erdê de saziyeke zanistiya fîzîkê ye. 

 

Werger: amidakurd.net