1. Hemû Nûçe

  2. Jin

  3. ‘Platforma Rojnamegerên Jin dê piştevaniyê xurt bike'
‘Platforma Rojnamegerên Jin dê piştevaniyê xurt bike',platforma,rojnamegerên,jin,dê,piştevaniyê,xurt,bike'

‘Platforma Rojnamegerên Jin dê piştevaniyê xurt bike'

A+ A-

STENBOL - Rojnamgerên jin, ku gotin Platforma Rojnamgerên Jin a Mezopotamyayê dê piştevaniya di navbera rojnamgerên jin de xurt bike, diyar kirin ku dê ev platform hemû derdoran bîne cem hev.

Rojnamgerên jin, ên ku bi girtina ajansên nûçeyan, radyo û TV'yan ên ku bi Biryarnameyên di Hikmê Qanûnan de (KHK) de hatin girtin betal man, di 3'yê Gulanê de Platforma Rojnamgerên Jin a Mezopotamyayê ava kirin. Rojnamgerên jin der barê platformê de axivîn û anîn ziman ku dê ev platform piştevaniya di navbera rojnamegerên jin de xurt bike.

Yek ji edîtorên Rojnameya Evrenselê Elif Ekin Saltik, dest nîşan kir ku ji bo peydekirina piştevaniya di navbera rojnamegerên jin de Platforma Rojnamgerên Jin a Mezopotamyayê gaveke girîng e. Saltik, got ku dê ev hewldan li nêvengeke ku serdestiya mêr xwe di warê çapemeniyê de nîşan dide ji bo rojnamgerên jin bibe cihê bêhnstendinê. Saltik wiha got: "Li kuderê Tirkiyeyê dibe bila bibe, di warê hatina cem hev a rojnamgerên jin de û ragihandina cerîbînan de girîng e. Divê em jin ên ku li Kurdistanê bi mirinê re rû bi rû dimînin û ji ber ku mafê nûçewergirtinê ya gel diparêzin di girtîgehan de ne, hîn bêtir bên gel hev. Dê ev hatina gel hev bi saya platformê hîn baştir çêbibe."

‘JI BILÎ TÊKOŞÎNEKE RÊXISTINBÛYÎ TU ÇARE NÎNE'

Xebatkara Yol TV'yê ya ku bi KHK'ê hat girtin Işil Kurt jî wiha got: "Piştî 15'ê Tîrmehê bi referandûmê re rejîma OHAL û KHK'ê bi awayekî xeyrî rewa kirin awayê rêveberiya welat. Hemû kesên ehlê demokrasiyê nesîbê xwe ji vê distînin. Di vê çarçoveyê de jî hewladana tepisandina dengê rojnamgeran jî heye. Naxwazin ku civak rastiyan bibînin. Di warê rojnamegerên jin de rewş zehmetir e. Çimkî, ev rêveçûn bi awayekî zêde bandorê li jiyana jinan dike. Di rewşeke wisa de ji bilî têkoşîneke rêxistinbûyî tu çare nîne. Ev platform a ku hat avakirin, dê piştevaniya têkoşîna demokrasiyê jî bike. Ji ber vê yekê hevalên xwe pîroz dikim. Bawer dikim ku dema em dest bidin destê hevdu em ê demokrasiyê bînin Tirkiyeyê."

‘HEBÛNA PLATFORMÊ BAWERIYÊ DIDE'

Edîtora Ajansa Nûçeyan a Pîr'ê Nurgul Mete anî ziman ku, bi OHAL'ê re gelek saziyên çapemeniyê hatine bêdengkirin û wiha got: "Kesên ku di şeva derbeyê de gotin 'Ev lutfeke Xwedê ye', pêşî dest bi bêdengkirina çapemiyê kirin." Mete, diyar kir ku nêvenga heyî ji bo rojnamgeran ne nêvengeke baş e û wiha got: "Bi taybetî jî ji bo rojnamgerên jin atmosfereke xerabtir heye. Ji xwe di sektora çapemeniyê de qîmeta ku jin heq dikin nayê dayîn. Lê belê, muameleyeke 10 qatan xerabtir heye." Mete, anî ziman ku di serdemeke xerab de avakirina Platforma Rojnamegerên Jin a Mezopotamyayê ji bo wan tiştekî zaf girîng e û wiha axivî: "Di nêvengeke wisa çewisîner de hebûna platformeke wisa baweriyê dide."

‘PLATFORMÊ PEYAMEKE XURT DA'

Yek ji edîtorên Ajansa Nûçeyan a Etkînê Derya Okatan jî wiha got: "Ji xwe çapemeniya Tirkiyeyê ji çapemeniyeke mêrî pêk tê. Nayê xwestin ku di çapemeniyê de aqlê jinê, însiyatîf û vîna jinê çalak bibe. Çimkî dixwazin di ser çapemeniyê re ji nû ve serdestiya mêrî jîndar bikin, hilberînin. Lê avakirina vê platformê peyameke xurt bû. Dîsa em bi vê platformê re dibînin ku, li holê rêxistinbûyîna rojnamegerên jin heye. Dê bi vê platformê re piştevaniya di navbera rojnamegerên jin de xurtir bibe."