1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Platforma Tenduristiyê: Li Sûrê nexweşî belav dibe
Platforma Tenduristiyê: Li Sûrê nexweşî belav dibe,platforma,tenduristiyê,li,sûrê,nexweşî,belav,dibe

Platforma Tenduristiyê: Li Sûrê nexweşî belav dibe

Platforma Tenduristiyê ya Amedê ku ji saziyên SES, Odeya Hekîmên Diranan a Amedê û Însiyatîfa Derûnnasên Mezopotamyayê pêk tê li avahiya Odeya Tabîban a Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin

A+ A-

AMED – Platforma Tenduristiyê ya Amedê li dijî xerakirina taxa Alîpaşa û Lalebêy nerazîbûn nîşan da û diyar kirin ku heke rewşa bêavbûnê li taxan bidome dê bibe sedema nexweşînên giran û ev nexweşîn belav bibe.  

Platforma Tenduristiyê ya Amedê ku ji saziyên SES, Odeya Hekîmên Diranan a Amedê û Însiyatîfa Derûnnasên Mezopotamyayê pêk tê bi boneya bal bikişînin ser pirsgirêkên tenduristiyê yên taxa Alîpaşa û Lalebêy yên Sûrê, li avahiya Odeya Tabîban a Amedê civîna çapemeniyê li dar xistin. Hevseroka SES’ê ya Amedê Gonul Adibellî daxuyaniya hevpar xwend û got ku Sûr yek ji cihê herî kevnar ê cîhanê û ji nêzî 40 şaristaniyan re malovaniyê kiriye niha tê xerakirin. Adibellî da zanîn ku bi zordestiyê dixwazin şêniyên taxan ji malên wan biqewirîn in û got ji 23’ê gulanê vir ve ava dibistan, mizgeft , hemû saziyên cemaweriyê û malên welatiya hatiye qûtkirin. 

'ŞAREDARÎ ÇOPÊ KOM NAKE’ 

Adibellî diyar kir ku şaredarî çopa li taxan kom nake û wiha axivî: “Neberhevkirina çopê têr nake, hemû devikên kanalizasyon û rogaran jî hatine derxistin û dibe sedema nexweşîna şêniyên taxê. Ji ber qûtkirina avê jî bêavbûn dibe sedemên gelek nexweşînan.” Adibellî destnîşan kir ku şêniyên taxan ji ber qûtkirina avê li cihên wek dibistan û mizgeftan dimînin û şêniyên taxê rastî gef, êrîş û tacîza polîsan tên. Adibellî ev tişt got: “Heke ku herikîna avê bê astengkirin, rê li ber gelek nexweşînan vedike û talûkeyek mezin jî bixwe re tîne. Ji ber av di tangêran de tê dibe sedema emelbûna welatiyan. Heke şertên tenduristiyê baş nebin dê nexweşînên li taxan berfirehtin bibin.”