1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Qalekol, qereqol, xendek û mayînan têrê nekir niha jî diwar lêdikin
Qalekol, qereqol, xendek û mayînan têrê nekir niha jî diwar lêdikin,qalekol,qereqol,xendek,û,mayînan,têrê,nekir,niha,jî,diwar,lêdikin

Qalekol, qereqol, xendek û mayînan têrê nekir niha jî diwar lêdikin

A+ A-

WAN - Welatiyên li taxa Kanîreş a navçeya Elbakê dijîn diyar kirin ku têkîliya wan a bi xizmên wan ên li aliyê sînorê Îranê dimînin bi tememî qutbûye û wiha gotin: “Li sînor qalekol çêkirin têrê nekir, pişt re xendek kolandin. Bi wê jî rihet nebûn mayîn danîn. Niha jî dê dîwar çêbikin.”

Welatiyên li taxa Kanîreş a navçeya Elbakê ya Wanê dijî bertek nîşanî dîwanên bi hinceta “ewlehiyê” yên li ser sînorê Îran û Ermenîstanê çêdikin dan. Welatiyan anî ziman ku piştî Tirkiyeyê li ser sînorê Suriyeyê bi hinceta “ewlehiyê” dîwarên betonê çêkirin niha jî li ser sînorê Îran û Ermenîstanê heman dîwaran çêdikin.

YEK BI YEK TERK KIRIN

Welatiyên ligel peymana Qesr-i Şîrîn a k udi sala 1639’an de hat îmzakirin û sînor xistin navbera wan bi xizmên xwe re hevdîtin qut nekirin. Lê piştî 4 sal berê li sînor xendek hatin kolandin û qereqol û qelekol hatin çêkirin êdî nekarîn bi xizmên xwe re hevdîtinê bikin. Welatiyên bi salan lî sînor bi bazirganiyê debara xwe dikirin piştî xendek û qereqolan yek bi yek neçar man tax terk bikin. Ji ber ku welatiyan malên xwe terk kirin, mal hemû wêran bûne. Li taxa 200 mal heyî tenê niha nêzî 60 mal mane. Welatiyên tax gotin heke rewşa wisa berdewam bike ew jî neçarin biçin.

LI TAX TU CIWAN NEMAN

Welatiyê bi navê Şaban Şahîn (56) diyar kir ku dema bazirgaiyan sînor dikirin rewşa wan gelek baş bû û wiha got: “Berê me ji aliyê din ê sînor mazot dianî, me çandînî dikir. Bi kurtasî me her kar dikir. Niha jî ji ber sînor hate girtin niva gund valabûye. Hemû kesî sewalên xwe firotin û koçber bûn. Li gund tenê ciwanek jî nema.”

‘EZ NIKARIM BIÇIM GUNDÊ MIN DEHWETA XWE LÊ KIRÎ’

Şahîn anî ziman ku berê bi xizmên xwe yên aliyê din ê sînor re hevdîtin dikirin lê êdî bi xizmên xwe re nikarin hevdîtinê bikin.Şahîn da zanîn ku heke diwar bê çêkirin ev yek hêj dê bi zehmet bikeve û wiha axivî: “Heke li sînor dîwar bê çêkirin em jî dê gund terk bikin.” Şahîn destnîşan kir ku wî dehwata xwe li aliyê din ê sînor kir û wiha pê de çû: “Berê bi rojane em diçûn aliyê Îranê û dihatin. Lê îro ez nikarim biçim gundê min dehwata xwe lê kirî û di heman demê de hemû xizmên min jî li wî gundine.
Niha ne ew dikarin bên û ne jî me dikarin biçin.”

QELEQOL, XENDEK Û MAYÎNAN TÊRÊ NEKIR NIHA JÎ DIWAR

Welatiyê bi navê Hasan Şahîn (37) jî diyar kir ku qeleqol, xendek û mayînên li sînor hatin çêkirin û danîn tenê ji bo bazirganiya sînor nîn in sewalkarî û çotkarî jî anî ber xilaskirinê û wiha got: “Li sînor qeleqol çêkirin têrê nekir, xendek kolandin. Wan jî têrê nekir mayîn danîn wan jî têrê nekir niha dê dîwar çêbikin. Dest ji bazirganiya sînor berdin êdî em nikarin sewalkarî û çotkariyê bikin.Xizmên me li aliyê din ê sînor man.Bi salane em hesreta wan dikêşên. Cihên berê ez diçûmê niha ez nikarim biçimê. Em weke berê aramiyê dixwazin.”

‘JI QEDEXEYA SÎNOR HEMÛ HERÊM BI BANDOR BÛ’

Welatiyê bi navê Şeref Şahîn (67) diyar kir ku tenê gundê wan na hemû herem ji qedexeyan bibandor bûn û wiha got: “Berê bazirganiya sînor hebû û çûn hatin hebû. 4 salin li sînor qeleqol hatin çêkirin û xendek hatin kolandin. Hemû hatin û çûn hate astengkirin.Em ji sînor mazot, cigare û pez dianî. Ji gundê me yê 200 malî 140 mal niha li bajarên mezin dixebitin.Ev rewş tenê ji bo gundê me na ji Geverê heya Bazîdê ji bo sînor derbasdar e.”

BI PASAPORTÊ DERBAS DIBIN

Şahîn anî ziman ku ji gundê Haci Cefan ê ku li aliyê din ê sînor dimîne zêdehî bi 70 malbatan re xizme û wiha axivî: “Dixwazin têkîliya me bi xizmên me re qut bikin. Dibêjin bi pasaportê herin û werin. Buhayê pasaportekê ji mîlyarekê zêdetir e. Hatin û çûn herî kêm 2 mîlyar (hezar) e. Ev mirov hemû xizan in dê çawa pasaportê derbixin? Ji xwe em naçin cihekî biyanî em diçin cem xizmên xwe yên aliyê din. Berê sînorên çêkirî xistin navbera me, niha jî dê dîwar çêbikin û dixwazin hemû têkîliyên me qut bikin.”

EW LI ÎRANÊ ZEVIYÊN WÎ LI TIRKIYEYÊ MAN

Şahîn da zanîn ku bi dehan donum zeviyên xizmê wî Nurettîn Şaherî yê ku li aliyê din ê sînor mayî li taxê wan hene û ji ber qedexeyê Şaherî nikare bê vî alî û zeviyê wî vala mane.

‘HEKE HÛN NÊZÎ QALEQOLÊ BIKIM EM DÊ LI WE BIDIN’

Şahîn bilêv kir ku bi pereyên li diwar û qereqolan hatin xerckirin dikarîn beşek pirsgirêkên Elbakê çareser bikin û wiha axaftina xwe berdewam kir: “Li nêzî gundê me û li ser sînor Qeleqola Gozpinarê heye. Ji ber qeleqolê em nikarin sewalkariyê û çotkariyê bikin. Roja borî fermandarê qereqolê li keyayê gund geriyaye û jê re gotiye ‘bila sewalên we nêzî sînor nebin û şivanên we çekên nêzîr nehilkirin, heke em dê li hemûyan bikin’ Lê li çiyayan di serî re gur gelek sewalên kuvî hene. Gelo şivan bêyî çekên nêçîrê dê çawa pezî biparêzin? Bi kurtasî ji roja bazirganiya sînor hat qedexekirin heya niha me tu rojên xweş nedîtine.”