1. Hemû Nûçe

  2. Weşan

  3. “Qeraxên Sîya Hêvîyên Har” a Azad Dilwar derçû!
“Qeraxên Sîya Hêvîyên Har” a Azad Dilwar derçû!,qeraxên,sîya,hêvîyên,har,a,azad,dilwar,derçû

“Qeraxên Sîya Hêvîyên Har” a Azad Dilwar derçû!

A+ A-

 

 

                      Weşanxaneya Lîs rêza xwe ya pirtûkên helbestan ên bi Kurdî roj bi roj dewlemendtir dike û berhemên nû yên helbestkarên zimanê Kurdî pê de pê de diweşîne. Qeraxên Sîya Hêvîyên Har jî yek ji wan berheman e ku pirtûka helbestan a duyem a helbestkar, nivîskar û wergêr Azad Dilwar e.

                      Qeraxên Sîya Hêvîyên Har ji wan helbestên Dilwar pêk tê ku wî di navbera salên 2011’an û 2017’an de nivîsîne. Helbestkar di nava van 32 helbestên xwe re berê xwe dide mijarên cihêreng û bi naveroka xwe ve van helbestan li tevna bûyerên rojane dixe, ên ku di jîyanê de pirr caran dubare dibin. Helbestkar Dilwar hewil dide her parçeyekî vê berhema xwe li ser stûnên rîyalîst raxîne, ku di nava wan re peyamên surrîyalîst jî deng vedidin. Xwîner di helbestên Dilwar de pêrgî rasthatina li gel nakokîyên absurd, fantastîk û lêgeranên vala û xewnan tê û, her wiha, rastî helbestên xwedan naverokên têvel tê û ev naverokên navhatî wan peywendîyên taybet ên di navbera mirovan û xwezayê, azadîyê, welêt û bindestîyê, çarenûsa qirêj a bindestan, xeyalên şikestî û hêvîyê, dilşadîyê û bêrîya bo dem û cîyên xweşhalîyê û nexweşhalîyê de bi xwe ve digirin.

                      Qeraxên Sîya Hêvîyên Har bi dengekî nerm û aram berê xwe dide xwînerên Kurmancîyê, ku dibêje:       

 

                      “Deng

                      Deng olanê dide

                      Di tenêtîyeke tenha de

                      Sîya bihara zû

                      Di awirên te de

                      Ava dibe”

 

                      Qeraxên Sîya Hêvîyên Har

                      Azad Dilwar

                      Helbest, 64 rûpel

                      Sermaweza 2017’an

                      Weşanxaneya Lîs, Amed

            ISBN: 978-605-9295-87-1