1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Qewîtiya dawî ya Qazî
Qewîtiya dawî ya Qazî,qewîtiya,dawî,ya,qazî

Qewîtiya dawî ya Qazî

‘’Ey miletê Kurd, bi qedrê Xwedê kin, dijminatiya hev nekin, pişta xwe nedin hev, li dijî zordar û zaliman bibin yek. Bi erzanî xwe nefiroşin dijmin. Ji bo her miletî sembola serkeftinê yekîtî ye, hevkarî ye û hevgirtin e.’’

A+ A-

Qazî Mihemed ku Komara Kurdistanê 1946’an damezirandî, 31’ê Adara 1947’an li Meydana Çarçirayê ya ku komar lê hatî damezirandin hate darvekirin. Qewîtiya wî ya li gelê Kurdistanê ‘yekîtiya netewî’ bû, li gel ku 71 sal di ser darvekirina wî re derbas bubin jî, ev herî pir bi hêrsa li dijî dagirkeriya li ser Efrînê berbiçav bûye.

Qazî Mihemed her çendî baş neye zanî jî, 1900 an jî 1901’ê tê dinyayê. Qazî Mihemed ku 31’ê Adara 1947’an li Meydana Çarçirayê hatî darvekirin, di qewîtiya xwe de banga yekîtiya netewî li Kurdan kir.

22 ÇILE 1946

Qazî Mihemed kurê Qadî Elî ye, ku li Mehabadê malbateke navdar bûn. Qazî li nav malbateke dindar û welatparêz mezin dibe. Qazî Mihmed di zaroktiyê de dibistana dînî ya bi navê ‘’Kutabhane’ dixwîne, ji bavê xwe û pirtûkên li malê perwerdehiya xwe ya sereke distîne. Birayî wî yê mezin Seyfulquzat bandorê lê dike. Qazî Mihemed piştî ku Midûrtiya Daîreya Weqfên Mehabadê dike, li şûna bavê xwe dibe qazî.

22’ê Çileya 1946’an li Meydana Çarçirayê Komara Kurdistanê radigihîne.

11’ê Sibata 1946’an Meclîsa Millî ya Kurdistanê (MMK) cara pêşî civîna xwe pêk tîne. Heman rojê Kurdî weke zimanê fermî yê dewletê û ‘Ey Reqîb’ jî weke sirûda Kurdistanê tê ragihandin.

Meclîs ji 30 endamî pêk dihat, Serokkomar Qazî Mihemed di merasîma sondxwarinê de dibêje, ‘’Bi navê Xwedayê mezin, Qur’ana pîroz, welat û alaya xwe sond dixwim ku heta dilopa dawî ya xwîna xwe, heta hilma xwe ya dawî, bi can û milkê xwe, ji bo ku alaya me ya azadiyê li ezmanan li ba bikim ez ê bixebitim.’’

XEBATÊN ÇAND Û PERWERDEHIYÊ

Piştî damezirîna Komarê, MMK biryar dide ku Kovara Kurdistanê ya ku 10’ê Çile ya 1946’an dest bi weşana xwe kirî, weşana xwe bidomîne û rojnameyeke fermî were derxistin. Meclîsê ji bo qada perwerdehiyê jî biryarên baştirkirina rewşê da, yasaya dibistana mecbûrî derxist, pirtûk li zarokên rewşa wan xirab belav kir û her wiha alîkariya darayî û kincan jî da. Di demeke kurt de dibistanên Kurdan hatin vekirin, perwerdehiya bi Kurdî dest pê kir. Meclîsê pirtûkên helbestkarên Kurd Hejar û Hêmen li çapxaneya dewletê da çapkirin û wiha nîşan da ku ew giringiyê bi xebatên çandî didin. Di vê demê de du kovarên jinan ên bi navê Hawar û Hîlale têne weşandin, piştre jî kovarên Agir, Gelawêj, Niştiman têne weşandin.

10’ê Adarê bi stesyona  a ku Sowyetan şandî Radyoyaya Mehabadê dest bi weşanê dike.

HEWLDANA DAGIRKIRINÊ YA ÎRANÊ

9’ê Gulanê piştî ku Sowyet ji xaka Îranê vedikişin, îran hewldana dagirkirinê dide destpêkirin. Bi hewldana dagikirinê re 16’ê Mijdara 1946’an Azerbeycan radestî Îranê dibe. Piştî ku Yekîtiya Komarên Sosyalîst ên Sowyetan (YKSS) soza ku dayî ya dayina çekan pêk neanîn, Komara Kurdistanê hemû rêyên berxwedanê diceribîne. Lê Qazî Mihemed ji bo ku komkujiyek li ser gel nebe pêşniyarekê dike. Li ser vê bi dijmin re biryar tê standin ku bi dijmin re li hev bikin. Li gel vê jî dewleta Îranê 17’ê Kanûnê Mehabadê dagir dike û Komara Mehabadê hildiweşîne.

Li gel ku gelekî lê rawestiyan ku Qazî Mihemed Mehabadê berde jî, Qazî dernakeve û ew, Serokwezîr Hacî Baba Şêx û Wezîrê Berevaniyê Qazî Mihemed Hiseyn Xan Seyfî têne girtin.

Qazî Mihmed li dadgehê dibêje, ‘’Diviya hûn bihatana girtin û darizandin, lê hûn tên li mala me, li welatê me min digirin û heps dikin. Hemû dewletên dagirker vê dikin. Dewletê asteng dikin ku gel nûnerên xwe hilbijêre û wan bişîne meclîsê. Heke dewleta Kurdan xayin dibine, dev ji herêmê biqerin û bihêlin ku ew li çara serê xwe binerin.’’

QAZÎ, DADGEHÊ DIDARIZÎNE

Li ser parastina ku Qazî Mihemed li dadgehê kirî, efeserê ku Dadgeha Leşkerî tayinkirî Serwan Şerîf wiha dibêje: ‘’Li dadgehê bêyî ku belgeyeke nivîskî hebe 4 saetan axivî. Bi mantiq û zanîna xwe her kes şaş hişt. Qazî wiha bi dirûstî û fedekarî axivî ti endamên dadgehê gotina wî nebirî. Hemûyan bi baldarî guh danê. Bi hemû yasayên Îranê zanîbû. Polîtîkaya derve ya Îranê pir xweş şîrove kir. A rast dadgehê Qazî nedarizand, Qazî dadgeh darizand. Qazî rasterast, bê tirs ev domadn. Qazî got, ‘’Ev dadgeh çêkirî ye û qelp e. Ne dadgeheke netewî û gelparêz e. Ji ber ku gel zarokên xwe nadarizîne. Serokê dadgehê û dadgeha we, hûn baş dizanin ku hûn daxwaza dewleteke dagirker pêk tînin. Em ji kirinên xwe ne poşman in. Em îxaneta li milet û welêt ti caran qebûl nakin.’’

Piştre Serokkomar Qazî Mihemed, Serokwezîr Hacî Bab Şêx û Wezîrê Berevaniyê Mihemed Hisên Xan Seyfî li Meydana Çarçirayê, cihê ku komar lê hatî ragihandi, 31’ê Adara 1947’an hatin darvekirin. Beriya ku were darvekirin, Qazî Mihemed qewîtiya xwe nivîsî.

QEWÎTIYA LI KURDAN

Qazî Mihmed di nameya xwe de behsa girîngiya yekîtiya netewî dike û wiha bang li Kurdan dike û dibêje, ‘Ey Miletê Kurd, birayên min ên hêja,gelê min ê ku zilm û zordarî lê tê kirin,ez demên we yên dawî dijîm, bi qedrê Xwedê kin, dijminatiya hev nekin, pişta xwe nedin hev, li dijî zordar û zaliman bibin yek. Bi erzanî xwe nefiroşin dijmin. Gelek dijminên Kurdan hene, zordar in û dilhişk in. Ji bo her miletî sembola serkeftinê yekîtî ye, hevkarî ye û hevgirtin e. Civaka ku yekîtiya xwe nekirî, li hev nehatî, her demê wê dijmin bi ser wan de were, werin tepisandin. Çi tiştekî Kurdan ji civakên dî yên cîhanê ne kêm e. Bi ser de hûn bi lehengî, fedekarî, ji civakên dî yên ku ji zextê rizgar bûne pêştir in. Dijmin li gorî berjewendiya xwe we dixwaze, dema ku karê dijmin bi we qediya pir dilhişk e, we qet efû nake. Civakên ku ji bin zilma dijmin derketin jî weke we bûn, lê wan ji bo rizgariyê yekitiya xwe pêk anîbûn. Weke hemû civakên li cîhanê, hûn jî neyên çewisandin.

Qazî di nameya xwe de bi berdewamî qewîtiyê li Kurdan dike ku bi dijminên xwe bawer nekin û li ser lîstikên dijmin dibêje, ‘’Wê we bi hev bidin şikandin, bi derewan, bi pereyan we li hev bikin dijminn. Di nav dijminê we de yê herî zalim, herî xirab, ê herî bê Xweda û dirinde Acem e (Îran).’’

Qazî dawiyê dîsa balê dikişine ser giringiya yekîtiya Kurd û dibêje, ‘’Ey miletê Kurd, heta ku hûn pişta hev negirin hûn ê bi ser nekevin. Zilmê li hev nekin.’’

71 SAL DERBAS BÛN

Li ser darvekirina Qazî Mihmed 71 sal derbas bûn, pêdiviya ‘yekîtiya netewî’ ku Qazî qewîtiya wê li Kurdan kirî, bi taybetî dema êrîşên ser Kobanê de û berxwedana dijî êrîşan de derkete holê. Îro bi êrîşên dagirker ên ser Efrînê re, bi rabûna Kurdan a li Ewropa û hemû cîhanê re êdî pêkanîna vê yekîtiyê divêtiyek e.

Jêder: Yenî Ozgur Polîtîka


Bêjeyên Miftehî