1. Hemû Nûçe

  2. Lêkolîn

  3. ‘Qeyûm' projeyeke plankirî ya tirkkirinê ye
‘Qeyûm' projeyeke plankirî ya tirkkirinê ye,qeyûm',projeyeke,plankirî,ya,tirkkirinê,ye

‘Qeyûm' projeyeke plankirî ya tirkkirinê ye

Derket holê ku qeyûmên ku tayînî 83 şaredariyên DBP'î hatin kirin, berdewamiya "Plana Rûxandinê" ne

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - Derket holê ku qeyûmên ku tayînî 83 şaredariyên DBP'î hatin kirin, berdewamiya "Plana Rûxandinê" ne. Qeyûmên ku saziyên perwerdehiya bi zimanê dayikê, navendên perwerdehiyê yên jin û ciwanan girtin, polîtîkayên bişavtinê yên li gor projeya "Tirk-Îslam"ê bi rê ve dibin. Bi biryara "Ji bo her malê alayek" û birina Çankkaleyê ya her zarokekî/e kurd, tirkîbûn tê enjektekirin. Di xebatên hevwext ên bîrdozî yên qeyûman de, tê dîtin ku qeyûm ji hêla navendekê ve tên birêvebirin. 

Ji 103 şaredariyên DBP'î qeyûm tayînî 83 şaredariyan hatin kirin. Li bajarên kurdan tayînakirina van qeyûman berdewamiya "Plana rûxandinê" ne û bi vê planê projeya tirkkirinê tê sepandin. Qeyûm li gor formula Serokomarê AKP'î Tayyip Erdogan a "Yek welat, yek netew, yek ala, yek dewlet" tevdigerin, ji hêla navendekê ve tên birêvebirin û hemû projeyên wan li gor bîrdoziya "Tirk-Îslam"ê tên sepandin. 

Li gor daxuyaniya Komîsyona Rêveberiyên Herêmî ya DBP'ê ya di 10'ê Nîsanê de hat kirin, "Ji 27'ê Adara 2017'an ve ji 103 şaredariyên DBP'î qeyûm tayînî 83 heban jê hatiye kirin û her wiha 89 hevşaredar jî girtî ne." Di heman raporê de hat diyarkirin ku, 37 navendên jinan hatin girtin, hinek ji wan dewrî Komeleya Jin û Demokrasî (KADEM) hatin kirin (Ev komele ji aliyê keça Serokomar Erdogan Sumeyye Erdogan Bayraktar ve hatiye avakirin) û her wiha hinek jê jî teslîmî rêxistinên herêmî yên jinan ên AKP'ê hatine kirin. Qeyûmên ku projeyên pirçandî û civakiyî vediguherînin projeyên tekparêziyê, di hemû çalakiyên xwe de polîtîkayên li gor pêgirtiya ji bo dewletê û mezheba henîfîtiyê dişopînin. Li gor rapora DBP'ê; 2 hezar û 22 xebatkar hatine îxrackirin, 585 xebatkar jî ji peywirê hatine dûrxistin. Qeyûm ji dêvla raydarên bilind ên ji şaredariyan avêtin kesan ji Konya, Enqere, Stenbol, Qeyserî û hwd. tînin. (Mînak; Ji Şaredariya Kocaeliyê Muhsin Eryilmazê ji mûglayê anîn ser Sekreteriya Giştî ya Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê). Her wiha li şûna kesên di asta jêr de dixebitin jî AKP û Huda-Par'î hatin bicihkirin. Li gel vê, carinan bi bertîl û meblaxên mezin jî gelek kesan digirin ser kar. Kreş, pêşdibistan û navendên perwerdehiyê yên aîdî şaredariyan jî di bin navê "Qursa Qur'anê" de teslîmî hin cemaet û partiyan hatin kirin. 

Bi vê organîzasyona navendî ya ku tim bi navê Serşêwirmendê Serokwezîr Adnan Înanç re tê bilêvkirin, tê diyarkirin ku bi fermanan û ji destekî ve tên kirin. Ev polîtîkayên ku li ser asasên tirkkirinê ne, bi munasebeta hin roj û hefteyan tên sepandin. Rojên wek "Roja Dayikan, Hefteya Şehîdan, Geştên Çanakkaleyê, Geştên umreyê, rojên cejnên olî, Hefteya Rojbûna Pîroz, rojên rojbûnan, Cejna Netewî ya 23'yê Nîsanê û hwd." vediguherînin firsendê û "ala" jî di nav de bi gelek xelatên ku unsûrên netewperestiyê di xwe de dihebînin serdana malbatan tê kirin û di van serdanan de propagandaya AKP'ê tê kirin. 

XIZMET JI BO CERDEVANAN Û MALBATÊN WAN TÊN KIRIN 

Li gel vê, li logoyên gelek şaredariyan "Alaya Tirk" hat bicihkirin û li tabeleyên hemû şaredariyan alayên mezin hatin bicihkirin. Her wiha xizmetên cemaweriyê pêşî ji bo cerdevan, malbat û xizmên "gazî û şehîdan" û gundên wan tên kirin. 

XEBATA NAVÊN BI TIRKΠ

Yek ji peywira hevpar a qeyûman jî, li nexweşxaneyan serdana jinên ku nû zarokan tînin dinyayê dikin û hewl didin ku wan îqna bikin ku ji dêvla navê kurdî navê tirkî li zarokên xwe bikin. 

‘SETA CIHÊZAN' ÇEYİZ SETİ’ ZİYARETTİ 

Di bin navê "seta cihêzan" de serdana kesên nû dizewicin tên kirin û bi vî awayî li ser navê AKP'ê xebatên îqnayê tên birêvebirin. 

‘LI HER MALEKÊ ALAYEKE TIRK' 

Dîsa di merasîmên cejnên olî, merasîmên sinetan, merasîmên şandina leşkeran de ji bo her malekê alayek wek diyarî tên dayîn. Qeyûm li gor fermanên hatine dayîn di hemû xebatên xwe de ji bo alaya tirk derkve pêş sererastkirinên xwe dikin û tevdigerin. 

BI WîFî'yê TESPÎTA NASNAMEYAN! 

Qeyûm bi navê "Ji bo gel xizmeta belaş" li park û wesayîtên gihaniya giştî "WîFî'ya belaş" bi cih kirine û kesên ku bi van WîFî'yan dikevin înternetê malperên ku ketinê û nasnameyên wan tên tespîtkirin. 

DÊ HER ZAROKÊ KURD 'ŞEHÎDGEHA ÇANAKKALE'YÊ BIBÎNE 

Qeyûm li gor fermana ku ji bo wan hatiye dayîn, bi taybetî zarokên li dibistana navîn û seretayî dem bi dem di bin navê "biratiyê" de dibin "Şehîdgeha Çanakkaleyê" û di rê de bîrdoziya "Tirk-Îslam"ê li wan tê enjektekirin û her wiha ev di kamerayan de jî xwe didin der. Tê diyarkirin ku di rê de stranên nîjadperest ên wek "Bimirim Tirkiye" bi zarokên kurdan rên gotin û alayê bi wan didin maçîkirin. 

Herî dawî Qeyûm Haci Asim Akgul ê tayînî Şaredariya Şaxê ya Wanê hat kirin, navê parka ku navê Serokê Baroyê Tahir Elçi yê di 28'ê Mijdara 2015'an de li Sûra Amedê hat kuştin lê hatibû kirin guherand. Guherandina navên park, baxçe û cihan dem bi dem ji aliyê qeyûman ve tê kirin. Bi taybetî jî navê cerdevan, leşker û polîsên ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dane li park, baxçe, kolan, kuçe û taxan tên kirin. 

PROJEYÊN QEYÛMAN ÊN TIRKKIRINÊ 

Hin xebatên qeyûmên ku ji navendekê ve tên birêvebirin, li se rmalperên şaredariyan wiha cih digirin: 

AGIRÎ

*Qeyûmê Şaredariya Agiriyê Musa Işin, bi boneya Roja Dayikan di 15'ê Gulanê de xwarin da "dayik û hevjînên şehîdan". 

*Qeyûm Işin, hin cerdevanên li bajêr vexwandin û van cerdavenan soza alîkariyê daye qeyûm ku dê bi awayekî bi rêk û pêk van xebatan bi rê ve bibin. 

ERZIROM

-Xunûs

*Qeyûmê Şaredariya Xunûsê Bulent Ay, bi boneya Roja Dayikan di 15'ê Gulanê de serdana "dayikên aştiyê" kir.

WAN 

-Erdîş

*Qeyûmê Erdîşê Mehmet Şîrîn Yaşar, bi projeya "Em pêşeroja xwe hembêz dikin" zarokên 2 dibsitanên gundan û dibistaneke navendê di 23'yê Nîsanê de ji bo geştê şandin Enqereyê. 

*Qeyûm Yaşar, di çarçoveya "Projeya Wefaya Malbatên Şehîdan û Gaziyan" de, dem bi dem hin serdanan dike. 

*Qeyûm Yaşar, di bin navê "PERGALA AGAHIYAN A BAJÊR" de pergala "MOBESE"yê ya ku muduriyeta polîsan nîvco hiştiye temam dike.

RÊYA HEVRÎŞÎMÊ 

*Qeyûmê Şaredariya Rêya Hevrîşimê Cemil Ozturk û hevjîna xwe, di 15'ê Gulanê de serdana "dayik û hevjînên şehîdan" kirin û roja wan a dayikan pîroz kirin. 

*Qeyûm Ozturk, di 14'ê Gulanê de nêzî 300 "qursên Qur'anê" ên li aîdî cematên cuda û mizgeft bi awayekî berfireh paqij kirin û dezenfekte kirin. 

-ARTEMÊTAN 

*Li Artemêtanê, Qeyûm Atif Çiçekli plaket da dayika "polîsê şehîd" Soner Îdîl a ku wek dayika salê hat hilbijartin. 

-Elbak 

*Qeyûmê Şaredariya Elbakê Abdulselam Ozturk "xizmên şehîdan" şand umreyê. 

*Ozturk, 13 cerdevanên li navçeyê û xizmekî leşkerekî tevî refeqatkaran şandin umreyê. 

*Qeyûm Ozturk, di 3'yê Nîsanê de serdanên xwe yên "Malbatên Şehîdan" domandin. 

*Qeyûm Ozturk, di 14'ê Nîsanê de serdana malbatên cerdevan Ali Ertuş û leşker Mikail Macu yên jiyana xwe ji dest dan kir. 

*Ozturk, di 24'ê Adarê de serdana malbata cerdevan Kahar Tezel ê ku di 1996'an de jiyana xwe ji dest da kir. 

*Ozturk, di 3'yê Adarê de serdana malbata Suleyman Aydin ê ku jiyana xwe ji dest da kir. 

-Miks

*Qeyûmê Miksê, di 2'yê Nîsanê de zarokên navçeyê ji bo geştê şandin Enqere û Çanakkaleyê. 

*Qeyûm Karabektaş, tevlî daweta kurê cerdevanê ku li gundê Altindere jiyana xwe ji dest da bû. 

-Şax

*Qeyûmê Şaxê Haci Asim Akgul tevî Miftîtiya Navçeyê di çarçoveya "Hefteya Rojbûna Pîroz" de di 24'ê Nîsanê de li du dibistanan tevî partiyeke siyasî bernameyek li dar xist. 

*Akgul, herî dawî navê parka ku navê Serokê Baroyê Tahir Elçi yê di 28'ê Mijdara 2015'an de li Sûra Amedê jiyana xwe ji dest da rakir û navê parkê bi navê cerdevanekî guherand. Navê parkê wek "Parka Şehid GK Ali Ogun" hat guherandin. 

-Ebex

*Qeyûmê Ebexê Tekin Dundar di 4'ê Adarê de serdana "malbatên şehîd û gaziyan" kir. 

-Qelqelî

*Qeyûmê Qelqeliyê Ferhat Vardar, di 7'ê Adarê de serdana malbata Aydin Muştu yê ku di pevçûnê de jiyana xwe ji dest da kir. 

AMED

-Yenîşehîr 

*Qeyûmê Yenîşehîrê Mehmet Ozel, li gundê Tanişirê "şehîdgeh" çêkir. 

*Qeyûm Ozel, beriya 18'ê Adarê li Şehîdgeha Hewayê ya Amedê xebata paqijî û peyzajê kir. 

-Peyasê

*Qeyûmê Peyasê Mustafa Kiliç, di 17'ê Gulanê de komek xwendekar ji bo geştê şandin Kapadokyayê. 

*Qeyûm Kiliç, bi boneya 15'ê Gulanê Roja Dayikan xwarin da "dayikên şehidan". 

*Qeyûm Kiliç, 40 xwendekarên li Muduriyeta Çandê perwerdehî didîtin ji bo serdana "şehîdgehê" şandin Çanakkaleyê. 

*Qeyûm Kiliç, gelek pirtûkên li saziyên çand û hunerê bi hinceta pirtûkên bîrdozî ne hatin berhevkirin. 

-Gêl

*Qeyûmê Gêlê Kurşad Atak, ji bo zarokên "şehîd û gazî"yan geşta Çiftlika Hespên Trûvayê li dar xist. 

-Bismil 

*Qeyûmê Şaredariya Bismilê Turgay Gulenç, bi boneya Roja Dayikan serdana "malbatên şehîdan" kirin. 

-Karazê

*Qeyûmê Şaredariya Karazê Yusuf Turhan serdana "gorên şehîdan" kirin. 

*Qeyûm Turhan, di roja dayikan de serdana "dayikên şehîdan" kirin. 

*Qeyûm Turhan, carinan hemû xwendekarên li navçeyê ji bo geşta "şehîdgehê" dişîne Çanakkaleyê. 

-Farqîn 

*Qeyûmê Farqînê Adem Çelik, di 14'ê Gulanê de li gundên cerdevanan xebatên binavayî hatin kirin. 

*Qeyûm Çelik, bi boneya "18'ê Adarê Roja Serketin û Bîranîna Şehîdên Çanakkaleyê" di 18'ê Adarê de xwarin da "xizmên şehîd û gaziyan". 

-Licê

*Qeyûmê Licê Sinan Başak, di 18'ê Gulanê de li gundê cerdevanan Oyukluyê xebatên binavayî û rê kirin. 

-Hênê

*Qeyûmê Hênê Yusuf Turhan, 16 endamên jin ên baskên ciwanan a AKP'ê ji bo geştê şandin Rihayê. 

BEDLÎS

-Norşîn

*Qeyûmê Norşînê Ufuk Ozen Alibeyoglu, di 17'ê Gulanê de 100 xwendekar ji bo geştê şandin Trabzonê. 

*Qeyûm Alibeyoglu, di 17'ê Gulanê de xwarin da xizmên "şehîd û gaziyan". Qur'an û ala xelatî wan kir. 

*Qeyûm Alibeyoglu, di 16'ê Gulanê de xwarin da 374 cerdevanan. 

*Qeyûm Alibeyoglu, di 15'ê Gulanê de serdana qereqolên Golbaşi û Cevîzyatagiyê kir û tevî leşkeran xwarin xwar. 

HÎZAN 

*Qeyûmê Hîzanê Bulent Hamitoglu, di bin navê xwendina pirtûkan de pirtûkên ku agahiyên mezheba henîfîtiyê di xwe de dihebînin diyarî xwendekarn kir û li baxçeyê dibistanê bi wan da xwendin. 

MÊRDÎN

*Qeyûmê Mêrdînê Mustafa Yaman û hevjîna wî Gulseren Yaman, di 15'ê Gulanê Roja Dayikan de serdana malbatên leşkerên ku di pevçûnan de jiyana xwe ji dest dan kir. 

*Qeyûmê Mêrdînê, ala diyarî ciwanên ku dê biçin leşkeriyê kir û moral da wan. 

*Qeyûm Yaman, di 17'ê Adarê de li navenda bajêr li ser navê "şehîdên Çanakkale"yê xoşav belav kir. 

*Qeyûm Yaman, navê Kolana Emniyetê wek "Amîrê Emniyetê Şehîd Gaffarî Guneş" hat guherandin. 

-Nisêbîn 

*Qeyûmê Nisêbînê Ergun Baysal, navê goristanên ku cerdevanên ku jiyana xwe ji dest dane lê ne wek "şehîdgehê" hatin guherandin. 

*Qeyûm Baysal, di çarçoveya çalakiyên Hefetya Polîsan di 9'ê Nîsanê de li Mizgefta Zeynel Abidînê mewlûd da. 

-Artûklû 

*Qeyûmê Şaredariya Artûklûyê Şakir Oner Ozturk tevî hevjîna xwe Şeyma Ozturk serdana "Dayika Şehîd" Nezîhe Elaldiyê kir û roja wê ya dayîkan pîroz kir. 

*Qeyûmê Artûklûyê, di 18'ê Nîsanê de çalakiya "Pêşangeha Hunerên Îslamî yên Klasîk" li dar xist. 

*Qeyûm Ozturk, di 26'ê Adarê de ji bo "Xizmên Gazî û Şehîdan" AKP'î şandin geşta Konyayê. 

-Kerboran

*Qeyûmê Kerboranê Mehmet Yaşar Yeşiltaş, serdana "dayikêm şehîdan" kir û roja wan a dayikan pîroz kir. 

*Qeyûm, komek peywirdar kiriye û li malên "şehîd û gaziyan" digere. Di vê serdanê pakêteke ku ala jî di nav de ye tê diyarkirin. 

-Dêrik 

*Qeyûmê Dêrikê Hakan Kafkas, serdana "xizmê şehîd" a malbata Dînç kir û roja wan a dayikan pîroz kirin. 

*Qeyûm Kafkas, di 8'ê Gulanê de li ser navê qeyûmê beriya xwe qeyûm Muhammed Fatih Safiturk û cerdevanê "şehîd" Nuri Dinç parkek çêkir. 

*Li ser navê qeyûm Fatih Safiturk di 29'ê Nîsanê de zarokên dêrikî şandin maça Trabzonsporê. 

-Mahsertê

*Qeyûmê Mahsertê Erol Korkmaz, di 4'ê Gulanê de di bin navê şahiyê de "şerbeta Osmaniyî" bi zarokan da vexwarin û "macûna Osmaniyî" bi wan da xwarin. 

*Qeyûm Korkmaz, di 3'yê Gulanê de pakêteke ku ala jî di nav de diyarî malbatên ku ciwanên wan çûn leşkeriyê kirin. 

-Qoser

*Qeyûmê Qoserê Ahmet Odabaşi, li kaniyên ku dê li 20 noqteyan bi "motîfên herêmî" (osmaniyî) bên çêkirin navê "şehîdan" hat dayîn. 

-Stewrê

* Qeyûm İdris Koç, di 25'ê Nîsanê de di bin navê bafirokan de beza "alayê" bi zarokan da kirin. 

SÊRT

*Qeyûmê Sêrtê Ceyhun Dilşad Taşkin, tê de ala jî pakêtek diyarî ciwanên ku diçin leşkeriyê kir. 

*Qeyûm Taşkin, serdana dayika leşker Davut Îlbaş ê ku jiyana xwe ji dest da kir û roja wê ya dayikan pîroz kir. 

*Qeyûm Taşkin, bi awayekî rêk û pêk xwendekaran dişîne Çanakkaleyê. 

*Qeyûm Taşkin, di 19'ê Adarê de xwarinek da "malbatê şehîd, gazî û cerdevanan". 

-Dihê

*Qeyûmê Dihê Murtaza Dayanç, Qada Mesîre ya Park Botanîkê wek "Biryardariya Şehîdgehê" guherand. 

*Dayanç, bi boneya "Hefteya Ciwanan" di 15'ê Gulanê de li dihê Meşa Ciwanan a bi ala li dar xist. 

*Dayanç, serdana gundên cerdevanan ên Erenkaya, Kekliktepe,Yokuşlu,Yerliçoban,Bozatlı, Gonulaldi û Dikbogazê kir û di hin mijaran de soz dan wan. 

ŞIRNEX

-Qileban

*Qeyûmê Qilebanê Mehmet Fatih Yakinoglu, di 9'ê Gulanê de 60 xwendekar ji bo "serdana şehîdgehan" şandin Çanakkaleyê. 

RIHA

-Hewagê

*Qeyûmê Hewagê Zekeriya Goker, bi boneya "18'ê Adarê Roja Bîranîna Şehîdan" serdana malbat û gorên "şehîd"an kir. 

MÛŞ 

-Milazgîr 

*Qeyûmê Milazgîrê Soner Kirli, bo boneya 15'ê Gulanê Roja Dayikan serdana "dayikên şehîdan" kirin. 

*Qeyûm, di 13'ê Nîsanê de serdana xizmên "şehîd û gaziyan" kir û gudhdariya pirsgirêkên wan kirin. 

-Kop 

*Qeyûmê Kop Haci Arslan Uzan, di 12'ê Gulanê de bi cerdevanên li navçeyê re hevdîtin çêkirin û di hin mijaran de soza piştevaniyan da. 

*Qeyûm Uzun, di 3'yê Nîsanê de zarok şandin geşta Çanakkaleyê. 

*Qeyûm Uzun, navê hin kolanan wek navê “Şehit Binbaşı Arslan Kulaksız C., Şehit Ustegmen Suat İshakoglu C., Sultan Alparslan C., Kazım Karabekir C.” guherandin. 

DERSIM 

*Qeyûmê Dersimê Osman Kaymak, bi munasebeta Roja Dayikan serdana "dayikên şehîdan" kirin. 

*Qeyûm Kaymak, bi boneya Cejna Zarokan a 23'yê Nîsanê de alayên tirk li esnafan belav kirin. 

*Qeyûm, di 11'ê Nîsanê de di bin navê geşta Çanakkaleyê de xwendekara şandin "şehîdgehan". 

*Qeyûm û hevjîna wî, di 10'ê Nîsanê de tevî zarok û hevjînên leşkerên pirspor ên çûn El Babê taştê xwar.