1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Qoqê serî yê 'xizmê me yê nêz' ê 13 milyon salî hate dîtin
Qoqê serî yê 'xizmê me yê nêz' ê 13 milyon salî hate dîtin,qoqê,serî,yê,'xizmê,me,yê,nêz',ê,13,milyon,salî,hate,dîtin

Qoqê serî yê 'xizmê me yê nêz' ê 13 milyon salî hate dîtin

Di encama xebata zanyarên Amerîkayî û Elmanî de hate fêhmkirin ku celebê meymûnan ê ku li Kenyayê hatî dîtin herî pir nêzî pêşiyê mirovan e ku beriya bi 13 milyon sal jiya ne

A+ A-

Ev qoqê serî yê pêşiyê wan meymûnan e ku bi ‘Nyanzapîthecus ales’ê tê binavkirin û kevintirîn ê qoqê seriyan e ku heta niha hatiye dîtin.

Lêkolîna ku di kovara Nature de hatiye weşandin, ji hêla Enstîtuya Max-Planck û Zanîngeha Stony Brookê ve hatiye kirin.

MÎNAKA HERÎ KEVN A QOQÊ SERÎ

Diyar bû ku celebê Nyanzapîchecus alesê ku beriya bi 13 milyon sal jiyayî, nêzî wan celeban in ku bi mirov û mirovok têne binavkirin.

Ji ber ku qoqê serî yê vî celebî li Kenyayê hatiye dîtin, ev weke çespandinekê tê nîşandan ku celebên mirovan û mirovokan parzemîna Efrîkayê ye.

Lêkolîner balê dikişînin ser wê ku pêşiyên dawî yên mirovên dema niha û şempanzeyan beriya bi 6-7 milyon sal jiyane û qoqê serî yê meymûnan li ser koka mirovan keşfeke girîng e.

Di vekolanê de ku bi analîza 3D rontgenê hatiye kirin, hatiye tespîtkirin ku qoqê serî yê ku hatiye dîtin yê çêlîkeke meymûnan a 16 mehî ye û di encama teqîna wolqanekê de ji ber sedema baran xweliyê miriye.

XIZMÊ CELEBÊ HERÎ ZÊDE DIŞIBE MIROVAN

Gihaştine wê encamê ku mejiyê Nyanzapîthecus alesê yê 11 kîloyî, bi mezinahiya lîmonekê ye. Diyar bû ku alesa ku li gorî qoqê serî xwedî zeniyeke biçûk e, herî pir nêzî wan celebên herî zêde dişibe mirovan e ku bi ‘Hylobatîdae’ têne binavkirin. Di nav celebê Hylobatîdae de celebên meynûnan ên orangutan, gorîl, şempanze û mirovê dema niha Homo sapîens tê bicihkirin.

HATIBÛ GOTIN KOKA MIROVOKAN EWROPA YE

Lê beriya bi mehan di lêkolînê de hatibû gotin ew teza ku dibêje pêşiyên mirovan ji Efrîkayê hatine ne mijara nîqaşê ye. Meha Gulanê di kovara PLOS One de lêkolîn hatibû weşandin, li ser hestiyên ku li Bulgarîstan û Yewnanîstanê hatibûn dîtin, hatibû gotin ku mirov û mirovok beriya bi 7,2 milyon salî ji hev cihêbûne.

Ev jî li gorî encamên lêkolînên ku heta niha hatine kirin  çend sed hezar salê dî paştir diçe.

Di heman lêkolînê de hatibû gotin ku şaş e koka celebê mirovok ê piştî cihêbûnê weke parzemîna Efrîkayê were nîşandan. Lê derbarê lêkolîna di kovara PLOS One de rexne hatibûn bi sedema ku ‘têra xwe çespandin’ nîn in.