1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. RSF’ê azadiya çapemeniyê bi bîra Tirkiyê û Çînê xist
RSF’ê azadiya çapemeniyê bi bîra Tirkiyê û Çînê xist,rsf,ê,azadiya,çapemeniyê,bi,bîra,tirkiyê,û,çînê,xist

RSF’ê azadiya çapemeniyê bi bîra Tirkiyê û Çînê xist

RSF’ê dubare kir ku Tirkiye ji bo nûçegihanên dinyayê mezintirîn girtîgeh e û got li gelek welatên Amerîkaya Latînê azadiya çapemeniyê bi lez û bez ziyanê dibîne

A+ A-

Sekreterê Giştî yê RSF’ê Chrîstophe Deloîre daxuyaniyeke çapemeniyê da û li gel gelek welatan bal kişande ser zextên nûçegihanan a li Tirkiyê.

MEZINTIRÎN GIRTÎGEHA DINYAYÊ

Deloîre got hê jî ji 100’î zêdetir nûçegihan girtî ne û got Tirkiye li dinyayê mezintirîn girtîgeh e ji bo nûçegihanan. Bi domdarî got Çîna li pêşiya Tirkiyê zextên xwe yên li ser çapemeniyê li qada navnetewî belav kiriye.

LI AMERÎKAYA LATÎN REWŞ KAMBAX E

Deloîre got li welatên Amerîkaya Latîn ji ber sedema kirinên li ser çapemenî û nûçegihanan rewş ‘têra xwe qembax e’. Deloîre diyar kir di nav wan welatan de ku azadiya çapemeniyê têra xwe ziyanê dibîne Meksîka, Kolombiya û Venezuela hene û got, ‘’Amerîkaya Latîn parzemînek e ku ji bûyerên tundiyê yên li ser nûçegihanan pir bibandor dibe.’’

Sekreterê Giştî yê RSF’ê got ji sala 2000’î ve li Meksîkayê ji 100’î zêdetir nûçegihan hatine kuştin û got, li Venezueleyê desthilatdarî destûrê dide zexta li ser nûçegihanan.

Nûnerê RSF’ê yê Venezuelayê Emmanuel Colombîe jî got, ji Nîsanê ve ku ji hêla muxalefeta rastgir ve li dijî Nîcolas Maduro xwepêşandan têne kirin nêzî 500 nûçegihan tundî li wan bûye û 35 ji wan hatine girtin. Colombîe diyar kir li vî welatî ji serê salê ve nêzî 50 televizyon û radyo yên netewî û navnetewî bi ‘kêfî’ hatine girtin.

LI KOLOMBIYA PÊŞVEÇÛN HEBIN JÎ HÊ DI RÊZA 129’AN DE YE

RSF’ê diyar kir, ji peymana aştiyê ya bi FARC’ê û vir ve her çendî hinekî rewş baş bûbe jî Kolombiya di nav 180 welatî de di rêza 129’an de ye. Sekreterê Giştî diyar kir di navbera 2000-2015’an de 58 nûçegihan hatine kuştin û gefên li ser nûçegihanan pir zêde ne.