1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Raperîna gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê didome
Raperîna gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê didome,raperîna,gel,a,li,îranê,û,rojhilatê,kurdistanê,didome

Raperîna gel a li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê didome

Çalakiyên gel ên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê duh bi şev li gelek wîlayetan û bi dehan bajaran dewam kirin. Li hin cihan ji ber êrîşa hêzên rejîmê şer derket

A+ A-

Çalakiyên gel ên li Îranê û Rojhilatê Kurdistanê ku li dijî xizanî û zordariya rejîmê dest pê kirin, duh bi şev jî li gelek wîlayetan dewam kirin. Di çalakiyan de li dijî rejîmê dirûşm hatin qîrîn. Ji ber êrîşa hêzên rejîmê li hin cihan şer derket.

Bi hezaran kes ji bo polîtîkayên rejîmê şermezar bikin duh bi şev li wîlayetên Tehran, Îsfahan, kerec, Raşd, Ehwaz, Hemedan, Şîraz, Tebrîz, Xuremabad, Sine û Kirmaşanê daketin qadan. Çalakî heta nîvê şevê dewam kirin.

Yek ji cihên ku çalakî bi rengekî girseyî lê hatin kirin, paytext Tehran bû. Ji meydana Înkilapê heta xaçerêya Velî Asir li gelek cihan çalakî hatin lidarxistin. Rejîmê li gelek deverên bajêr polîsên xwe yên hêzên taybet û TOMA bi cih kir. Li hin cihan jî di navbera çalakgeran û hêzên rejîmê de şer derket.

ÇALAKIYÊN HERÎ GIRSEYÎ YÊN LI ROJHILATÊ KURDISTANÊ, LI WÎLAYETA SINE PÊK HATIN

Çalakiyên herî girseyî yên li Rojhilatê Kurdistanê li wîlayeta Sine pêk hatin. Bi hezaran kes tevlî çalakiyan bûn û piştî ku hêzên rejîmê bi ava şid êrîşî wan kirin, şer derket. Hat ragihandin ku di çalakiyan de gelek kes hatine binçavkirin.

Yek ji wîlayetên ku rojên dawî çalakî lê berfireh in, Îsfahan e. Li navenda Îsfahanê û bajarên Xumeynişeht û Lencanê çalakî hatin lidarxistin. Li Lencanê, avahiya qeymeqamtiyê bû hedefa çalakiyê.

Li Tebrîzê, bajarê Xuramabad ê ser bi Lorîstanê, li bajarên Îzah, Mahşehr, Abadan û Mescîd Suleyman ên ser bi wîlayeta Xuzîstanê û li bajarê Guherdeşt ê li Kerecê çalakiyên girseyî hatin kirin.

Li Şîrazê jî ji ber êrîşa hêzên rejîmê şer derket. Ji ber vê yekê, gel êrîşî Mûxafizên Şoreşê yên bi motorsîklet kirin. Çalakiyên ku danê êvarê dest pê kirin heta nîvê şevê dewam kirin.

Di çalakiyan de bi giranî dirûşmên "Bimire rejîm", "Bimire Xamaney, bimire Rûhanî" û "Mûxafazakar û reformîstno, êdî lîstik qediya" hatin qîrîn.