1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rejîma Îranê ji bo erdhejzedeyên li Kirmanşanê tiştekî nake
Rejîma Îranê ji bo erdhejzedeyên li Kirmanşanê tiştekî nake,rejîma,îranê,ji,bo,erdhejzedeyên,li,kirmanşanê,tiştekî,nake

Rejîma Îranê ji bo erdhejzedeyên li Kirmanşanê tiştekî nake

Tevî ku di ser erdheja li Kirmanşanê 40 roj derbas bûne jî, pêçandina birînên erdhejzedeyan li aliyekî, rejîma Îranê budçeya ji bo erdhejzedeyan veqetandiye naşîne

A+ A-

Di ser erdheja 12'ê Mijdarê ya li eyaleta Kirmanşan a Rojhilatê Kurdistanê re 40 roj derbas bûn û hê jî bi hezaran kes li binê konan dijîn. Rejîma Îranê li şûna ku pirsgirêkên erdhejzedeyan çareser bike û alîkariyê bi wan re bike, hewl dide wan ji rojeva raya giştî daxîne.

Li gorî hejmarên fermî, zêdeyî 600 kes (şêniyên herêmê dibêjin ku hejmar zêdetir e) mirin û bi dehan kes jî birîndar bûn. Ji ber ku birînên erdhejzedeyan nehatine pêçandin, li herêma ku zivistan lê dijwar e, kon jî bi destê welatiyan nakeve. Ji ber ku hejmara konan kêm be, li binê koneke biçûk du sê malbat neçar dimînin bimînin. Erdhejê herî zêde bandor li zarok û jinan kir. Zarok di nava lepê nexweşiyan de ne. Gelek jinên ducanî jî li binê konan zarok anîn dinyayê.

Rejîma Îranê alîkariya ji bajar û welatên cuda hatin şandin asteng dike û desteser dike. Artêşa Îranê bi hinceta "ewlekariyê" dest danî ser beşeke mezin a alîkariya ji derveyî welat hate şandin. Saziyên alîkariyê ragihandin ku beşeke gelekî kêm a alîkariya hatiye şandin gihîştiye erdhejzedeyan.

Parlamenterê Herêma Kirmanşanê yê Parlamenta Îranê Felahed Pîşe li parlamentê axivî û anî ziman ku budçeya hikumetê îdîa kir ji bo erdhejzedeyan veqetandiye, hê ji herêmê re nehatiye şandin. Pîşe diyar kir gel di nava şert û mercên gelekî giran de dijî û destnîşan kir ku hikumet ji bo budçeya navborî neşîne her carê bahaneyekê dibîne.

 

ANF