1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. ‘Rojiya Êzî xwedîderketina li çand û ola xwe ye’
‘Rojiya Êzî xwedîderketina li çand û ola xwe ye’,rojiya,êzî,xwedîderketina,li,çand,û,ola,xwe,ye

‘Rojiya Êzî xwedîderketina li çand û ola xwe ye’

Ji niha ve civak Êzîdî bi girtina rojiyên xwedana amadekariyên rojiya Êzî dikin. Rojiya Êzî ku her sal di meha 12’an Kanûnê de 3’ê rojan rojî tê girtin, di roja 4’emîn de Cejna Rojiyên Êzî tê pîrozkirin

A+ A-

HESRET AMED/ŞENGAL/ROJNEWS

 

 

Ji niha ve civak Êzîdî bi girtina rojiyên xwedana amadekariyên rojiya Êzî dikin. Rojiya Êzî ku her sal di meha 12’an Kanûnê de 3’ê rojan rojî tê girtin, di roja 4’emîn de Cejna Rojiyên Êzî tê pîrozkirin. Piştî bidawîkirina rojiyê di roja cejnê de seharê zû her kes berê xwe dide goristanan û xêra miriyên xwe li kesên feqîr, xêzan û derdora xwe belav dikin. Piştî belavkirina xêra rojî, cejn û miriyan her kes diçe cejna mirov û hezkiriyên xwe pîroz dike.

 

Bi hatina rojiyê re Êzîdiyên Xanesorê ya girêdayî Şengalê di derbarê Rojiya Êzî, Rojiya Xwedanan û xêr û berketa cejin û rojiyê qala girîngî û xêra Rojiya Êzî û Rojiya Xwedana kirin.

 

Yek ji kal û rûspiyên Êzîdiyan Murad Oso bi van gotinan qala girîngiya rojiyê kir û wiha got: “Hin kes dibêjin ji destpêka Êzî heya roja me ya îro ev rojî heye, hin jî dibêjin piştî pîroziya Tawisê Melek ev cejn çêbûye, her yek li gor zanebûna xwe tiştekî dibêje. Em dizanin ku sê rojan Êzî rojî digirt û paşê cejna xwe pîroz kirin. Rojiyên Êzî berî rojiyên xwedayî hene, lê niha her kes li gor baweriyên xwe rojiyên xwe digire. Rojiya Êzî qural e li ser her Êzîdiyekî ku bigire, lê rojiyên din rêzgirtin û wacibe. Bêguman her yek ji wan xêreke xwe heye, ji bo wê kîjan rojî dibe bila bibe di dawiyê de xêr ji mirovê ku rojî digire re divegere.  Di rojiya Êzî de qurbanî ne qural e, lê belê xêr û sunet e. Her kes li gor hêza xwe xêrê belav dike, ji bo wê her kes çi jê bê dike xêr û feqîr û xêzanan belav dike.

 

 

‘Em çanda xwe ji êrîşan biparêzin’

 

 

Xidir Şemo Hesen: Jixwe her kes rojiya xwe digire, ji ber ew jî yek ji rêzikên me yên olî ye. Piştî rojiyê jî cejn tê, di cejnê de her kes çi ji wan bê dikine xêr û li feqîr û xêzanên derdora xwe belav dikin. Ev xêr ne şert e pez an jî dewar be, her kes li gor hêza xwe xêrê belav dike. Jixwe rojî bi giştî li gel me Êzîdiyan girîng in, lê ya Êzî xwedî cihekî pir girîng e. Em weke civak xwedî li çand, ol û dîroka xwe derkevin. Beriya fermanê her kesî rojî digirt, lê piştî fermanê hinekî lewaz bûye ev jî ji bo ol û civaka me tiştekî ne baş e. Li ser vê bingehê banga min ji her ferdekî civaka Êzîdî re heye ku nehêlin ne ferman ne tiştekî din wan ji çand irf û edetên wan dûr bixe. Eger em li çand, dîrok û baweriyên xwe nebine xwedî, wê her kes weke çeteyên DAIŞ’ê bixwaze me ji kokê rake û me tune bike.

 

‘Bi girtina Rojiya Xwedana em amadekariyên Rojiya Êzî dikin’

 

 

Meya Şengalî: Îro ev roja min a 4’emîn a ji rojiyê ye. Roj hem pir xweş e hem pir girîng e. Em her dibêjin ku rojî berê ji ya niha xweştir bû, ji ber her kesî digirt mirov bi girtina rojiyê xwedîderketina li ol û dîroka xwe xwedîderketinê dibîne. Ji bo wê rojî ewqasî girîng û bi wate ye. Berê dema dibû rojî li gel her kesî kêf, şahî û dîlan bû, lê piştî fermanê ew kêf û germahî weke berê nemaye. Ji ber ku em bi rojî ne ji niha ve em amadekariya fitarê dikin, weke hûn dibînin em nan dipêjin. Ez bang li li tevahî civaka Êzîdî dikim ku xwedî li irf û edetên xwe derkevin û nehêlin werin jibîrkirin û biparêzin.

 

‘Sedema van êrîşan çand û dîroka me ya kevnar û resen e’

 

 

Seyîd Şêx Şiman: Ji bo rojiyê em jî dibêjin bila dijminê me pir baş bizanê ku ew çi jî bike em terka ol, çand û dîroka xwe nakin. Bila her kes bizane ku çiqas êrîş bi ser me de werin wê girêdana me zêdetir bibe û em ê xwedî li ax, welat û Êzîdîtiya xwe derkevin. Ez dibêjim çanda herî mezin û pîroz li irf û edetên xwe xwedîderketin e, ji bo wê çanda mirov çi ye wê pêk tîne. Bi van ferman û êrîşên ku bi ser civaka Êzîdî de tên em dizanin sedema wan a sereke çand û dîroka me ya kevnar û resen e.

 

‘Li ola xwe xwedîderketin erka me ciwanan e’

 

 

Xeyrî Silêman: Jixwe rojî her tê girtin, lê mixabin ew eş û kêfxweşiya berê nemaye. Ji dema min bîra dunyayê birî heya niha ez rojî digirim û pir jê hez dikim, ji ber ku rojî jî yek ji erkên xwedîderketina li ol û çanda Êzîdîtayî ye. Rojî tiştekî pir xweş û pîroz e, ji lewra em civaka Êzîdî ewqasî bi ol û rojiya xwe ve girêdayî ne. Li ser wê bingehê bangawaziya min ji tevahî ciwanan re heye ku em jî destên xwe bidin rûspî û mezinên xwe û xwedî li ola xwe derkevin.

 

‘Xêr û bereketa rojiyê ji niha ve diyar e’

 

 

Herî dawî jî jinek ciwan a bi navê Sehba Elî ku di dikana taxê de kar dike bandora rojiyê ya li ser kirîn û firotinê kir û wiha got: “Di serî de em bi hatina rojiyê kêfxweş bûn, ji ber ku rojî jî yek ji xalên xwedîderketina li çand û dîroka xwe ya kevnar e. Ji dema ku rojiyê dest pê kirî kirîn û firotin zêdetir bûye, ev jî xêr û bereketa rojiyê dide diyarkirin. Rojiya me ji bo xwedayê me ye, dema ku mirov baweriya xwe bi tiştekî anî pêwîst e girêdan û baweriya xwe bi çi rengî dibe bila bibe bide diyarkirin. Em jî weke civaka Êzîdî yek ji xalên xwedîderketina li ol û baweriya me rojî ye.

 

(rn)