1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rojnamevanên Swêdî daxwaza AKP'ê red kirin
Rojnamevanên Swêdî daxwaza AKP'ê red kirin,rojnamevanên,swêdî,daxwaza,akp'ê,red,kirin

Rojnamevanên Swêdî daxwaza AKP'ê red kirin

A+ A-

NAVENDA NÛÇEYAN - AKP'ê bi bahaneya ku ji wan re qala hewldana darbeyê ya 15'ê Tîrmehê bike, 15 rojnamevanên Swêdî vexwend Tirkiyeyê. 12 rojnamevanan vexwendînameya AKP'ê red kirin.

AKP'ê wezîfeya birêxistinkirin û birina Tirkiyeyê ya rojnamevanên Swêdî da sîxurê MÎT'ê Metîn Altinişik, ku ji ber karê xwe yê sîxuriyê AKP'ê Qerta Zer a Çapemeniyê daye wî. Alinişik ku demeke dirêj e weke nûçegihanê ÎHA'yê dixebite, ji bo rojnamevanên Swêdî tevlî çalakiya AKP'ê ya ji bo 15'ê Tîrmehê bibin, gelekî hewl da. Lê tevî hemû hewldanên xwe jî nekarî rojnamevanên Swêdî bibe Tirkiyeyê. Tenê 3 'rojnamevan'an, ku 3 jê Fîlîstînî û yek Meksîkayî bûn, vexwendînameya dewleta Tirk qebûl kirin.

Li gorî nûçeya ANF'ê, AKP'ê xwestinbû 15 rojnamevanan ji Swêdê dawetî Tirkiye bike. Biletên balafiran jî di nav de hemû mesrefên rojnamevanan wê ji aliyê hikumeta Tirkiye ve bihata dayin û il Enqereyê li Otela Anadolû Downtownê ku ji pênc stêrkan pêk tê, bihatina bicihkirin.

ROJNAMEVANÊN SWÊDÎ VEXWENDÎNAMEYA AKP'Ê RED KIRIN

Rojnamevanên Swêdî, ku bi binpêkirina mafên mirovan û azadiyê yên li Tirkiyeyê û komkujiyên li gelê Kurd tên kirin dizanin, ev vexwendînameya AKP'ê red kirin. Nûçegihanê malpera bi navê WAFA Qaîs Qadrî yê Fîlîstînî, xebatkarê rojnameya Al Hoûrrîah a li Sûriyeyê Fashîd Alhajeh ê ji Fîlîstînê û nûçegihanê kovara Macroeconomîca ya li Meksîkayê tê weşandin Jorge Navarro Lûcîo yê ji Meksîkayê vxwendîname qebûl kirin û çûn Tirkiyeyê.

Sala 2013'an Metîn Altinişik bi fermana Wezîrê Yekîtiya Ewropayê Egemen Bagişk ger û geşek bi beşdariya 14 rojnamevanan hatibû organîzekirin, hemû mesrefên wê ji aliyê hikumeta Tirk ve hatibû dayin. Ev yek li Swêdê bûbû sedema rûdana nerazîbûnan û li vî welatî nîqaş li ser exlaqa rojnamevaniyê dest pê kiribû.

Di medya Swêdê de gotar hatibûn weşandin ku ev ger rexne dikirin û rojnamevanekî tevlî gerê bûbû, dawî li karê wî yê li Televîzyona Dewletê ya Swêdê hatibû anîn.

33 SAZIYÊN MEDYAYÊ NAMEYEKE VEKIRÎ JI ERDOGAN RE ŞANDIN

Rojnamevanên Swêdî ne tenê vexwendînameya AKP'ê red kirin, her wiha bi wesîleya salvegera hewldana darbeyê nameyeke vekirî jî ji Erdogan re şandin û binpêkirina azadiya fikir û mafên mirovan şermezar kirin.

Nameya ku berpirsyarên weşana giştî ya 33 saziyên medyayê mohra xwe danîn binî, bi sernavê "Erdogan, rojnamevanan serbest berde" hate weşandin û hemû saziyên medyaya Swêdê yên nivîskî û dîtbarî cih dane vê nameyê.