1. Hemû Nûçe

  2. Cîhan

  3. Rêveberiya Yewnan: Dibe ku şewat bi zanebûn hatibe derxistin
Rêveberiya Yewnan: Dibe ku şewat bi zanebûn hatibe derxistin,rêveberiya,yewnan,dibe,ku,şewat,bi,zanebûn,hatibe,derxistin

Rêveberiya Yewnan: Dibe ku şewat bi zanebûn hatibe derxistin

Hate ragihandin, şewata li Yewnanîstanê ku bi rojan e dewam dike û zêdeyî 80 kesî jiyana xwe ji dest dane, dibe ku bi zanebûn hatibe derxistin. Lewma lêpirsînê dest pê kir

A+ A-

Şewat bi rojane li rojhilatê Atînayê dewam dike û heta niha herî kêm 83 kesan jiyana xwe ji dest dane. Li ser şewatê lêpirsînê dest pê kir.

Alîkarê Wezîrê Karên Hundir ê ji parastina sivîl berpirsyar Nîkos Toskas îdîa kir ku 'delîlên cidî' li ber destê wan e û li gorî van delîlan şewat bi zanebûn hatiye derxistin.

Toskas di civîneke çapemeniyê de axivî û got, "Li ser şewata li Çiyayê Pendeliyê dest pê kir, gelek pirsên me hene. Ji ber delîleke girîng me pêwîstî bi destpêkirina lêpirsînê dît."

Şaredarê Pendeliyê Dîmîtrîs Stergiyû jî doh dabû xuyakirin ku şewat ji ber qutbûna têlên elektrîkê yên li herêma daristanî derketiye. Stergiyû diyar kiribû ku dema şewatê dest pê kir wan têlên qutbûyî yên elektrîkê dîtine.

ANF