1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Rêxistina Efûyê bal kişand ser komkujiyên Tirkiyeyê yên li Efrînê
Rêxistina Efûyê bal kişand ser komkujiyên Tirkiyeyê yên li Efrînê,rêxistina,efûyê,bal,kişand,ser,komkujiyên,tirkiyeyê,yên,li,efrînê

Rêxistina Efûyê bal kişand ser komkujiyên Tirkiyeyê yên li Efrînê

A+ A-

Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî (Amnesty International) guh da sivîlên li Efrîn û Ezazê û di vê çarçoveyê de bal kişand ser êrîşên li dijî sivîlan.

Di daxuyaniya Rêxistina Efûyê de işaret bi bomberdûmana cih û warê sivîlan hate kirin ku ji aliyê dewleta Tirk ve hat kirin û ragihand, êrîşên hêzên Kurdan ên di vî warî de li gorî yên artêşa Tirk gelekî kêm in.

Di daxuyaniyê de li gorî axaftina bi 15 şahidan re, her wiha li gorî dîmenên cuda û agahiyên ji aliyê Heyva Sor a Kurdistanê ve hatin dayin, cihê ku sivîl bi rengekî komî lê hatine kuştin, hate eşkerekirin.

Di daxuyaniyê de hate destnîşankirin ku ji ber êrîşên artêşa Tirk ên li ser Kantona Efrînê heta niha gelek sivîlan jiyana xwe ji dest dane û rîsk heye ku bi sedan sivîlên din jî jiyana xwe ji dest bidin. Rayedarek ji Rêxistina Efûyê Lynn Maalouf got, xeterî li ser gelek sivîlan heye.

Rêxistina Efûyê, hejmarên ku Heyva Sor a Kurdistanê çend roj berê li ser kuştina sivîlan eşkere kiribû par ve kir û ragihand, bomberdûman li gelek gund û bajarokên Efrînê hatiye kirin.

 

ANF