1. Hemû Nûçe

  2. Nûçe

  3. Salvegera 1. a darbeya qeyûm: Emê şaredariyên xwe ji wan bistînin
Salvegera 1. a darbeya qeyûm: Emê şaredariyên xwe ji wan bistînin,salvegera,1,a,darbeya,qeyûm,emê,şaredariyên,xwe,ji,wan,bistînin

Salvegera 1. a darbeya qeyûm: Emê şaredariyên xwe ji wan bistînin

Alîkara Hevserokên DBP'ê ya ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Hediye Karaaslan diyar kir, ku qeyûm ketine nava çirava gendeliyê û got, "Zû ya jî dereng em ê şaredariyên xwe ji destê wan derxînin."

A+ A-

Di ser desteserkirina şaredariyên DBP'yî re salek derbas bû, ku AKP'ê bi rêya qeyûman ev şaredariyên bi dengekî di asta rekorê de hatin bidestxistin, talan kir. Alîkara Hevserokên DBP'ê ya ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Hediye Karaaslan diyar kir, ku qeyûm ketine nava çirava gendeliyê û got, "Zû ya jî dereng em ê şaredariyên xwe ji destê wan derxînin."

AKP'ê, biryarnameyên di çarçoveya Rewşa Awarte de derxist, herî zêde ji bo desteserkirin û talankirina destketiyên gelê Kurd bi kar anî. 2'ê Îlona 2016'an 3 biryarname hatin amadekirin û di çarçoveya van biryarnameyan de 11'ê Îlonê 24 şaredariyên ji Partiya Herêman a Demokratîk (DBP) bi rêya qeyûm hatin desteserkirin. Qeyûmên ku bi darbeya li rêveberiyên herêmî hatin tayinkirin, bi çekên giran û tedbîrên tund ên ewlekariyê, avahiyên şaredariyan ji xwe re kirin qereqol. Tayinkirina qeyûman piştre bi destê Wezareta Karên Hundir û walîtiyan dewam kir. Di encamê de 94 ji 103 şaredariyên DBP'yî hatin desteserkirin. Di nava vê demê de hevşaredarên 94 şaredariyan hatin girtin. Di encama darizaninê de tenê 23 jê hatin berdan. Alîkara Hevserokên DBP'ê ya ji Rêveberiyên Herêmî Berpirsyar Hediye Karaaslan di salvegera yekemîn a darbeya qeyûm de ji ajansa me re axivî.

BI MEJIYÊ TALANKERIYÊ DESTESER KIRIN

Karaaslan bi bîr xist, ku heta niha tenê di dema darbeyên leşkerî de şaredarî hatine desteserkirin û cara yekê ye bi mekanîka darbeya sivîl vîna gel tê talankirin. Karaaslan destnîşan kir, ku şaredarî bi mejiyekî talankeriyê hatine desteserkirin û ev nirxandin kir:

MEKANÎZMAYA KONTROLÊ NÎNE

"Piştî ku qeyûm hatin, ne xebatkar ne jî endamên meclîsê karîbûn bikevin nava avahiyên şaredariyan. Cihên taybet ên ewlekariyê hatin avakirin. Nehiştin ku endamên meclîsê û xebatkar bikevin nava avahiyên şaredariyê. Ji xwe yek ji karên sereke yên qeyûm jî, necivandina meclîsê bû. Ji ber ku xwe dispêrin erka biryarnameyê, meclîs ne civand û ji bo civînan bang nekir. Şaredarî çawa hatin birêvebirin? Pirsa krîtîk di vir de ye. Şaredariyan bi 2-3 burokratên bi xwe re anîne bi rê ve dibin. Halbûkî şeklê rêveberiya şaredariyan di destûra bingehîn a darbeyê ya 12'ê Îlonê de jî hatiye pênasekirin. Şeklê dewletê, şeklê sîstema li Tirkiyeyê hem weke rêveberiya navendî, hem jî weke reveberiya herêmî hatiye binavkirin. Rêveberiya navendî ji aliyê meclîsa milet a mezin ve tê kontrolkirin. Rêveberiyên herêmî jî ji aliyê meclîsên şaredariyê ve. Hem kontrol tê kirin, hem jî biryar li meclîsan tên dayin. Her kes zane, mehên dawî yên her salê, dema plankirina budçeya sala bê ye. Meclîsên me hema bêjin 20 rojan bê navber dixebitin, ku karibin budçeya sala bê amade bike. Rapora kar a şaredariyan li meclîsan tê axaftin, nîqaşkirin û piştre tê qebûlkirin. Hevşaredarên şaredariyekê bi tena serê xwe ne dikare budçey bajarekî erê bike, ne jî budçeyê bi kar bîne. Bi hatina qeyûm re meclîs nacive. Baş e qeyûm ji ku ve tê kontrolkirin? Sîstemeke kontrolê heye? Nîne. Meşrûiyeta xwe ewqas e. Di nava van qeyûman de ne gel heye, ne demokrasî heye, ne jî meşrûiyet heye."

QEYÛM BÛNE NAVENDA GENDELIYÊ

Di dewama axaftina xwe de Karaaslan diyar kir, qeyûm li xizmeta ji bo gel nafikire, bi vî mejî şaredariyê bi rê ve dibe, lewma bûye navenda karên ne li rê û gendeliyê. Karaaslan anî ziman, ku hê salek ne qediya bû li gelek şaredariyên qeyûm lê ne pirsgirêkan xwe dan derket. Karaaslan ragihand, ew van şaredariyan ji nêz ve dişopînin û wiha dewam kir: "Der barê hin ji wan de agahiyên li ser gendeliyê û bicihkirina zilamên xwe li cihên kar, di çapemeniyê de hatin weşandin. Ji ber ku xwe dispêrin sîstemeke tekparêz û otorîter, ji ber ku deriyên şaredariyan li gel girtine, nîqaşên bi vî rengî gelekî di nava raya giştî de tên kirin. qeyûm bi îdîaya 'şaredariyên DBP'yî baş naxebitin, baş xizmetê nakin' nehatine. Ji xwe 94 hevşaredarên me di vê demê de hatin binçavkirin. Piştre 23 hevşaredarên me hatin berdan 71 şaredarên me hê girtî ne. Bi karê van hevalên me re, şaredariya klasîk ji holê rabû û bi tecrûbeya 17 salan a berdêlên partiyên din ên Kurd dayî, bû xwedî feraset û felsefeyeke nû. Ev felsefe, ji feraseta şaredariya heyî wêdetir e."

Karaaslan da zanîn, ku bi feraseta rêveberiya herêmî ya partiyên ku DBP'ê daye ser şopa wan, ew bûne xwedî şaredariyeke ku xwe dispêre gel û bi gel re dixebite. Karaaslan destnîşan kir ku li gel êrîşên giran jî wan mohra xwe danîne binê projeyên gelekî girîng.

EM Ê ŞAREDARIYÊN XWE JI WAN BISTÎNIN

Karaaslan diyar kir, qeyûm hewl didin projeyên wan ên nîvco mayî yan jî hatine astengkirin mîna projeyên xwe nîşan bidin û got, "Mînak, li Peyasê projeya me ya Meydana Bajêr a Jinê hebû. Projeyeke girîng bû, ku me cih jî jê re diyar kir û dest bi bicihanîna wê kir. Qeyûm navê jinê jê derxistiye û bi navê meydana bajêr hewl dide weke projeya xwe nîşan bide. Bi sedan projeyên me yên mîna vê weke projeyên xwe nîşan didin. Tabelayên me yên ji gelek zimanan pêk tê datînin xwarê. Xebatên çandî li ser bingeha red û înkarê dimeşînin. Şaredarî dikare çend salan bi destê qeyûm de be, lê gelê me wê her tim bi ser bikev.e Di dawiya dawî de em ê şaredariyên xwe ji wan bistînin û xebatên xwe bidomînin. Em dibînin, ku li avahiyên şaredariyan ên di kontrola leşker û polîsan de ne, çareseriyê peyda nakin. Ji wan hebû ku cihên bi hilbijartinê nekarî bi dest bixin wê bi qeyûm bi rê ve bibin. Lê niha tenê avahiya şaredariyê di destê wan de ye. Em ê bi hêza xwe ya rêxistinbûyî, ku xwe dispêre salan, şaredariyên xwe bi dest bixin."